March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Îro 76.mîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê ye

Îro 76.mîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê ye

BasNews – Komara Kurdistanê di roja 22yê Çileya 1946an de li Mehabadê hat damezrandin û Pêşewa Qazî Mihemed wek Serokomar sonda yasayî xwaribû.

76 sal di ser damezrandina Komara Kurdistanê re derbas bûn û aliyên demokrat di wê baweriyê de ne ku her çiqas temenê komarê kin bû jî, xwestek û daxwaza gelê Kurd bû ji bo damezrandina dewleta Kurdistanê û bûye sedema çêbûna çend hêmayên girîng ên Kurd, ku heta niha jî li her çar parçeyên Kurdistanê, Kurd li ser wan hêmayan yek in.

Berî 76 salan, Komara Kurdistanê li Mehabadê, li qada Çarçira hat ragihandin, komarek bi pêşengiya Pêşewa Qazî Mihemed, ku her weke di ragihandina yekem de hatiye, armanca wê, damezrandina komareke demokrat a Kurdistanê bû.

Kabîneya Komara Kurdistanê bi vî rengî bû: 

Serok: Qazî Mihemed

Serokwezîr: Hacî Babe Şêx

Wezîrê Şer: Seyfî Qazî

Wezîrê Navxwe: Mihemed Emîn Muînî

Wezîrê Aborî: Ehmed Îlahî Wezîrî

Wezîrê Post û Telegraf: Kerîm Ehmediyan

Wezîrê Çand: Menaf Kerîmî

Wezîrê Propaganda: Sidîq Heyderî

Wezîrê Kar: Xelîl Xusrewî

Wezîrê Bazirganî: Hacî Mistefa Dawûdî

Wezîrê Çandiniyê: Mehmûd Welîzade

Wezîrê Rêk û Piran: Îsmaîl Îlxanîzade

Wezîrê Tenduristiyê: Seyîd Mihemed Eyûbiyan

Wezîrê dewletê: Ebdulrehman Îlxanîzade

Wezîrê Dadê: Mela Husên Mecdî

Paytext: Mehabad

Dirav: Riyalê Îranê

Her çiqas Komara Kurdistanê, li Mehabadê hat ragihandin, lê ji hêla Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê dihat parastin.

Mela Mistefa Barzanî ligel hêzên Barzan, hêzên sereke yên parêzvanên vê komarê bûn. Parêzvaniyek wisa ku Qazî Mihemed ewqas pê bawer bû, berî îdamê, Ala Kurdistanê dabû wî destê emîn.

Her çiqas temenê Komara Kurdistanê tenê 11 meh bû, lê destpêkeke zelal û eşkere bû ji bo serxwebûnxwazên Kurdistanê. Lewra piştî ku Yekîtiya Sovyetê ligel hikûmeta wê demê ya Îranê li hev kir û di nav bêdengiya zilhêzên din de dawî lê anî û pêşengên komarê hatin darvekirin, lê piştî 76 salan, xewna serxwebûnê her maye û îradeyeke bihêz daye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi