Li Herêma Kurdistanê 8 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 372 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 8 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 472 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 140 kes li Hewlêrê, 72 kes li Silêmaniyê, 146 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê, 19 kes li Germiyanê û 3 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 2 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê, 2 kes li Germiyanê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 478 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 200 kes li Hewlêrê, 56 kes li Silêmaniyê, 187 kes li Duhokê, 9 kes li Helebceyê, 6 kes li Germiyanê û 20 kes li Raperînê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 373335
Mirin: 6812
Başbûn: 360217
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.