April 25, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mesrûr Barzanî: Pirsa koçberan ji bo me cihê nîgeraniyê ye

Mesrûr Barzanî: Pirsa koçberan ji bo me cihê nîgeraniyê ye

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya panelekê de li Korbenda Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn a li Zanîngeha Amerîkî – Kurdistanê li Duhokê ragihand: “Pirsa koçberan ji bo me cihê nîgeraniya kûr e, selametiya koçberên Kurd li sînorên Ewropayê ji bo me girîng e.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Axaftina li ser mijara koçberên li Belarusê ji bo me cihê nîgeraniya kûr e, selametiya wan koçberên li ser sînor û li wan daristanan ji bo me xala pêşîne ye, gelek kes in, ji welatên cuda cuda hatine, li wir asê mane, lê belê xelkê Kurdistanê jî tê de heye.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Mixabin ew kes hatine xapandin ji aliyê çend grûpan ve, ku bazirganiyê bi mirovan dikin, hejmarek grûpên taybet in, hinek kesên din jî ji derve û Belarusê destê wan di vê qeyranê de heye. Ew kes ji vir ji ber ti zextek neçûne, wan bi awayekî gelek yasayî serdana wan deveran kirine, ti hêleke esmanî geşta wan qedexe nekiriye, kes rê li ber wan nagre kî geşt dike, bi awayekî azad geşta xwe kirine.”

Herwiha da zanîn: “Bi mixabinî ve rewş li wir gelek sar e, me hinek wêne li ser ekranan dîtin, ji bo min cihê nîgeriyaniyê ye, bi taybetî zarokên li wir, ew zarok bêtawan in, mixabin ew zarok baca milmilaniya siyasî didin. Me pêwendî pêk aniye, em bi aliyên pêwendîdar re ketine têkiliyê û ji Bexdayê heta welatên din, da ku em rêyek bibînin, ewên dixwazin bi selametî vegerin, me ji hevkar û hevbeşên xwe daxwaz kiriye ku bilez alîkarî bigihînin wan kesên li wir asê mane. Gelo ew vedigerin an diçin cihekî din, pirsa girîng ev nîne, em çaverêya vegera wan dikin, tiştê girîng ku ez li vir bibêjim, mixabin hinek zanyariyên nerast hatine belavkirin, çima ew çûne û çima li wir in, piraniya wan bi awayekî azad geşt kirine, ji Kurdistanê çûn û ti qedexekirinek li Kurdistanê tune ye, Kurdistan cihekî aram e, ji bo jiyanê asayîş tê de ye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser aware û penaberên li Herêma Kurdistanê û diyar kir: “Me cih dane zêdetirî milyonek aware, me hembêza xwe ji bo wan vekir, ku ji welatên cuda cuda hatine. Ew neçûn cihekî din û hatin Kurdistanê, çimkî aramî hîs kirin, loma ti wateya wê tune ku bibêjin ew kes ji ber nearamiyê Kurdistan bi cih hîştin, lê belê tiştê tê gotin ‘ew kes li pey derfetên din digerin’, hinek kesên din dibêjin ‘asayî ye ku ew biçin, çimkî kêşeya darayî heye’, dibe ku ev rast be, lê belê qeyrana darayî xeletiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîne, weke hûn jî dizanin kêşeya me ligel Bexdayê hebû, ku bi salan e, ji sala 2020 û 2021ê zêdetir, di 12 mehên wan her du salan de budceya Herêma Kurdistanê ji Bexdayê nehat, tevî wê qeyrana Koronayê jî li aboriya me da, aboriya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê tûşî qeyranê bû, derfetên kar kêm bûne, Bexdayê jî pere nedişand, gefeke mezin li ser me bû, lê belê me karî xebatên xwe bidomînin û dest bi çaksaziyê bikin, belê me nekarî mûçeyên hemûyan weke pêwîst bidin, lê belê me li gor pereyên li ber destê me bû me mûçe dan, her meh me karî pere bidin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi