April 20, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Li Herêma Kurdistanê 23 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Herêma Kurdistanê 23 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 722 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 23 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 722 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 313 kes li Hewlêrê, 145 kes li Silêmaniyê, 210 kes li Duhokê, 19 kes li Helebceyê, 23 kes li Germiyanê û 12 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 23 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 9 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê, 2 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1028 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 500 kes li Hewlêrê, 136 kes li Silêmaniyê, 299 kes li Duhokê, 28 kes li Helebceyê, 18 kes li Germiyanê û 47 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 362973

Mirin: 6481

Başbûn: 345289

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi