March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mesrûr Barzanî: Ji vê mehê û pê de mûçe dê bê lêbirîn bê dabeş kirin

Mesrûr Barzanî: Ji vê mehê û pê de mûçe dê bê lêbirîn bê dabeş kirin

BasNews – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25ê Tîrmeha 2021ê di gotarekê de ragihand, ji vê mehê ve mûçe bê lêbirîn tê belavkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, “Erkê pêşîne yê hikûmetê, dabînkirina mûçeyan bûye. Eger Hikûmeta Federalî jî berdewam be bi cibicîkirina sozên xwe û şandina beşê budceyê ya di çarçoveya Yasaya Budceya Federalî de li ser rêkeftin hatiye kirin, Hikûmet Herêmê jî dê bi dabeşkirina mûçeyan di dema xwe de û bi temamî berdewan be.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Ewê di karîna me de bû ji bo dabînkirina mûçe me encam da, ji bo ku bikarin bi baştirîn şêwe îdareya rewşa Herêma Kurdistanê bikin. Bi budceya ku li ber destê me bû, her çend e kêm bû û me nikarî mûçe wek xwe bidin ku me pêştir soz dabû ku bi we re rastgo û şefaf bin, ewê li ber destê me be, pêşîne ji bo mûçeyên welatiya dibe.”

Barzanî got: “Karê destpêkê yê hikûmetê, dabînkirina budce û dabeşkirina mûçeyan e, lê erkê hikûmetê ne tenê dabeşkirina mûçeyan e, hikûmet berpirsa ji bo dabînkirina jiyan xizmetguzariyan wek av, elektirîk û cibicîkirina projeyên stratejîk in, mûçe jî beşek ji wan erkan e. Erkê hikûmetê ye ku xizmetguzariyan bigihînin hemû welatiyan ên mûçeyan werdigirin û wernagirin.”

Herwaha diyar kir: “Berfirehkirin û hemecurkirina jêderên dahatê, erkekî pêşîne yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û me hewl da bêyî ku ti qerzekê bikin, xelkê Kurdistanê di pêşerojê de baweriyê bo dahatên xwe bikin, di vê de jî heta radeyekê serkeftî bûn. Spasiya sektora taybet jî dikim kudi cibicîkirina projeyên hikûmetê dehevkar bûn. Em jî berdewam dibin ji bo pêşxistina vê pêwendiya tendirust ya di navbera hikûmet û sektora taybet de. Em bi hev re dikarin aboriyeke bihêz ji Kurdistanê dabîn bikin.

Ji bo guhdar kirina hemû gotarê bi dîmen; 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi