April 25, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mesrûr Barzanî ligel Cîgira Serokwezîr û Wezîra Derve ya Belçîkayê civiya

Mesrûr Barzanî ligel Cîgira Serokwezîr û Wezîra Derve ya Belçîkayê civiya

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêncşemê 10ê Hezîrana 2021ê di roja duyem a serdana xwe ya bo Belçîkayê de ligel Cîgira Serokwezîr û Wezîra Derve ya Belçîkayê civiya.

Di civînê de pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Belçîkayê û geşedanên Iraq û herêmê bi giştî, pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî, metirsî û gefên terorê û şerê DAIŞê û rûbirûbûna tundrewî û jiholêrakirina sedemên wê û xebata çespandina seqamgîrî û aramiyê li herêmê û çend mijarên din ên cihê girîngîdana her du aliyan, hatin gotûbêjkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tevî spasî û pêzanînên ji bo piştevaniya Belçîkayê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de, tekezî li girîngiya berdewamiya hevkarî û hemahengiya Belçîka û civaka navdewletî ligel Iraq û Herêma Kurdistanê kir. Herwiha pabendbûna Herêma Kurdistanê bi pêşvebirina kultura pêkvejiyana aştiyane, car din anî ziman.

Cîgira Serokwezîr û Wezîra Derve ya Belçîkayê spasiya hemahengî û hêsankariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo nûnerên Belçîkayê yên li Iraq û Sûriyê. Herwiha hevsozî û piştevanî û amadebûna welatê xwe jî nîşan da ji bo pêşvebirina pêwendiyên hemû aliyan ligel Herêma Kurdistanê û rûbirûbûna girift û astengiyên ewlehî û terorê bi giştî.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi