April 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

HEZKURD: Cejna Zimanê Kurdî pîroz be

HEZKURD: Cejna Zimanê Kurdî pîroz be

BasNews– Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) bi minasebeta 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Daxuyaniya HEZKURDê wiha ye:

Di despêkê da em wek Hereketa Zimanê Kurdî/HEZKURD, cejna hemî kurdên msliman û dostên wan pîroz dikin. Em hêvî dikin ku, roj dê were û neteweya kurd dê hemî cejn, şahî û rojên xwe, bi zimanê zikmakî derbas bike.

Bi vê mebestê, em 15 Gulanê roja cejna zimanê kurdî jî bi dil û can pîroz dikin û soza têkoşîn û xizmetê ji bo zimanê resen û qedîm, zimanê kurdî didin miletê xwe.

Di navbera van herdu cejnan da, em mizgîniyek bi xêr û pîroz jî didin neteweya kurd, ku me ji bo mafê zimanê kurdî serî li Neteweyên Yekbuyî û UNESCOyê dabû û ev çend rojin bersiva vê serîlêdanê hat li ber destê me.

Di bersivê da, rewatiya doz û daxwaza zimanê kurdî bi awayekî bi hêz û fermî tê dayîn. Û bilêvkirina piştgiriyê ji bo HEZKURDê jî tê dubare kirin. Di warê rewatiya perwerdeya pirzimanî li dibistana de jî, UNESCO binê gelek xalên girîng jî xêz dike.

Em vê mizgîniyê wek destkefteke dîrokî dibînin ji bo miletê kurd û soz didin ku xebat û danûstandinên me yên li gel UNESCO û Neteweyên Yekbuyî û hemî saziyên navneteweyî dê bi awayekî bihêztir berdewam bin.

HEZKURD, doza zimanê kurdî û rewatiya mafê zimên wek şîrê dayîkê pîroz dibîne û dê hemî naveroka bersiva UNESCOyê, di demek nêzî de bi civîneke çapemenîyê, ji Neteweya Kurd ra eşkere bike.

15ê Gulanê roja CEJNA ZIMANÊ KURDÎ, li hemî neteweya kurd pîroz be.

NAVENDA RÊVEBERIYA HEZKURDÊ

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi