March 28, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Zêdetirî 65 hezar kesan dê sûdê ji Nexweşxaneya Amêdiyê werbigirin

Zêdetirî 65 hezar kesan dê sûdê ji Nexweşxaneya Amêdiyê werbigirin

Duhok (Rûdaw) – Kevirê bingehîn yê nexweşxaneya giştî ya Amêdiyê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li komelgeha Hetûtê hate danîn, ku xerciya wê 43 milyon dolar in û wê di dema 33 mehan de, bi dawî bibe.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Merûr Barzanî ragihand, ku tevî qeyranan, ew di pêşkêşkirina xizmetguzariyan de bo welatiyan, û di encamdana projeyên stratejîk de, ewê berdewam bin. Herwiha tekez kir, ku xelkê wê navçeyê pêwistî bi xizmeteke baş heye, loma wan biryar deye wê pirojeyê ji bo wan vekin.

Ew nexweşxane li ser standereke cîhanî ya baş tê dirustkirin, û wê bibe navendeke mezin ya tendirûstî ji bo zêdetirî 65 hezar nişteciyên sînorê qezaya Amêdiyê.

Azad Husên xelkê Nahiya Dêrelukê ye, nêzîkî 4 salan e bo çareserkirina xwe heftê carekê yan dû caran seredana bajêrê Duhokê dike.

Nîştecihê Nahiya Dêrelukê Azad Husên dibêje: “Bidawî hatina vê nexweşxaneyê, kesên wekî min gelek baş e. Ev nexweşxane li Komelgeha Hêtut tê avakrin bo me gelek baş e ji ber hindek caran siheta me misaîd nîne, biçin Hewlêrê yan Duhokê. Hinek halet hene em tehemila sefera teksiyê nakin.”

Nexweşxaneya Giştî ya Amedê weke projekê stratejî a sala 2013ê bû biryar li ser hatibû danîn, lê ji ber krîzîn darayî proje paş ket.

Rêvebirê Tedirustiya Amêdiyê Şakir Ebdulezîz jî got: “Ew ji mêj ve bo devera Amêdiyê pêwîst bû. Li deverê nexweşxaneyên bi vî rengî nehatina avakirin. Li nexweşxaneyê dê 100 text hebin. Dê xizmete derdorê jî bike.

Xerciyê bo proejeyê hate terxankriin 43 milyon dolar in û avahî li ser rûberê 21150 metir ducar tê avakirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi