Duhok – Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Dêrelokê xîmê nexweşxaneyekê danî
BasNews – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî xîmê nexweşxaneyeka 100 textî li nahiya Dêrelok ya Duhokê danî.
Îro danê nîvro, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gundê Hêtût yê nahiya Dêrelok ya Duhokê xîmê nexweşxaneyekê danî.
Mesrûr Barzanî di merasima danîna xîmê nexweşxanê de, ku wezîrê tenduristiyê dr. Saman Berzencî û parêzgarê Duhokê Elî Teter û çend berpirsên din yên hikûmetê jî amade bûn, got, em zêde naxivîn lê ew tiştên ku em dibêjin, em bicîh tînin.
Mesrûr Barzanî her wiha got, ez û hemû wezîr û karmendên hikûmetê, em xizmetkarên we ne. ji vir û şûn de jî çi ji destê me were emê xizmeta we bikin.
Nexweşxaneya han, 100 textî ye û dê li ser rûberê 3 hezar metran û di nav 900 rojan de were çêkirin.
Bûdceya ku bo çêkirina nexweşxaneya Dêrelokê hatiye terxankirin, 43 milyon dolar e.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî