October 22, 2020

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Li Herêma Kurdistanê 13 kesên din bi Koronayê can dan

Li Herêma Kurdistanê 13 kesên din bi Koronayê can dan

BasNews – Li Herêma Kurdistanê 13 kesên din bi Koronayê can dan û nêzîkî 600 kesên din jî bi Koronayê ketin.

Wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê amarên 24 saetên borî yên Koronayê ragihand.

Li gorî amarên han, ji duhî de 569 kes bi Koronayê ketine, 177 nexweşên Koronayê baş bûne û 13 kes jî pê mirine.

Bi vî rengî, hejmara kesên ku heta niha li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine, gihîşt 19 hezar û 335 kesan ku 10 hezar û 821 kes ji wan baş bûne û 699 kes jî mirine.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.