July 03, 2020

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mesrûr Barzanî: Hemwelatî ji aloziyan nîgeran in

Mesrûr Barzanî: Hemwelatî ji aloziyan nîgeran in

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji hemû aliyan dike hevkar bin bo rêgirtina li zêdebûna aloziyan û diyar dik, hemwelatî ji aloziyan nîgeran in û westiyane.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, derbarê dawîn alozî û nakokiyên di navbera aliyên siyasî de daxuyaniyek belav kir.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wê daxuyaniyê de, amaje bi peyam û nameyên kesayet û aliyên beşdarbûyên hikûmet û derveyî hikûmetê û herwiha tîma Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li nav hikûmetê dike û dibêje, “Ew a pêwîst di van rojan de ji bo aşkerekirina rastiyan, hatiye behskirin. Ji ber wê yekê pêwîstî bi berdewamiya bersiv û bersvidayînan nake.”

Mesrûr Barzanî tekez dike, “Hemwelatiyên Herêma Kurdistanê westiyane û bi hatina vê rewşa nexwestî û girjiyan nîgeran in. Hemwelatiyên me hêjayî wê ne zêdetirîn xizmet bo bikin, ne ku tûşî diltengiyê bikin.”

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, “Erkê me dewletdarî û çareserkirina pirsgirêkan e û divê hemû alî hevkar bin rê bi teşenekirina girjiyan bigirin. Ji bo pêkhateyên nav hikûmetê jî baştirîn şêwe giftugo û rayguherîne. Çarçoveya kombûnê Encûmena Wezîran e û ez dê bersiva wan name û boçûnan jî li wir bidim.”

Herwiha Mesrûr Barzanî hêviya xwe tîne ziman ku “hemû alî dûr ji berjwendiyên hizbî, di asta erkê niştimanî de bin da ku li gel hev vê qonaxa zehmet derbas bikin.”

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.