July 02, 2020

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê: Yên ku ji Ewropa vegeriyane bila têsta Koronayê bidin

Wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê: Yên ku ji Ewropa vegeriyane bila têsta Koronayê bidin

BasNews – Wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê bang li wan kesên ku ji Ewropa vegeriyane, kir serdana navendên tenduristiyê bikin bo wergirtina têsta Koronayê.

Wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê îşev daxuyaniyek belav kir û ragihand, hinek kes di heyama çend rojên borî de ji Ewropa vegeriyane lê bo wergirtina têsta Koronayê serdana navendên tenduristiyê nekirine.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ji ber wê jî ew kesên ku ji roja 1 Adara îsal ve heta 14 heman mehê ji Ewropa vegeriyane, bila serdana navendên tenduristiyê li bajar û bajarokên xwe bikin bo wergirtina têsta Koronayê da ku were zanîn ka ew bi nexweşiya Koronayê ketine yan na.

Di dawiyê de wezareta tenduristiyê ragihandiye, tedbîrên han tenê bo parastina tenduristiya wan û malbatên wan tên girtin.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.