July 03, 2020

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Zîrek Kemal: Peyama Trump a bo Newrozê pêgeha Kurdistanê nîşan dide

Zîrek Kemal: Peyama Trump a bo Newrozê pêgeha Kurdistanê nîşan dide

Hewlêr (Rûdaw) Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê, dibêje, peyama Trump a bo Serokê Herêma Kurdistanê, peywendî bi giranahiya Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê û bi şêweyekê jî peywendî bi karîgeriya rola Serokê Herêma Kurdistanê heye hem li ser asta herêmî û hem li ser asta navçe û Ewropayê.

Zîrek Kemal, Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê, derbarê girîngiya şandina peyama pîrozbahiyê bo Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve, dibêje, “Ew peyam gelek girîng bû, di demekê de ku cîhan mijûl e bi navxweya xwe, bi Amerîkayê jî ku niha li piraniya bajarên hestyar ên Amerîkayê, vîrusa Koronayê bi şêweyekî berbelav belav dibe, lêbelê ev nebûye sedem ku Herêma Kurdistanê û bi taybetî jî Cejna Newrozê ji bîra wî biçe.”

Li gor Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê, xaleke din a wê peyamê jî, “behskirin e li ser hemahengî û hevkariya asayiş û aborî ku herdu jî bo Herêma Kurdistanê gelek girîng in” û diyar dike ku aborî û asayîş du stûnên herî sereke ne ku welatekê li ser lingan dihêlin û tekez dike, “Ev jî girîngiya Herêma Kurdistanê bo Amerîkayê nîşan dide û divê me jî helwest li ser hebe, divê me bixe nav haleta hizirkirina ku em ne dewlet in û di çarçoveya dewleta Iraqê de ne, lêbelê Serokê bihêztirîn welatê cîhanê, aborî û asayişa me girîng dibîne. Wate ew jî bêyî berjewendiyên xwe miamele li gel aliyekî din nakin.”

Derbarê ‘destkevtên mezin ên li dijî DAIŞê’ ku Trump jî amaje pê kiribû û Kurd weke hemaheng û hevkarek tên dîtin, Zîrek Kemal dibêje, Kurdan dikin beşek ji pêkanîna serweriyeke yekcar girîng bo xwe û ev jî xaleke girîng e.

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, peyama Serokê Amerîkayê bo Serokê Kurdistanê, dewama wê civînê bû ku di navbera Nêçîrvan Barzanî û Donald Trump de pêk hatibû.

Zîrek Kemal tekez dike, beşeke peyama Donald Trump peywendî bi giranahiya Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê hebû û beşekê jî peywendî bi karîgeriya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hebû hem li ser asta herêmî û hem li ser asta navçeyî û Ewropayê jî.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, roja 26ê vê mehê, bi boneya Cejna Newrozê nameyeke pîrozbahiyê bo Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şand û bi navê xelkê Amerîkayê pîrozbahî li gelê Kurdistanê kir.

Hevdem Serokê Herêma Kurdistanê jî li hember vê nameya Donald Trump, spasî û kêfxweşiya xwe pêşkêş kir û daxwaza bihêzkirina peywendiyên di navbera Kurdistan û Amerîkayê de kir.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.