September 25, 2020

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Li Herêma Kurdistanê hejmara tûşbûyên bi Koronayê bû 115 kes

Li Herêma Kurdistanê hejmara tûşbûyên bi Koronayê bû 115 kes

Hewlêr (Rûdaw) Wezareta Tendirustiyê ragihand ku 2 tûşbûyên din ên bi Koronayê li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê aşkere kir ku 2 tûşbûyên din ên bi vîrusa Koronaya nû (COVID-19) hatine destnîşankirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê, yek ji wan tûşbûyan zilamekî 34 salî ye li keretîna li bajarê Hewlêrê û tûşbûyê din jî zilamekî 37 salî ye li bajarê Helebcê.

Hejmara tûşbûyên Koronayê li Herêma Kurdistanê, gihişt 115 kes û ji wê hejmarê jî 39 kes baş bûne û 2 tûşbûyan jî canê xwe ji dest dane.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.