November 01, 2020

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mesrûr Barzanî: Jinan di bizava rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê de roleke girîng lîstin

Mesrûr Barzanî: Jinan di bizava rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê de roleke girîng lîstin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi helkefta 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan, peyamek belav kir û got, “Jinên Kurdistanê di nava bizava rizgarîxwaz ya gelê Kurdistanê de roleke girîng û bi bandor lîstine.”

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de, bi boneya vê rojê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî jinên Kurdistan û cîhanê kirin û tekez kir, “bîranîna 8ê Adarê rêzgirtin e ji xebat û têkoşîna jinan a bo yeksanî, dadweriya civakî, nehêştina sitem û çawesandinê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi bi xebat û keda jinan kir û got, “Jinên Kurdistanê di nava bizava rizgarîxwaz ya gelê Kurdistanê de roleke girîng û bi bandor lîstine, li dijî dagîrkerî, sitema civakî xebat kirine. Ji ber vê em têkoşana jinên Kurdistanê bi taybetî jinên Pêşmerge di nava şoreşên Kurdistanê de û rola wan ya berçav di rûbirû bûna terorîstên DAIŞê de bilind dinirxînin.”

Mesrûr Barzanî herwiha tekezî li ser, “pêbendiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bo parastin û berevanîkirin ji mafên mirov bi giştî û mafên jinan bi taybetî û herwiha afirandina derfetên wekhevî û yeksanî di warê kar kirinê de û beşdarî kirina wan di warên cuda cuda de” kir.

Serokwezîrê Kurdistanê daxwazê ji jinên Kurdistanê dike, “rola xwe ya çalak di belavkirina hişyariya tendirustî û cîbicîkirina şîretên tendirustî yên bo rûbirûbûn û xweparastin ji vîrusa Koronayê bilîzin û hana endamên malbat û kesûkarên xwe bidin bo parastin û paqijkirina jîngehê ku erekeke nîştimanî û berpirsiyartiya tevahiya me ye.”

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.