September 25, 2020

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mesrûr Barzanî bi papayê Vatîkanê re civiya

Mesrûr Barzanî bi papayê Vatîkanê re civiya

BasNews – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi papayê Vatîkanê Papa Francis re civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro danê sibê li paytexta Îtaliya-Romayê bi papayê Vatîkan û mezinê katolîkên cîhanê Papa Francis re hevdîtin kir. Di civînê de behsa rewşa Iraqê, Rojhilata Navîn û pêkvejiyana ayînî, etnîkî û rewşa mesîhiyên Kurdistan û Iraqê hat kirin.

Serokê hikûmeta Kurdistanê spasiya papayê Vatîkanê kir ji ber peyam û şîretên wî yên bo kûrkirina ruhê aştîxwazî û pêkvejiyanê di navbera gelan û ayînên cuda de li Iraq û cîhanê.

Mesrûr Barzanî paşê li ser rewşa niha ya Herêma Kurdistanê, bi taybet di warên pêkvejiyana ayînî û etnîkî de, agahî da Papa Francis û ragihand, pêkhateyên ayînî û etnîkî li Kurdistanê di nav aramî û asûdetiyê de dijîn. Hikûmeta jî girîngiyek mezin dide vê yekê. Herêma Kurdistanê sitargeheka aram e bo sedan hezar koçber û penaber, ku ji ber şer ji deverên cuda yên Iraq û Sûriyê derbider bûne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxwaz ji papayê Vatîkanê kir serdana Herêma Kurdistanê bike.

Papayê Vatîkan jî, ku mezinê katolîkên cîhanê ye jî, pesnê rola Herêma Kurdistanê û hikûmeta Kurdistanê da di çêkirina wê atmosfera aram de bo pêkhateyên ayînî û etnîkî û hewandina koçber û penaberan.

Papa Francis spasiya hikûmeta Kurdistanê jî kir ji ber ku her dem di xema pêkvejiyan û aşitî û aramiyê de bûye û di warê nehîştina tundî û terorê de jî gelek xebat kiriye û di vî warî de jî bi bandor bûye, di parastina azadî û mirovatî û maf û kerameta mirovan de jî gelek qurbanî daye.

Di civîna Mesrûr Barzanî û papayê Vatîkan de behsa rewşa mesîhiyên Kurdistanê jî hat kirin û hat gotin ku cih û pêgeha wan bi temamî parastî ye. Ev jî hat gotin ku Herêma Kurdistanê ne tenê bo mesîhiyên Kurdistanê belkû bo mesîhiyên Iraqê jî bûye sitargeheka aram û mînakeka bedew ya pêkvejiyanê.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.