April 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Nêçîrvan Barzanî sala nû li gelê Kurdistanê û penaberên li Kurdistanê pîroz kir

Nêçîrvan Barzanî sala nû li gelê Kurdistanê û penaberên li Kurdistanê pîroz kir

BasNews – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, Kurdistanê dê mîna her car landika aramî, pêkvejiyan û biratiyê bimîne.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta sala nû ya zayînî peyamek belav kir û sala nû li gelê Kurdistanê, malbatên şehîdan û pêşmergeyên qehreman pîroz kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de behsa rewşa aloz ya Iraqê û bandora wan aloziyan li ser Kurdistanê jî kiriye û gotiye, Kurdistan dikare bi yekrêzî û yekhelwestiyê ji vê qonaxê derbas bibe.

Serokê Herêma Kurdistanê di berdewamiya peyama xwe de gotiye, Herêma Kurdistanê mîna berê dê ji aliyên Iraqî re alîkar be da ku ji kirîza niha derbas bibin û bi rêka diyalog û li ser esasê Destûrê, pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Nêçîrvan Barzanî daye xuyakirin, bila pêkhateyên ayînî û netewî yên Kurdistanê piştrast bin ku Kurdistan dê mîna her car landika aramî û pêkvejiyan û biratiyê bimîne.

Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de sala nû li koçber û penaberên ku li Başûrê Kurdistanê ne, jî pîroz kiriye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi