March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Wezîrê Derve yê Rûsyayê serdana Başûrê Kurdistanê dike

Wezîrê Derve yê Rûsyayê serdana Başûrê Kurdistanê dike

Hewlêr (Rûdaw) Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov di destpêka mehê bihê de serdana Iraqê û Herêma Kurdistanê dike.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mîxaîl Bogdanof ragihand, di destpêka Cotmeha îsal de Sergey Lavrov dê serdana Bexdayê û piştre jî serdana Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bike.

Bogdanov herwiha diyar kir, di serdana xwe ya bo Hewlêrê de, Lavrov dê li gel Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî civîn û hedvîtinan pêk bîne.

Ev dibe yekemîn serdana Sergey Lavrov bo Herêma Kurdistanê, di heman demê de dibe yekemîn serdana berpirsekî pilebilindê Rûsya bo Herêma Kurdistanê.

Di dema destbikarbûna Nêçîrvan Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê de, Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov bi rêya balyozê wî welatî yê li Bexdayê, Maksîm Maksimov pîrozbahî li wî kiribû.

Pêştir Lavrov, li Rûsyayê û di çend civînên navdewletî de, çend caran bi rayedarên Herêma Kurdistanê re civiyaye.

Herêma Kurdistanê û Rûsya di wan çend salên dawiyê de pêwendiyên xwe berfirehtir kirine û bi taybet di warê enerjiyê de peywnediyên navbera Hewlêr-Moskowê gelek ber bi pêş ve çûne.

Sala 2016an, Nêçîrvan Barzanî û Sergey Lavrov di dema birêveçûna Korbenda Aborî ya Cîhanî de li Saint Petersburg a Rûsyayê bi hev re civiyabûn û tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên dualî û bi taybet peywendiyên navbera kompanyayên warê enerjiyê kiribûn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi