Danûstandinên Hewlêr û Bexdayê li ser bûdceya sala 2020 dest pê kirine
BasNews – Endamekî komîsyona darayî ya parlementoya Iraqê ragihand, danûstandinên Hewlêr û Bexdayê li ser amadekirina qanûna bûdceya sala 2020 ya Iraqê dest pê kirine.
Parlementerê kurd û endamê komîsyona darayî li parlementoya Iraqê, Ehmed Sefar ji BasNewsê re got, komîteyên Hewlêr û Bexdayê dest bi danûstandinê kirine li ser bûdceya sala 2020 ya Iraqê.
Sefar her wiha got, Herêma Kurdistanê daxwazî û pêşniyarên xwe di wî warî de amade kiriye, Bexdayê jî heman tişt kiriye û her du alî li ser wan mijaran gotûbêj dikin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî