April 16, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Peyama Serok Barzanî bi helkefta salvegera Şoreşa Eylûlê

Peyama Serok Barzanî bi helkefta salvegera Şoreşa Eylûlê

BasNews – Serok Mesûd Barzanî bi helkefta pêncî û heştemîn salvegera Şoreşa Îlonê peyamek belav kir.

Pêncî û heşt sal berê û roja 11 Îlona sala 1961, gelê Başûrê Kurdistanê bi rêbertiya Mela Mistefa Barzaniyê Nemir, li dijî hikûmeta wê demê ya Iraqê dest bi şerê çekdarî kir. Ji wê xebatê re Şoreşa Îlon (Eylûl) tê gotin.

Serok Barzanî bi vê helkeftê peyamek belav kir. Naveroka peyamê wiha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan,

Şoreşa Mezina Eylûl bi rêbertiya cenabê Barzaniyê Nemir şoreşekî siyasî û civakî û çekdarî û seranseriya gelê Kurdistanê bû ku bingeheke bihêz ji bo xebata rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê li dijî sitem û dagîrkeriyê danî.

Li şoreşa Eylûlê da Pêşmerge, kadro, mamosta, xwendekar, jin û hemû çînên civaka Kurdistanî ji netewe û olên cuda cuda, li hemû navçeyên Kurdistanê bi pêkve û ji bo yek armanca pîroza neteweyî û niştimanî xebat kirin û dîrok û serwerî tomar kirin. Ew destkeft û azadiya niha heye, berhem û berdewamiya qûrbanîdan û têkoşîna zarok û gedeyên gelê me ye li şoreşa Eylûlê da. Her li vê şoreşê da bû ku îrade û xweragirî û evîna niştiman li nav rêzên gelê me ewqas bihêz bû ku herdem dijminê pirçek li beramber da dişkest û cara dawî wê îradeya dijmin anî ser masaya danûstandinê.

Şoreşa Mezina Eylûl hem li dijî sitemkariyê bû, hem jî pêgihandina mirovên Kurdistanê, ji bo wê yekê ku gelê Kurdistanê mafên xwe binass û bihaya bilinda mirovane û Kurdperwerane li nav xelk û kadro û Pêşmerge da dirust bibe. Bi cûreyek ku li beramber dijmin da jî bi tenê ji bo carekî jî, şoreş dest ji bo kirdarekê nebir ku nakok be li gel biha û yasayên cengê.

Wane û bihayên wê şoreşa mezin divê ji bo me hemûyan bi bilindî bimînê û bibin çira û rênîşandera paşeroja me û nifşên paşarojê.

Li salvegera pêncî û heştemîn salvegera hilpêkirina şoreşa Eylûlê da, pêzanînên min ji bo wan hemû Pêşmergeyên qehreman û wan têkoşeran heye ku li şoreşa Eylûlê da rola hebûne û ked û xebatê kirine, qurbanî dane, çi ewên li nav me da nemane û çi jî ewên ku hê jî li jiyanê da mane.

Hezaran silav li giyanê pakê şehîdên şoreşa Eylûl û hemû şehîdên rêya azadiyê.

Mesûd Barzanî

10 ê Eylûla 2019

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi