April 25, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwaza qerebûkirina qurbaniyên Enfalê dike

Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwaza qerebûkirina qurbaniyên Enfalê dike

Hewlêr (Rûdaw -Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwazê ji hikûmeta Iraqê dike ku pabendî biryara Dadgeha Bilind a Tawanan be û qurbaniyên Enfalê qerebû bike.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di 31mîn salvegera Enfalkirina Behdînan de peyamek belav kiriye û dibêje di demekê de ku bi rêzdarî şehîdên enfala Behdînan û tevahiya şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin, daxwazê ji hikûmeta Iraqê dikin ku li gorî biryara Dadgeha Bilind a Tawanan li Iraqê ku enfal bi tawana dijî mirovahiyê û jînosîd û şer daya nasandin erkê xwe yê exlaqî bicî bike.

Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje divê hikûmeta Bexdayê qurbaniyên enfalê qerebû bike û hewiha ew Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî erkdar dikin ku bêhtir xizmeta qurbaniyên Enfalê bike û karkirin bo eşkerekirina wendayên Enfalan bike karê xwe yê herî li pêş.

Di pêla Enfalê de ku sala 1988 ji aliyê rejîma Baesê ve destpê kir bêhtir ji 180 hezar welatiyên Kurd şehîd û wenda bûn,  enfala Behdînan ji 25 Tebaxê heta 6 îlonê berdewam bû ku tevahiya navçeyan ji aliyê 5 firqe û yekîneyên Iraqê ve hatin kîmyabarankirin û gund hatin wêrankirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi