April 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Barzanî bi helkefta salvegera damezrandina PDKê peyamek belav kir

Barzanî bi helkefta salvegera damezrandina PDKê peyamek belav kir

BasNews – Serok Mesûd Barzanî bi boneya heftê û sêyemîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand, Partiya Demokrat a Kurdistanê ji roja damezrandinê ve li sengerên pêşî yên berevanîkirina  mafên rewa yên gelê me de ye.

Serok Barzanî bi helkefta heftê û sêyemîn salvegera damezrandina PDKê, peyamek belav kir. Naveroka peyama wî wiha ye:

“Bi navê Xwedayê Bexşinde û Mêhreban

Bi boneya 16ê Tebaxê, 73emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê germtirîn pîrozbahiya xwe arasteyî hemû kadro, endam û alîgirên PDK dikim. Herwiha pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîd, Pêşmergeyên qehreman û xelkê Kurdistanê dikim.

Partiya Demokrat a Kurdistanê ji roja damezrandinê ve li sengerên pêşî yên berevanîkirina li mafên rewa ên gelê me de ye û ji bo serfirazî û azadiya gelê me de hevşan bi hêzên têkoşer û niştimanperwer ên din ên Kurdistanê re qurbaniyên mezin dane.

Partiya Demokrat a Kurdistanê bi siyaseteke rast û durist û bi aşkere xebar kiriye û armanca xwe ya stratejî destnîşan kiriye û ta îro jî bi peyrewkirin li rêbaza Barzanî wek riya rast a Kurdatiyê bi diruşm û kirdarî pêşeng e.

Di vê boneyê de bi pêwîstî dizanim careke din spasiyê li xweragirî û kolnedana cemawerê PDKê û hemû xelkê Kurdistanê bikim. Piştevanî û xweragiriya we, sermiyana bêdawî ya PDKê ye û hêza zêdetir dide me û hewl û têkoşîma me ji bo dabînkirina dahatûyeke geştir ji gelê me re bihêztir dike.

Silav li giyanê pakê şehîdan, silav li Pêşmerge!

Bijî Kurdistan!

Her dem şad û serbilind bin”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi