February 22, 2020

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

14 parêzgarên Iraqê: Bila azmûna serkevtî ya Kurdistanê bo parêzgehên Iraqê jî bê veguhastin

14 parêzgarên Iraqê: Bila azmûna serkevtî ya Kurdistanê bo parêzgehên Iraqê jî bê veguhastin

Hewlêr (Rûdaw) – 14 parêzgar û cîgirên parêzgaran li gel Serok Barzanî civiyan û azmûna Herêma Kurdistanbê weke serkevtî binavkirin û daxwaz kirin ku ew azmûn bo parêzgehên din ên Iraqê bê veguhastin.

Serok Mesûd Barzanî îro li Selehaddînê pêşwazî li şandeke hevbeş a parêzgar û cîgirên parêzgarên parêzgehên Nînowa, Kerkûk, Bexda, Enbar, Dîwaniye, Zîqar, Selaheddîn, Wast, Mîsan, Necef, Kerbela, Besra, Diyalî, Musenna û Hewlêrê kir.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Baregeha Serok Barzanî ve hatiye belavkirin, di hevdîtinê de şanda mêvan pêzanînên xwe ji bo aramî û geşbûn û pêşketinên Herêma Kurdistanê anîn ziman û daxwaz kirin ku azmûna serkevtî ya Herêma Kurdistanê ji bo parêzgehên din ên Iraqê jî bê veguhestin.

Herwiha şanda parêzgar û cîgirên parêzgaran, spasiya gelê Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê kirin ku di dema êrîşa terorîstan û li rojên dijwar da bûne penageha sedan hezar koçberên Iraqê û her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin amadebûyên civînê “pesna rola dîrokî ya Serok Barzanî dan û ji bilî wê yekê balkişandin ser qeyrana niha ya Iraqê û daxwaz kirin ku Serok Barzanî roleke xwe ya bi bandor di çareserkirina kêşeyên Iraqê û vegerandina aramî û hêviya Iraqê de hebe.”

Hatiye belavkirin ku her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebûyên civinê kir û dîtin û nêrînên xwe yên derbarê rewşa siyasî ya Iraqê xiste rû û ronahî jî xiste ser wan sedeman ku qeyran û kêşeyên niha yên Iraqê pêkhatine.

Herwiha Serok Barzanî “ji bilî balkişandina li ser azmûna serketiya Herêma Kurdistanê, ragihand ku eger li Iraqê aştevayî ya rastîn bihata peyrewkirin û hemû aliyek pabendî destûrê ban niha Iraq si rewşeke baştir de dibû” û hatiye gotin,di dirêjahiya axaftinên xwe de Serok Barzanî, tekezî li ser “çanda lêborînî û pêkvejiyana di navbera pêkhatên Iraqê de kir” û derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û parêzgehên Iraqê de “piştevaniya xwe ya tevahî ji bo pêşxistina wan peywendiyan û karê hevbeş di warê geşepêdan û avadankirina wan de” ragihand.

Rêber Ehmed,Wezîrê Navxweya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dr Sebah El Dilêmî, Wezîrê Plandanana Iraqê amade bûn di wê civînê de amade bûn.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.