March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

2 partiyên Kurd bûne yek

2 partiyên Kurd bûne yek

Çavkanî :Rudaw

Herdu partiyên Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê û Partiya Ayîndeya Kurdistanê bi awayek fermî yekgirtina xwe ragihandin. Berpirsên herdu partiyan gotin ku yekgirtina wan dê ji bo Kurdistanê bibe destkeft.

Piştî gotûbêjên du salan, îro li baregaha Polîtbûroya YNKê ya li bajarê Silêmaniyê, rêwresma yekgirtina YNKê û Partiya Ayîndeya Kurdistanê bi awayek fermî hate ragihandin.

Di merasîmê de Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl ragihand:

“Hevgirtina YNK û Ayînde destkeftek giring e ji bo paşeroja gelê Kurd. Nehezên Kurdand ixwazin yekrêzî û hevgirtina di nava gelê me de têk bidin lê em jî rê nadin.”

Berpirsê Polîtbûroya YNKê Mele Bextiyar jî diyar kir ku pêwîstiya Kurdan bi hevgirtin û yekîtiyê heye û got:

“Di dema borî de çandîn caran li dijî ezmûna demokrasiya gelê me plan hatine danîn lê serneketine.”

Mele Bextiyar rêkeftina YNKê û Tevgera Goran weke rêkeftinek giring bi nav kir û wiha axivî:

“Em hêvîdar in ku ji bo sererastkirina nav mala Kurd, li gel PDKê û hêzên din jî bi rêbikevin. YNK naxwaza îradeya xwe li ser PKDê de zal bike û PDK jî heman awayî. Divê em hemû ji bo peydakirina çareseriyan kar bikin ku çare jî lihevkirine.”

Derbarê rêkeftina li gel Partiya Ayînde jî Mele Bextiyar wiha peyivî:

“Li cîhana siyasetê de cudahiya cêwiyan jî heye. Lê yekbûn ji rêkeftinê cudatir e. Me li gel Ayînde yekbûn pêkanî. Ev du sal in em li ser vê yekê gotûbêjan dikin. Tevahiya pêvajoya yekgirtinê gehişte encamê. Ev yekgirtin jî ji bo bihêzkirina yekîtiyê ye.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi