April 18, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

91 jinên Kurd beşdarî Kongreya Jinan a Cîhanî ya li Tûnisê bûn

91 jinên Kurd beşdarî Kongreya Jinan a Cîhanî ya li Tûnisê bûn

Hewlêr (Rûdaw) Ji her çar parçeyên Kurdistanê 91 jinên Kurd beşdarî Kongreya Jinan a Cîhanî ya li Tûnisê bûn. Jin dê di kongreyê de pirsgirêkên xwe bigihînin Neteweyên Yekbûyî û hewl bidin pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Endama Rêxistina Jinên Kurd Nêrgiz li Munih a Almanyayê Vanîsa Reşîd ku nûnertiya jinên Başûrê Kurdistanê di kongreyê de kiribû, îro Çarşemê ji Rûdawê re ragihand, “Ji bo cara yekem şandeke serbixwe ya Kurdistanê ji her çar parçeyên Kurdistanê ku ji 60 jin Bakurê Kurdistanê, 20 jin ji Rojhilatê Kurdistanê, 9 jin ji Rojavayê Kurdistanê û 2 jin jî ji Başûrê Kurdistanê beşdarî Kongreya Jinan a Cîhanî bûne.”

Yekemîn Kongreya Jinan a Cîhanî di sala 2011an de li bajarê Caracas ê Venezûelayê di 100emîn salvegera Roja Jinan a Cîhanî de hate lidarxistin û ya duyemîn jî di 2016an de hate kirin. Di kongreya sêyemîn di 6ê Îlona 2022an de li bajarê Xertûm a Tûnisê dest pê kir.

Vanîsa Reşîd got, “Di vê kongreyê de jinên ji çar aliyên cîhanê tên ba hev û pirsgirêkên xwe tînin ziman û her kes behsa êşa jiyana jinên welatê xwe dike.”

Kongre her pênc salan carekê tê lidarxistin, Vanîsa Reşîd anî ziman, “Îsal 5 rojan, ji roja yekem ve li paytexta Tûnisê ku kongre lê tê lidarxistin, jin xwepêşandanan dikin û pirsgirêkên xwe tînin ziman û daxwaza çareseriyê dikin. Ji kongreya yekemîn ve em beşdar bûne.”

Vanîsa Reşîd li ser girîngiya kongreyê got, “Ev gelekî girîng e, ji ber ku hemû jinên cîhanê kom dike û êş û azarên jinên ji hemû welatan nîşan dide, ez di roja yekem a kongreyê de û di xwepêşandana Tûnisê de wek nûnera Başûrê Kurdistanê bi Alaya Kurdistanê beşdar bûm.”

Kongreya Jinan a Cîhanî ji 20 workshopan pê tê, Vanîsa Reşîd li ser workshopan got, “Di roja duyemîn a kongreya îsal de semînereke min li ser bikaranîna jinan di şer de hebû, tê gotin ku gelek caran jin di şer de weke çek bikar tînin da ku neteweyekî ji binî ve hilweşînin û biêşînin destdirêjî li jinan tê kirin.”

Vanîsa Reşîd anî ziman, “Piştî kongreyê em ê hemû pêşniyarên ku me kirine kom bikin û ji bo çareserkirina wan ji Neteweyên Yekbûyî re bişînin, em dizanin ku çareserkirina hin pirsgirêkan ne hêsan e û dem dixwaze lê em ê bi hemû hêza xwe hewl bidin.”

Vanîsa Reşîd li ser beşdariya Kurdan û bi taybetî li ser beşdariya jinên ji Başûrê Kurdistanê got, “Bi rastî jî beşdariya jinên Başûr cihê pirsê ye, me di meha Adara îsal de serdana Herêma Kurdistanê kiribû ku heta ji destê me were em jinên Başûrê Kurdistanê li hev bicivînin lê wan ti însiyatîf wernegirtin ji bo ku beşdarî kongreyê bibin û behsa pirsgirêkên xwe bikin.”

Seroka Rêxistina Jinên Kurd Nêrgiz Niyaz Caf ku ew jî beşdarî kongreyê bibû ji Rûdawê re got, “Di destpêkê de rê li ber me hat girtin ji bo ku em beşdarî kongreyê nebin lê pişt re me got ku divê em beşdarî kongreyê bibin û em ji Kurdistana Iraqê hatin û bi Alaya Kurdistanê beşdarî kongreyê bûn. Min li wir behsa wê yekê kir ku em li dijî hev nînin. Me bi hev re behsa êş û azarên jinên Kurd kir, hebûna Kurdan û beşdarbûna wan di vê kongreyê de gelekî girîng e ji ber ku hemû jinên cîhanê dê li hev kom bibin û pirsgirêkên xwe pêşkêş bikin. Em dê sibe Ey Reqîb bi Erebî û Îngîlîzî li ser dikê bixwînin.”

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi