March 28, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mamoste Mizgîn Yalçin; xebatkareke çalak a zimanê Kurdî

Mamoste Mizgîn Yalçin; xebatkareke çalak a zimanê Kurdî

Êlih (Rûdaw) – Mamosteya zimanê Kurdî Mizgîn Yalçin rûniştvana Êlihê ye û li dibistana gundê Malabadî ya bi ser Farqîna Amedê va mamosteyâ zimanê Kurdî ye. Li dibistana wê 200 zarokên di polen 5-6-7 û 8an de waneyên Kurdî hilbijartine û take mamosteya Kurdî ya wê dibistanê ye.

Mamosteya zimanê Kurdî ji bilî li dibistanê odeyek mala xwe jî kiriye studyoyek û li wê studyoya xwe berdewan vîdyoyên Kurdî amade dike û li torên civakî pêşkêş dike. Her waha ji Amerîka, Almanya, Holanda, Azerbeycan û Tirkiyê 10 xwendekarên wê yên taybet hene ku bi rêya online ji wê dersa Kurdî werdigirin.

`Zarok di deras Kurdî de rehettir in`

Mizgîn Yalçin, Mamosteya Zimanê Kurdî, dibêje, “Eger beşa min Kurdî neba, min nedikarî mamostetiyê bikim, ji ber Kurdî ye û ez bi hezkirinekê çûm wê beşê. Zarok li nava çavên te dinêrin, her tiştî fêm dikin û zehmetiyê nakişînin di dersê de û rehettir dibin. Ev kêmasî di dersên din de heye, ji ber bi Tirkî dibînin, Tirkî nizanin û piştre fêr bûne, lewma di dersan de zehmetiyê dikişînin. Lê di dersa min de rehet in, ji ber ku her tiştî dizanin û em bi hev re şan û geş in û dersa xweş derbas dibe û bi çavekî xweşiktir li te dinêrin.”

Mamoste Mizgîn li ser girîngiya dersa bijarte jî dibêje, “Pola 5-6-7-8 wek polên zarokan e û temenê wan biçûk e. Dema mirov bi zimanê xwe destbi jiyanê bike, zimanên din jî bi rehetî hîn dibe. Eger zarok bi perwerdehî zimanê xwe hîn bibe bi xwendin û nivîsandin û hînî zimanekî ewqas dewlemend bibe, zimanên din çawa hîn nabe! Mejî berfirehtir dibe.”

`Mamosteyê herî mezin dayik e`

Perwerdeya zimanê Kurdî ya mamoste Mizgîn ji zarokatiyê ve destpê kiriye ku dê û bavê wê her tim bi wê û xwişk û birayên wê re berdewam bi Kurdî axivîne. Di rêwîtiya wê ya mamostetiya Kurdî de ku ronahî li ber wê xistiye jî her ew hêstên di zarokatiyê de bûne ku di nav malbatê de hatine hûnandin û ew jî bûye yek ji xemxura zimanê Kurdî.

Aynûr Yalçin, Dayika Mamoste Mizgîn, dibêje, “Mamosteyên pêşiyê dayik û bav in. Ez berdewam bi zarokên xwe re bi Kurmancî diaxivîm, da ku zimanê xwe jibîr nekin. Mamosteyê herî mezin û sereke; dayik e. Ez dixwazim her dayik li ser zarokên xwe bisekinin.”

Xebateke aktîv li ser torên civakî

Ekrem Yalçin, Bavê Mamoste Mizgîn, diyar dike, “Min xwest zarokên min li ser wî zimanê xwe bielimin û xwe li ser wî zimanî pêş bixin.”

Mamosteya Kurdî Mizgîn bi eslê xwe ji Norşîna Bedlîsêye û wê heta niha zêdetirî 50 vîdyoyên ravekirina waneyên Kurdî amade kirine û li ser hesaba xwe yê bi navê `Kurdî Online` belav kiriye.

Hesaba `Kurdî Online` ya Mizgîn Yalçin 60 hezar şopîner hene û her ji ber wê xebata xwe ya aktîv ji bo ziman li ser torên civakî, Mamoste Mizgîn ‘Xelata Baştirîn Youtuber a Perwerdê` wergirt û ev yek jî ji bo wê bû motîvasyonek.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi