Jineka mesîhî bû seroka desteya mafên mirov ya Kurdistanê
BasNews – Serokê desteya mafên mirov ya Kurdistanê hat guhertin û li şûna wî jineka mesîhî bû seroka desteyê.
Parlementoya Kurdistanê îro serokek nû bo desteya mafên mirov ya Herêma Kurdistanê hilbijart.
Di civîna parlementoyê de, kandîda mesîhî ya bi navê Muna Yuhena bi 71 dengan li şûna Ziya Pitros bû seroka nû ya desteyê.
Muna Yuhena 51 salî ye û doktora wê di hiqûq û qanûnê de heye.
Li gorî sîstema parvekirina desthilatê, serokatiya desteya mafên mirov pişka mesîhiyan e.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî