September 19, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Gelo nivîsandin li cem jinan çi ye?

Gelo nivîsandin li cem jinan çi ye?

Evîn Şikakî

Ma rast e ku, hemû berhemên jinan yên nivîsandinê, mebest jê rexnekirina desthilatdariya mêran e?

Gelo nivîsandin pirseke sereke ye di jiyana jinan de weku ku, di jiyana mêran de ye, yan na? Yan jin xwe tavêje hembêza nivîsandinê, da ku dîwarê bêdengiya xwe hilweşîne?

Gelo mêr çawa jina nivîskar dibîne?

Jin dikare pirsgirêkên xwe bi rêya nivîsandinê çareser bike û biwêrekî derbirîne û bîne zimên? Yan nivîsandin bi tenê bizava hezkirinekê ye?

Ma jin dema dinvîse bi hestên xwe weke jin dinvîse, yan bi hestê mêran derdibirîne?

Dibe ku nivîsandin di hinek cihan de qîrîna civakê be?

Bi sedên salan derbirîna êş û azarên jiyanê tenê mêran weke erkeke xwe didît, ji ber ku di nerîna wan de şiyanên nivîsandinê li cem jinan peyda nabin û nikarin derbirîna zehmetiyên xwe jî bike û bîne zimên.

Di nerîna civakê de bi giştî û ya mêran jî bi taybet, heta demeke nêzîk jî tenê erkê jinê anîna zarokan û perwerdeya wan bû. Jin di nerîna wan de divabû tenê kevaniya mala xwe be, tenê erkê wê karê nava malê birêve bibe, lê nivîsandin, dahênan, derbirîna êş û azaran û xweşî û nexweşiyên jiyanê ji erkê wê nedidîtin, ev hizir û zihniyeta zilaman hem rê li ber jinan digirt, hem jî bawerî li cem jinan jî çê dikir ku dûrî karê nivîsandinê bibe û jê bitirse.

Em baş dizanin ku dema jin xwe di karê nivîsandinê de dibîne çi edebiyat be û çi nivîsandinên din ên curbicur mîna lêkolînên bi zanistî jin biser dikeve, ji ber ku jin bi hestê xwe wekî jin dinvîsin, ne wekî mêr, bêhtir dikare behsa zilim û zordariya bi serê wê hatî kirin, bike. Jin miroveke dilovan e, hest nazik e, bi qasî wê hezkirina xwe ya mezin ji jiyanê re êşa xwe tîne zimên, bi qasî dilovaniya xwe hişmendî û têgihştina xwe dikare di rêya nivîsandinê re derbirîne û bîne zimên, lê gelo pirs ev e, her jin dikare hezkirinan derbirîne?

Dikare behsa zulma li ser tê kirin ji aliyê civak, malbat û mêrî, biwêrekî binvîsîne?

Bê gûman na, her jin nikare, lewma pêwîst e jin di hundirê xwe de azad be, di jiyana xwe de miroveke xwedî biryar be, divê baş bizane ku, her tişt qurbanî jê re divin, derbirîna hestê insanan pêwîstiya xwe bi azadiya fikir û ramanan heye, pêwîstiya xwe bi pêşketina civakê heye, pêwîstiya xwe bi wan hizir û bîrên ku bi sedên salan in di mejiyê mêran de hatine çandin heye, yên di damarên civakê de hatine çandin, li ser kesayetî, erk û saykolojiya jinan bêne guhertin, wê demê di baweriya min de jin dê bikare hestên xwe derbirîne û di dil û mejiyê xwe yê veşartî de nehêle.

Riataza

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.