September 23, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Tariq Heso..Pîroziya çejna çilê havînê di baweriya ola Êzîdiyan da

 

Êzîdi wekî xweya ola her ya  kevnara di  rojhelata navînde , her  jiber wê yekê heta niha gelek tîtalû rewştên şaristaniya mezôpotamya  linav wan peyda   dibin .Li gor dîrokê êzîdi çendîn çaran tûşî firmanu şeru nexoşiyan bûna û gelek qûrbanî dana  li pêxemtî da hertim  rewştên xwe yên olî ji nekanu  bên parastin  heya roja îro. Çihê wan yê olî perêzgeha  lalisha nuraniya li başurê kurdistanêya . Li gor baweriya ola wanû pêzanînên ma ev çejna zor ya kefna  bizehmat bikarîn bêjîn yakîş damiya , lê rastîya wê vedigerêt bo hemu çejnêt êzidiyan li damê mîtrayan u sumeriyanu babilyan , anku bo damê wan  xudawendên pîrozên  xozayên kevinn û girêdane wan li gel koka jîyanê   weka Rojê yan Heyivê – Steran –Agerî … . jiber hindê em dikarîn bêjîn çilê haviynê ya girêdaya  bigermatiya rojêveu pila germatiyê li ser qûtu berhemê  salê li van çil rojan da , di bijnê çileger ankû  her çil roj germtrîn rojin  di haviynêda .  lê li vira ya gerng boma ewa ka çawa jimara 40 buya tiştek balkêş di hemu olên dûnyayên da , heta neha  ya berdewama heya îro diçila miryanda û Roje daykbûna zarokan da . liver min  divêt bêjm zimanê însamî zor gernga bo şexsê însanê û behayê wî li nave miletî da dema gotena başu xerab ji davî dartêt , jiber hindê sebeqa qewulê êzidiyan  hatiya goten bihevra girêdedet zimanî û jimara  40 lê , dema kerm dikatu dibêjît ;

Hinçîyê  hukim  kir li zimanî

Wê boriya li ber rehmanî

Wekî çil çila wî miçahida  hilanî

Di ola ezdayîda gelek çaran û bigelek rengan jimara 40 hatiya gotena wekî çila miryan – çila daykbûna zarokan – çilê haviynêu yê zistanê her wesa hatiya her kesê bivêt li mala Şêxadî bimînetu bita xizmetkar pêdivîya çila (gerbit) eva jî şertu merça ji bo mane wê li lalishê . livir pisyar têkirn pîroziya 40 lê li çem êzidiyan ji ber çiya ?  ji kor hatiya nav ola  ezîdiyan   ?

Li gor mîtôloçiya ola êzidiyan hatiya gotin çara  yekemîn  li ser zimanê pêxember   ( Nûh ) bu , di çîroka tufanêda ya hera navdar li çim hemu olên dûnyayêda û bigotina  wekhevîu nêzîk bûn têgotin  . lê liçim ola êzidiyan hatîyau dibêjît Nuhê pêxember başterîn kesbû  çakê xudêbû li wî demê de , lê xelkê dî tirsa xudê didelda nemabû her wesa bêwijdanîu zilmu zordarî  û neheqî pir belava bu linave  miletîda  . Her wekî hatiya goten yezdanê dilovan emer kir evan însanan jinav bibat birêka baran barînêu ava  tufanê ,  ji ber wê zilmû neheqîya xelkî li erdê xudê  . Her wekî ma gotî  Nûh  pêxember çakê xudêbû   linav xewna xwe dît ev fermana xudêu ew tufane .   jixwira fekrî jimiletra bêjit , rabû milet li çem xwe komkir gotê baranek dêhêt bêhisêb xelik hemu liber avê  dêçît  dêbita dawiya jîyanê li ser rûyê erdî lê pştî 40 Rojên din . Wekî hatiya gotin difelisfa ola Êzidyan da Nûhî  paporek dirûstkir  bidastê hostayan  ji hemu xûlyaqetan xestin navê çî însan yan heywan , da tovê jiyanê her berdewam  bimînit  . Dam hatû çû dîyar nebû got pştî 40 heftên din , dîsan  çû diyar nebû , got pştî 40 mehên din her çenda ji layê miletîva  bûya çihê gomanêu  na  baweriyê , li dawîyê got 40  salên din  . Li nave milet  belavebû jira digotê pêxember Nûhê bêbawerî , qed  îmane milet  bitufanê  nema  . Heta salên xudê  temam bûn nîşanên tufanê dîyar bûnu baraneka zor hat li damê çil rojanda bê rawestan , bilnd bûna avê gehşta 40 gezan li ser ruyê erdî , pştî vê hemûyê bayekî bihêzu barofe li damê 40 Rojan hat  ewbû bireza xudêu ferwara wê evhemu hat xewarêu çû linav erdîra , çarek dî papora Nûhî vegre ser rûyê erdî  . Çîroka tufanê dirêja  , lê livira ji mira xewya dibit kû jimare  40   ji demê pêxember Nûhve hatiya linav mîtoloçiya êzidiyan,  wekî xweya hatiya digotenin serdefde  dibêjin Nûh pêxember li lalish maye damê Deh salan rojêm çilê havînu sistanê girtîna linav şekefî digotê ( Çilaxana ) . Her bozanîn  heta nihajî binavê wî tê naskirn , lê pştî hatina Şêxadî bixêr bo lalishê gelik gorîn bixova dîten jira digotinê çilaxana Şêxadî .  Her wesa navê evê çejnê jî kira çejna  Şêxadî  . li vê çejnêda berî roj biçît ava ( 366 ) çira hildikenu vêdixên  li gor jimara  rojên salê .

Gereka  em ji bîr nekeyin gelik mêjwunasan  gotina  jimara  40  ji demê ferhûnan hatiya  ankû  damê misra kefenda çûnkî wane miryên xwe  40  rojan bin ax nedikirn ligor bawerya wan ya jiyanê  digotin  ruha însanan  ta  40  Rojan libin danû standina yezdanê dilovan  daya , Libanda dadgeha xudawendiya . Ta neha Jî  maya li çem hemu olû miletên dûnyayê  weku roja xêrkirnê ji bo miryan.

Hatina çejna çilê haviynê dikefî te  31  temûzê heta 2 Augustê li gor hisêba rojava anku 13 Roj derbaz dibin dêbita 1 meha rojhelatî  . berî vê çejnê çilegir 40 rojîyan digrin li male Şêxadî li nav germa haviynê da . Ew kesê rojîyan digrin  Baba Şêxa û çêvata  rohaniya – ew kesên li mala Şêxadî her dam akinçîna  wekî xilmatkaran û xoşkestîyên  lalishêna – her kesê xêrxiwaz  ji bivêt ji  xôra xêrê bikat  dikarît  bigrit  . Li gor baweriya  olî  ew rojîna ne lazima  liser tevaya êzidyan , belku tinê girêdayî lalisha nuraniya , ji ber hindê çejin tinê li lalishê tê gêran bo demê sê rojan . Berî çejnê bi rojekê Şêx yan Pîr qesta ber lalishê  diken û hazirya xwe  ji mirîdên xwera dikat bi goştina serbirekê da roja çejnê li tevaya mirîdu kesên hazir bilava bikat . Dikarîn bêjîn hatina êzidiyan bo çejnê birengek  zor qesta lalishê dikan . Her li van salên dawyêda   rêja êzidyan ji derveyî iraqê ber bi zêdabûn çuya  nexasma  pştî sala  1991  . Dikarin bêjîn piştî baş bûna rewşa emnî li kurdistanê qayim bûyî  .  Hatina gelê êzidiyan bo lalishê jira dibit heçkirin  ji layekîva , her wesa kobûneka çivakîya bo xûrt bûna bawerya ôlî  ji layekîva , ç ona  wan boser  gorê  babkçakên ôla  êzidyanu çihên pîrozên  wekî  kaniyspî û zimzima Şîxadî – mizarî Şêşimu ….

Li roja çejnê serê subê serokê çivate rohanî ya ola êzidyan Baba Şêx li gel çôqa xwe ya olî  mîr tahsîn bak u pêşîmam – Babê gavan – Babê Çawîş – Şêxê wezîr – Mîr hac û komeka nasyarên êzidyan lihev diçevinu çejna hevdwû pîroz dikenu Pştî  hingî  qesta ber Babçakan diken . Tê zanîn liber her mezargehakî jire  dibêjn ( xûdan) serbirek  tê serjêkirn  deken( Simat) . Ewjî ewa têt durstkirn ji goştu şîro u genima li ser xelkê belave diken . Her wesa liher sê rojên cêjnê Sema têgêran , ewji ewa  weka reqsa oliya ji layê heft zanayêt oliva têt gêran liber dangê def û şebaba û gotina qewlû  medhê xudê li nava mileda . Eva ji wê radigehînt nîşana heft  firştaya anku milyaketaya  .  Her bozanîn  ev Sema li demî sûmirîyan jî hebu di hatgêran jilayê oldarenva di hemu salande . li dawyê es evê çejnê li tevaya gelî êzidi pîroz dikem , bitayîbet li çilagrên mala Şêxadî , heviy darm ev çejna hersal bisermeda bihêt bixêru xoşîu  saxu selametî bo tevaya   gelê maû xêrxwazan .

 

Tariq Heso

2013-07-28

 

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.