September 18, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mustefa Reşîd :Pêşgotina Mijara Mîtraîzmê

Pêşgotina Mijara Mîtraîzmê

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl)/ wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

Ji Kaniyên Yezdaniyê

Bi navê Xwedayê Gewre û Mihirvan

Pêşgotina Mijara Mîtraîzmê

Pêş ku em têkevin mijara Mihir (Mithras), du tişt tên bîra min:

Yekem: Dema ku ez hên zarok bûm û diranekî (didan) min ket, dayîka min – dilovaniya Xwedê lê be – ji min ra got: Diranê xwe bavêje ser banê xênî û bêje: Ya Rojê! Vî diranî bibe û diranekî nû bide min! Min wisa kir û – wek ku tê bîra min – piraniya zarokên nifşa min jî wisa dikirin. Me wê hîngê ti guman nedibir ser wê yekê ku roj wê diranê ketî bibe û yekî nû ji wî baştir bide me.

Duwem: Di sala 1975-an da ez li gundê Şidûdê yê ser bi herêma Babê, ku li bakur-rojhilatê bajarê helebê dikeve, dimam. Min li wir çavdêriya hin zeviyên me dikir. Wê hîngê şêwazê giştî yê civaka kurdî li herêma Babê û li gundên Kurdan yên li wê dorhêlê heya bi Ezazê, şêwazekî êlî û derebegî bû. Bi herhal, heya niha jî hên wisa ye.

Bi bandora vî şêwazê êlîtiyê, apê min Elî – dilovaniya Xwedê lê be – hin caran ji min ra li ser pêşiyên me, bav û bapîr û xizimên me, mêr û jin, yên ku li herêmên din dimînin, diaxivî. Hin ji wan herêman, gundên Kurdan bûn yên ku ser bi navçeya Sifîrê ne li başûr-rojhilatê Helebê; wek gundên Til Elem, Til Eran, Til Hasil, Kubarî û gelekên din. Herwisa li ser hin gundên Deşta Cûmê li herêma Efrîn – Çiyayê Kurmênc. Apê min ji min ra dara kok û binyata malbata me hewalda (xeber da), ku heya niha jî li ba min tomarkirî ye.

Wisa, min ji apê xwe zanî ku koka malbata me ji êla Dinane (wek Dina jî tê gotin). Ev êl yek ji 12 êlên Kurdane ku yekîtiya êlên Berazan ya mezin pêktînin. Di pey ra min naskir ku êla Dinan mîna piraniya êlên Kurdan di bingeha xwe da êzîdî ye. Di hin rewş û nîrên ne diyar da, hin şax ji vê êlê bûne misilman ku em jî ji şaxekî wisa ne. Bi herhal, ew bi sedema zor û pestana desthilata îslamî serdar û bandora şêx û serekêlên Kurdên misilman, ji neçarî bûne misilman. Lê heya niha jî hin şax ji êla Dinan li Şengal, Efrîn û cihên din li ser êzdîtiyê mane.

Di pey ra ez têgihîştim ku navê bapîrê min “Şem” – dilovaniya Xwedê lê be – yek ji navên êzîdiyan yên resene. Dibe ku ew kurtahiya navê “Şêx Şemsedîn” be (Hesen bin Şêx Adî / Edî, 1184 – 1246). Ew bi navê “Tac El-Arifîn” (Taca Zaneyan) û “Şêx El-Ekrad” dihate naskirin. Wî, piştî wexerkirina bavê xwe, rêveberiya êzîdiyan wergirt. Dibe ku peywendiya navê “Şem” bi rojê ra hebe, ji ber ku roj semboleka yezdanî pir kevine û heya niha jî asta xwe di êzdîtiyê da parastiye, wek navê rojên hefteyê, ji bilî roja îniyê.

Rojekê ji rojan, apê min Elî li ser bapîrê min Şem axivî û got: Weseka wî ji min ew bû ku ez piştî mirina wî, ji bo giyanê wî, gayekî jêra bikim qurban. Apê min xemgîniya xwe da

xuyakirin ku heya niha rewşa wî ne alîkar bû ku weseka wî bi cih bîne û ev peywir da ser milê min. Di rastiyê da, vê weseka bapîrê min Şem bala min pir kişand. Li gor xwerisk û adetan, wesek di rewşên wisa da, qurbankirina berxekî yan jî mîhekê bû. Lê ku qurban gayek be! Ev tişt ji bo min tiştekî nû bû.

Piştî wê bi 40 salî, min nirxê bermaya ayînî pir girîng yê vê weseka bapîrê xwe û penda dayîka xwe naskir. Wan herdiyan – bê mebest û zanîn – baweriyên yezdaniyê û mihraiyê (Mîtraiyê) ji bav û bapîran digihandin zarok û neviyan. Ev baweriyên ku berî niha ji çar hezar sal da dirêj dibin û tên. Mebesta min sembola rojê ye di ayîna ariyanî gelemper da û dêlîndêza serjêkirina gayan di ayîna Mîtra (Mihir, Mithras) da ye.

Me berê jî asta ayînî ya rojê di yezdaniyê da anîbû ziman.

Niha ma ku em bipirsin: Gelo Mihraî (Mîtraî) çi ye?

Şemî, 21.11.2015

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.