April 04, 2020

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mîrê rewşenbîriya kurdî li Kafkasyayê: Xelîlê Çaçanê Mûradov

Mîrê rewşenbîriya kurdî li Kafkasyayê: Xelîlê Çaçanê Mûradov

Mehmed Salih Bedirxan

Pendên pêşiyan yadîgarî ne. Mîrata kon a kurdewarî ne, pendên pêşiyan gelekî pîroz in. Mayeya şanaziyê ne bo gel û hoz an. Pendên pêşiyan belgeya diyardeya mêjû û welatan e.

Hejar Mukriyanî

Dema navê Xelîlê Çaçan dikeve kerîneka guhê min, yan jî rastî wêne û kitêbên wî dihêm yekser ev pêşgotina rewşenbîr, nivîskar, ferhengnivîsê navdarê kurd Hejarê Mukriyanî ya di kitêba “Pendên Pêşiyan” da nivîsandiye dihête bîra min. Xelîlê Çaçan Mûradov di 11 Çileya 1924an li Ermenistanê ji dayik bûye. Yanî îro roja şemiyê 11 Çileya 2020an 95 saliya Xelîlê Çaçan Mûradov e.

Di nava cemaeta kurdan da, ye bi kurdî û kurdiniyê ra rabibûbe; hetmen navê Xelîê Çaçanê Mûradov bihîstiye. Lewre ya kitêbên wî xwendiye yan wî/wê ji keda Xelîlê Çaçanê Mûradov a di ber kelepora kurdî da çêbûye.  Xelîlê Çaçanê Mûradov li gundê Karvanserê yê navçeya Elegezê ya Ermenistanê hatiya dinyayê. Ligor zanyariyan binemala Xelîlê Çaçan ji eşîra Şeref Xanê Bîtlîsî – Rojkiyan e û koka wan li Bîtlîsê bûne, dû ra ji ber şerê ûris û osmaniyan hatine navçeya Dîgorê ya Qersê, ku di wan deman da di bin destê rûsan da bû, û ji wir jî beşek ji eşîra wan di qira ermenîyan ya di sala 1915an da xwe li çemê Erez xistine û derbazî Ermenistanê bûne, li wir bi cî bûne.

Lêkolînerê kurd Nîhat Gultekîn di gotara xweya bi navê “Hiş û mejûyê radyoya kurdî ya Yêrêvanê; Xelîlê Çaçan Mûradov” da belav kiriye em pê dihisin ku Xelîlê Çaçanê Mûradov xwedîyê du dîplomayên xwendinên bilind bûye. Herwiha piştî xwendina xwe ya dibistana bilind di 30 saliya xwe da dest bi çalakiyên kultur û hunerê kiriye û di 33 salîya xwe da bûye berpirsyarê Radyoya Rewanê û 24 salan Serokatiya Radyoya Rewanê kiriye.

Di serdema serokatiya Xelîlê Çaçanê Mûrdov bo Radyoya Rewanê da, radyo dibe dengê hemû kurdan. Her rûdaneka li Kurdistanê di Radyoyê da dihête behskirin. Bi dehan şano dihêne pêşkêşkirin. Bi serperiştiya Xelîlê Çaçanî Mûradov rojnamegerên kurd di rojnemaya Rya teze û Radyoya Rewanê de kar dikin. Dengbêjên kurdên Sowyetê serdana Radyoya Rewanê dikin û di Radyoya Rewanê da stran, efsane û destanên kurdî dihêne tomarkirin-

Ji seyra dîrokî ya Radyoya Rewanê û ji serpêhatiyên Xelîlê Çaçanê Mûradovî em tê digihên ku ew rojnamevan, nivîskar û xizmetkarekî mezin ê çand kultur û edebiyat û zimanê kurdî bûye li Kafkasyayê. Xebat û rola Xelîlê Çaçanê Mûradov ya di ber kurdiye da dişibin xebatên mîrekî yên di ber ziman keleporê da. Û di nezera min da çi terazûyek nîne keda Xelîlê Çaçanê Mûradov endazeyî hin kesên din bike.

Xelîlê Çaçanê Mûradov di temenekî ciwan da di 57 saliya xwe da li Ermenistanê koça dawî kir. Wî wan salên xwe bo kurdan û kurdîniyê terxan kir. Bi dehan gotar û 7 kitêb li dû xwe hiştin.

Berhemên Xelîlî Çaçanê Mûradov wiha ne

–          Moriyê Nenê (Kurteçîrok)

–          Qisên Cimaetê (Nimûneyên Zargotinê)

–          Klamên Cimaeta Kurdan

–          Du Poêm (Destanên Zambîlfiroş û Memê û Eyşê)

–          Benê Min Qetiya (Kurteçîrok)

–          Cewahirên Kurdî (Zargotin)

–          Pîês-Şanoya bi navê Memê û Eyşê

Serdarê kurdan Nemir Mela Mistefa Barzanî dema seredana Radyoya Rewanê kirîye, dergheqa Xelîlê Çaçanê Mûradov de wiha gotiye:”Rola radyoya kurdî ya Yêrêvanê û serokê wê Xelîlê Çaçan di karê hişyarkirina gelê Kurdistanê da pir e.“

Cegerxwînê mezin jî bo wefata Xelîlê Çaçan nameyeke ha ji malbeta wî ra şandîye:

Ez bi we ra ji bo mirina heval Xelîlê Çaçan – wî peyayê payebilind – xemgîn û dil tijî kul û ah û kovan dibim. Heval Xelîl stêrkeke geş û ronî bû û di şevreşa rewşa miletê me da ji esmanê torevanî qurijî û bi carekê va unda bû. Hêvîdar im, ku bîrewarên kurdên Sovyetistanê bi gernasî şûna wî bigrin. Heval Xelîl serê xwe danî, lê navekî mezin û malbeteke hêja û payedar şûna xwe hîşt. Hêvîdar im tarîxa jîndarîya heval Xelîl dûr û dirêj bê nivîsar û ji me ra bihêlin, ku tarîxa Kurdistanê di rojekê fire û bilind bibe.

De, xwedê wî di buhuştê da, di qata jorîn da dilşad û rûgeş xwedî bike.

Heval û dilxwezê we – Cegerxwîn.

Herwisa Profesor. Dr. Qanatê Kurdo jî bo Xelîlî Çaçanê Mûradov gotiye:

“Xelîlê Çaçan hiş û mejûyê radyoya kurdî ya Yêrêvanê bû. “

Dîsan folklornasê kurd Profesor. Dr. Heciyê Cindî jî destnîşaniyê bi keda Xelîlê Çaçanê Mûradov a di ber zargotina kurdî da kiriye û gotiye: “Xelîlê Çaçan pey xwe ra ji bo gel 1800 sitiran, 40 pîês-şano, 7 pirtûk, bi deha gotarên delal hîştin. Sed heyf, ku ew serhevdu 57 sal jiya… Û ewqas kar. Lê eger 75-80 sal bijîta? Vî alî da jî felekê ji me ra xayîntî kir.“

Dema Mistefa Barzanî bi destî serokê dewleta Yekîtîya Sovyet N. S. Xrûşçov wextê dirêjbûna radyoya Rewanê bi du caran da zêdekirin, serokê radyoya Ermenîstanê yê giştî S. Ayvazyan gazî Serokê Radyoya Kurdî kir û pîrozbahî da wî.

Wêne: Mele Mistefa Barzanî û Xelîlê Çaçanî Mûradov