September 23, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Kemal Tolan : Li goriya mîtolojiya Êzdîtîyê ruh-giyan namire

Kemal Tolan : Li goriya mîtolojiya Êzdîtîyê ruh-giyan namire

Çavkanî :Ria Taza

Xwendevanên delal, me berî çendekê beşa pêşin a gotara lêkolîner Kemal Tolan derheqa rê-rizmeke dînê kurdan ya kevinare – êzdîtîyê da raberî we kiribû. Di wê da ew behsa beşeke jîyana hemû kurdan a berî îslamê û dervayî îslamê dike. Fermo, beşa wê a duduyan bixwînin, ku piranî ser qewlekî êzdîyan e. Ew dewlemendîya ziman û zargotina kurda ye.


Kemal Tolan, lêkolîner

Yek ji qewlê li ser tirban tê gotin ev qewlê seremergê ye.
Wexta ev qewla tê gotin, dive xelqê li ser mezelan tev rabine ser piyan, destên xwe datînine ser hevûdinê (gelek jî xwe xwas dikin) û guhên xwe didine qewl:


Qewlê seremergê

Rojekê ji rojane
Xelkê êrfî zane
Hilûn ji mirinê biden beyane

Xelkê êrfî zane werin
Li van beyana bifikirin
Sitrekê ji mirinê bi xo bigrin

Ew surra min di kujî
Dest û ser û pê û qalib nijî
Miskîno bin Ademo hilû bijî

Ji bana nizil bû ew surre
Nesîbek ‘efrand bû bi mirre
Emî di-razîne heke hendeke û heke pirre

Behra heq wetinî
Neh meha tê sekinî
Ji qudretê mekinî

Ji qudretê kirbû temame
Çî behreke bi-xemame
Bin êqsîrê te ez bûm xulame

Fikrîm li wê fikarê
Li mersûmê li firwarê
Min zor ferîqe kiribûn ji wê behrê

Min zor ferîqe kiribûn li makê
Wezna didem Şibakê
Bi rû da çome zikakê

Ez daname ber bedenê makê

Li min cema di bûn xizim û lêzim û cînare
Babi minêkare ji mêrê mîra

Bi şa(yî)ya dîwanêd feqîra

Bi şa(yî)ya day û baba
Qewal wê distrên def û Şibaba

Ilehiyo te em xinê kirîn dû ava

Îlahîyo te em xinê kirîn
Ji berî roja em bimrîn

Te bi weledekî nêr em şahîkirîn

Çî weledekî miskîne
Danabû linav tabûteke darîne

Bi şevê û rojê hijîne û girîne

Îlahiyo pirr kereme
Şifqeta te hebit li bin Ademe

Te em rakirîne ser qedeme

Li ser qedema di gerriyam
Rûh hate dest û pêyam

Îlahiyo bi te firriyam

Li ser qedema di- bezim
Li surra mîrê xo bi lezim

Pisporê babê xo ezim

Çî lawekî sermeste
Bi surra mîrê xo vediweste

Bab maliyek jêra dixweste

Çî meleka bi ray û tekbîr
Lê di-êwirîn coqetêd feqîr
Vêra hebû nîşana mîr

Vêra hehû nîşana mîr îşallah
Be’dî wan hewla
Îlahiyo te em kirîne malxoyêd mala
Îlahiyo nema bisebrin
Te bi zôr û mal kirîn
Bese bixoyn bideyn heta roja em bimrîn

Meke em derwêş
Rêya heq bikyn teftêş
Liber nav û dikrêd te bíbîn hawêş

Talan kirın bi carek
Ne rasmal ma ne dîndarek
Ne li me di pirsî ne birayek ne yarek

Teyrê dewletê firrî
Te li me hesa kir çirê bi girrî
Suxameta te yar û birêd axiretê nasîn ji me birrî

Suxûmeta te yar ü birêd axïretê ji me birrî nasî
Sotin libin vî kirasî
Hind bi zebûnî hind bi pêxwasî

Bendekî teme yî zebûn
Te ez dam ji ‘erdekî nebûn
Xêr û şerr libin destê te bûn

Bi te didem xêr û şerra
Hîmeta te hebit min rra
De’wedarim bi navê te rra

Navê tey dikirîn
Şaf û heybetêd te fikirîn
We’de hatiye rojekê em dê mirîn

Rojekê ez nehiş bûm
Bendeyê melikê erş bûm
Ketime nav nivînê û nexoş bûm

Nexoş bûm ketime nev nivînê
Hatine ser min lêzmêt xûnê
Bi zêrr ü mal na ême kirrîne

Neye bi zêrre ne bi male
Babî pîremêrî kale
Gotê: ezîzê min,
ji heft weleda ev welede min heye li balê

Ne bi zêrre ne bi malê dinê
Babî pîremêrî kaley finê
Got: ezîzê min,
ji heft weleda min wê heye bi tinê

Bab dibêjit: ez çî bikem çî çar kem
Deh peza bi qurban kem
Serê xo bi şikran kem
Banga mine nebî Simayili ku bankem
Benga min nebî Simayil
Babî pîremê kaley Sefîl
Go: tirsa min ji saf ü heybetêd Îzrayîl

Îzrayîl melekê mewtê
Li hemû dera li hemû ‘erda ew tê
Go: ez hatîme zor bibirim ji hewtê

Îzrayîl Melkê mêrana
Yî delq û tancêd feqîra
Go: îlahiyo te em razandîn wekî eqsîra

Îzrayîl perrî bi-kirrim
Hawirrî şara difirrim
Ez nehatîm nobê li kesê bigrim
Ez hatîme hab û pisa jêk bibirrim
ÎzrayîI perrî bi-keskim
Hawirrî şara diçiriskim
Ez ne hatîme nobê li kes kim
Ez hatîme vî qalibî ji nefes kim

Ya me ji wê bû
Rûh ji dest û pêya nijê bû
Ya me ji wê bû

Şûrrê li gel rûhê behs kir
Xo nerm ji dest û pêya xilas kir
Ewê der sa’et xudanê xo li wêder nas kir

Li min digrîn jin û mêre
Hiznek biken şêran şêre
Eve bû kasa ‘inzel jêre

Ez tazî kirim û hiştim
Ser pûşekî danam û şuştim
Ez bi ava germ piriştim

Kivinê mm di pîve
Qerqere dû bost û nîve
Miskîno bin Ademo hilû bi pîve

Kivnê min hijde gaze
Danabû ser cinaze
Wê li min digrîn wêlî û biraze

Kerem ken dû dara bînin
Werîsekî tê werûnin
Cinazê min ser deynin

Ew bû dara leylûn sedere
Hilgirtî bû yar û bira
Min ji mala mezin xwestî bû xatire

Kirime der ji mala mezin
Kiçik û mezin li pê min di bezin
Zênara li xilmeta xerîba çi bi-lezin

Birime allyê goristanî
Li ser axa tirbê danî
Hind wê digirîn bo vî ciwanî
Axir ji rûwê dinê di bû fanî

Dema di kolin tirbe
Ji şerq heta bi xerbe
Kes nema venexwarî bû ji ew şerbe

Tirba min temam kir
Serê min di nav kir
Min li mala qedîm silav kir
Silavêd min li mala qedîm
Birime nav xelkekî zorî zavî hezîm
Min go: Îlehiyo tuy melkê kerîm

Îlehiyo melik el- ‘erşe
Ser singê min radixên ferşe
Her ferşek wekî xerşe

Heriyê datînin li derze
Axê di-înin ser min bi leze
Dû kêla danên go: eve ferze

Kerem ken û deng hilînin
Terqînê û yasînê li ser min bixwînin
Navê Xudê û Tawûsî Melek li ser min bînin

Ew bû kêla serê sedrî
Wêlı xelkê nazikî letîfî hedirî
Ceyize li xerîba bigrî qedrî

Kirim xaniyê bê derî
Dû hatine ser min wê dixûnin wekî teterî
Min îna heft dolabêd aşa li serî

Dû hatine ser mm wê di kene qîr û qale
Êkî kerre êkî lale
Wê ji min dipirsin hal û hewale

Tirsa min ji yê kerre
Dim bûsê wî heftî perre
Rojê sê cara tête bi diyarî min re

Tirsa min ji yê lale
Heftî batman dimbûs heye li bale
Ewê li ser rûha min bûye hewale

Ku li min dihilînit dimbûsî
Wê jê diçin birq û birûsî
Ji tirsa da dil û hinavêd min pêkve di nûsî

Gava min dweste
Heftî batman dimbûs asin heye li deste
Ji tirsa da zimanê min şikeste

Dû hatine ser min ji min dipirsî
Çeqmaqê wan weke kursî
Miskîno bin Ademo, tu çî însî tu çî cinsi?

Bin Ademo, hûn li kûne
Herro siba radibin şerrêd we di nûne
Me çû xêrêd we nedîne

Bin Ademo, em bi xo xêrîn
Em razdarêd cebêrîn
Em xudanëd xêra na-azêrîn

Dû hatne ser min çav di mezin weke tas
Tilî di-wane weke misas
Nênûk di -wane weke das
Min go: sed xozma wê rûhê ye bê sûç bê binas

Dû hatine ser min çay di-mein weke stêr
Tilî di-wane weke bêr
Nênûk di-wane weke kêr
Min go: sed xozma rûha ehlil xêr ne şed xozma ruha ‘inkêr

Dû hatine ser min sehte ‘l-sixûm
Di- bilindin sehtek mezin
Ji tirsa dil û hinavêd min têk dilerzin

Dû hatin ser min di-reşin wekî feqîr
Bisk di-nermin wekî herîr
Vêra hebû nîşana mîr

Gava di hatin û diqedimîn
Çêrekê di kelimin
Bi ilmekî di’ilmin

Ew bû ‘ilmê qatê
Zebêniya ez birime ser pê pira şîratê
Ew bû ciyê xudê lê diket sifetê

Ew şifet ye we ye
Pıra şiratê, aliyek behişte, êk tariye êk dojeye
Haweke yar û bırêd axiretê ser gune(h)karêd bira heye

Ew şifata bi-nîşane
Pira s iratê, aliyek behişte êk tariye êk dojeye
Haweke yar û birêd axiretê ser gune(h)karêd birane
Em di-kêmîn Xudêy temame (1:76-84)”

Wexta Êzîdî miriyên xwe defin dikin û ji ser mezelan vedigerine malê, ew nêzîkî bîst- sîh metreyan ji mezelan dûrdibin, tev bihevre ditewin xwe didine ser çokan û berên xwe didine alê mezelan ve. Mahna vê runiştinê ji mirîyan re dibêjin : “Emê jî li pey we werin û emê jî kiras biguhêrin.” Dûre dîsa dimeşin tev bi hevre diçine ciyê şînê (mala evdên mirî nan û qurbanên xêra miriyan didin) xêra mirî dixwin û vêca hêja hinek diçine malên xwe.

Gava evdê mirî ruhê xwe da û pêde, êdî hemû jinên ji malbata mirî ne şahr û kevnikên reş didine serê xwe û mêr jî heta serdaniyên wan xelas nebin, ew ser û ruyên xwe naqusînin.

Dahna nan û zadê xêra miriyan

Êzîdî, ji bo ruhê miriyên wan zû biçe wê dinya dinê (cinet-behiştê) û li wirê heta ebedî li axretê bimînin, ew gelek zad (xwarin û vexwarin) û qurbanan li miriyên xwe didin.

Êzîdî, ji seata miriyen wan ruhê xwe dide û şûnde, êdî di mala merivê mirî (li ciyê şînê) de dest bi dana zadê (xwarin û vexwarina) xêra miriyan dikin.

Gava miriyên xwe binerd kirin û pêve, sê rojanli ser hevûdinê hinek jinên ji malbata evdê mirî û çend kes ji oldarên Êzîdiyan (qewalên def û şibabê dixin) di berî ku roj bavêje de diçine ser goristanê û xwarin – vexwarina zadê xêra mirî didin. Piştî van sê rojan, dîsa hinek Êzîdî heta salekê jî timî zadê taştê û şîva miriyên xwe didine malên cînarên xwe.

Êzîdî ji bo bibîranîna merivên mirî, xwarina zad û qurbanên xêra miriyan bi hevûdinê re bixwin, di sê û heft roja ku mirî binerd kirine de dîsa li hevûdinê kom dibin. Wekî dinê jî Êzîdî her bi ruhê miriyên xwe re zendî dijîn ; heta heft salên mirî diqedin her di roja serê sersala evdê mirî de, di hemû rojên êvara înan de nanê miriyan û di hemû rojên îda qurbanê de jî xêra îd û erefatên miriyên xwe derdixînin didine merivên feqîr û belengaz.

Roja axretê

Li gorî mîtolojiya me Êzîdiyan, ruhê însan tûcarî namire. Gava ruhê evdê kiras diguhêre (dimire), li ser ruyê vê dinya yê bê guneh-paqij bive û şûnde, ew hêja dikare derbasî axretê (wê dinya dinê) bive û li wirê heta ebedî bimîne.

Roja axretê, wextê weznandina tereziya xêr û guhna ye. Di vê rojê de, xuşk û birayê axretê li ser meriv şahdetiyê dikin. Ji xwe ji ber vê baweriyê ye ku, vêga hêjî her mêrê Êzîdî bira yekî wî yê axretê heye û her jineke Êzîdî jî bira û xuşkeke wê ye axretê heye. Gava evdekî Êzîdî dike kiras buguhêre, hingê ferze ku xuşk û birayê axretê bêne balê û ew emekê xwe li hevûdinê helal bikin.

Dema meriv li ser ruyê vê dinya yê jî bikeve tengasiyekê, divê xuşk û birayê axretê bi hawara meriv ve werin.

(Destpêka vê gotarê me berî çend rojan weşandibû).

Çavkanî
Pîr Xidir S. – Êzîdiyatî 1996 rûp.: 56.
Pîr Xidir Sileyman- Êzîdîyatî 1995 rûpel: 49-51 û Êzîdiyatî 1996 rûp.: 39-41.
Kovara Laliş Hêj.:14 Rûp.:240.
http://www.lalish.com/duwa_ser_miri.htm 


Riataza

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.