September 18, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Eskerê Boyîk.. Êzdîtî û pêwîstiya guhestinan

Eskerê Boyîk..

Êzdîtî û pêwîstiya guhestinan

Civaka êzdiyan di riya dîroka xweye dijwer da niha demeke pir nerehet ra derbas dibe. Eva devedevî 30-40 salan e cî-warên êzdiyan Kurdistanê da xalî dibin. Civak ji rûyê gelek egeran va  gund û şênê kal-bavan, milk û mal, goristanên xwe dihêlin li temamiya cihanê bela dibin, li ber dijweriyên koçberiyê, asîmlasiyonê, helandinê ra rû bi rû sekinîne. Êzdiyên Bakûr bawarkî tev derketine welatên Ewropayê, yên Rojava jî dabûn pey wan, usa jî sêrek bûbûn, lê ji pey lihevketina Sûryayê, êrîşên têrorîstiyê yên grûpên îslamî li ser gundên êzdiyan halekî wusa çê bûye ku dijwer wura êzdî bimînin. Êzdiyên Ermenistan û Gurcistanê weletên sovêta berê û dinyayê bela bûne. Ji pey hedimandina rêjîma Sedem ra halê êzdiyên Başûr dijwertir bû, cî û werên êzdiyan bûne du perça li bin hukumê du desthilatada da, perçê biçûk kete nava herema Kurdistanê, perçê mezin ma destê Bexdayê. Pirsgirêka êzdiyan çareser nebû, berovajî dijî wan dest bi bûyarên têrorîstiyê, zordarya eşîretiyê, olê, dijweriyên hêzên der û hundur bûn. Reva wane berbi Ewropayê xurttir bû.

Niha cihanê da dijwer cî hebe êzdî lê nejîn. Kurdê êzdî di nav demeke pir kin da ji civakeke rojhilatî bû civakeke cihanî.

Berê jî jiyana êzdiyan rehet nîbû.Tim li nav komkujiyan, neheqiyan û zulmêda heyîtiya xwe didomandin. Eger berê ji ber ferman û dijweriyên olî civak cîhil dibûn, ji cîkî  direviyan cîkî din, payê pirê bi hevra diçûn, bi pêşîkêş, oldarên xwe va, êl yan gund-gundîtî tev koçber dibûn.  Cîyên nû dûr nîbûn, ji bo mecalên dûr çûyînê tunebûn, gelê dihatine navê jî bi dereca pêşvaçûyînê ji ya wan bilindtir û pirr cudatir  nîbû. Cûrê mijûlbûna wan jî bawarkî nedihat guhestin, astengiyên ziman û nişteçîtiyê kêm bûn. Bi civakî tevayî dijwerî altkirin rehet bû. Hêviyên vegerê tim dilê wanda hebûn, lê koçberiya vê dewranê teherekî din e. Kê çawa kare wusa çara serê xwe dibîne, rêya hezara kîlomêtira, ya çûyîn-nehatinê didne ber xwe,  tenê yan malêva xwe davêjne li nava deriya cihanêye  nee’yan. Malek yan çend mal dikevin bajarekî, gundekî wek bajaran, ji hev dûr. Bi carekêva cûrê jiyana wan e dewrana tê guhestin, ji civaka fêodale şûndamayî, dikevine nava meşa gelên cihanêye pêşvaçûyî, gundiye duhî nezan dibe bajarîyê bajarê dewra 21î modêrn. Ew jî ne kom li ser hev, lê  bajarekî yan gundekî da malek yan çend mal, ji hev dûr, tenê, nizanin cînarê wan jî kê ne? Di wan guhestinara ne civak hazir e, ne jî oldarî, nikarin qewlên nû da zû bên guhestin, bibin  wek endemê wê civaka hatine navê. Newakeheviya xeyset, perwerdê, qewlên jiyana nû dibin sedemên gelek nakokiyan, nexweşiyan, heta helandin û asîmlasiyayê. Ew nikarin civaka nû û qewlên nû ra normal rêva herin. Astengiyên koçberyê yên der ra /ziman, standina heqê rûniştandinê, xweyîkirina mafên xwe yên penaberiyê, destxistina xebatê û pêwîstiyên din/ tevayî usa jî erf-edet, astengiyên navxweyî yên civakî, xetên sore xeyset û bawariyê li nav malbetê û civakê da nexweşiyan pêşda tînin. Nakokî wusa jî navbera endemê malbetê yên ahil, gênc, zarokan, jin-zilaman da çê dibin. Gelek caran ahil, cîwan û zarok qewlên jiyan û perwerda nû da ji hev fem nakin, jin-mêr dest ji hev berdidin, zarok ji malê direvin û ew dibin sedemê tiragêdiyan, ji hev belabûna malbetan.

Niha wusa bûye, ku bawarkî malbeteke êzdiyên Ewropayê nîne ku nexweşî lê çê nebûbe.

Di van qewla da lewaziya zanebûnên bawariyê, xwenaskirina netewetiyê, perwerdê jî rola xwe ya nêgatîv dilîzin. Ew roh û bawarî, ew şerm û xofa ji dema Şîxadî da êzdiyan ra bûbû hêza hebandin,  hevgirtin, xwexweyîderketin û xweparastinê  mercên cihanêye nû da êdî zeyîf û bêtaqet bûne.

Ne li welêt, ne jî derva rêvabirîke êzdiyan ya civakî û olî ye bi hêz û zane jî nîne ku rêya xweparastinê, hevgirtinê û xwe xweyîdarekirinê nîşanî êzdiyan bike, bi cûrekî karibe pirsgirêkên wan çareser bike û  rêya rast wan ra bibîne.

Oldar û pêşîkêşên êzdiyan yên zane, pêşewitî, şikestî, pêşîkar, ku civak jê bawarkin û pey herin pirr kêmin. Çawa li welêt usa jî dervayî welêt yên usa li ser tiliya têne jimartin. Dibistanek ji bo hazirkirna dîndarên zane  nîne. Oldariyan êzdiyan bi zanebûnên xwe hê jî dereca sedsalên navîn derneketine. Ne hemû pirsgirêkên ol, metolojî, dîrok, canda êzdiyan di alyê oldar û zanyarên êzdiyan va bi rastî têne şrovekirin. Cûrê rêvabiriya olî û civakî, ku bi dewrana  bê guhestin didomîne, ne ku civakê rêva dibe, lê civakê ra bûye barekî giran. Ne kare rêya pêşîrojê nîşanî civakê bike, ne jî dihêle civak xwera rêkê bibîne.  Ne ku oldar bi zanebûnê xwe pêşîkêşiya civakê dikin, civakê pey xwe dibin, lê civak li pêşiya oldaran va dimeşe.

Serokatiya êzdiyan bi kar û barê xwe hê jî dereca  xweye sedsalên navîn derneketiye. Eger berê, rûyê gelek egeran va,  ji bo civakên êzdiyên  Şêxan û Şengalê der nikaribûn  tişt ji bo êzdiyên din bikirana, niha  jî, çiqas jî mecalên ragîhandin û xwegîhandinê pirin hewl nadin halê êzdiyên dervayî welêt va mijûl bibin.

Bêtifaqî ketiye di nava civakê  jî. Hinek weletan, ku êzdî lê penaberin /xazma li Almaniya/ ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe, derbaskirina erf-edet, şîn-şayan êzdiyan ji xwera Malên êzdiyan ava kirin e. Helbet ew mal hinek kar dikin, lê navbera rêvabirîyê wan Malan da ji tifaq nîne. Hineka da bi meremê sîyasî sîmvolên Zerdeştiyê dewsa yê êzdîtiyê danîne. Hinek siyasiya hêza dimeşînin. Destê biyanyaye qirêj, xêrnexwez û neyarên netewî, olî, hêzên siyasî bi azadî ketine nava êzdiyan û karê xweyî bêtifaqiyê di nava wanda dimeşînin, yekîtiya êzdiyan diteribînin. Gelek dogme, ku girêdana wan ayîna bawariya êzdîtyêra jî nîne, ketine nava civakê û li ser rêya wê bûne asteng.

Misyonêr û dîndarên biyanî weke nexweşiya xirab ketine nava êzdiyan. Çavê her kesî lêye pirsgirêk û astengiyên li ber vê civakê hene bidine xebatê û êzdiyan wek pezê bêxweyî li nav xweda  tunekin, bihelînin.

Tu dewranê êzdî halê azayê û edlayê da êzdîtiya xwe, ola xwe, ewqs bi girsêyî terk nedane çiqas niha, gilyê min derheqa zewaca qedexe da nîne, bi rezadilî oleke din qebûlkirin e.

Bi texmîna me dema Şîxadî da jî ev civak dîsa li ber pirsgirêkên mezin sekinî bûye, halakî wayî dijwer hebûye. Şerrê navbera herd olên mezin, Êrîşên Momxol-Sêlcûkan li ser heremê, êrîşên hêzên başqe-başqe yê îslamê,  tevlihevbûnên fêodaliyê wusan kiribûn ku gelek bawarî û civakên kêmjimar dest-piya diçûn, di nav olên mezin da dipelçiqîn, diheliyan, tune dibûn. Di nav mîrtiyê êzdiyaye wê demê yên ji hev bela da yekîtî tune bûye. Nava civakêda sîstêm û hed-sedeke  rêk – pêk nîbûye. Êzdîtî jî wak bawariyên kêmjimar û kevnar e din, di navbera herd olan da wê tune biya eger şexsyetekî wek Şîxadî: zanyarekî wê demêyî mezin, dewrêşê Xwedênas, xweyî kiryamet, sir û kerema esmanî nehata nava wan.

Ew guhestinên bingehîn, ew hed-seda Şîxadî, şagirt û peyhatiyê wî, anîne nava wê civakê, êzdîtiyê ra bûn hîm, qewat, hevgirtin û bawarî, wê hed û sedê nêzkaya hezar salî ev bawarî di nav dorpêça dîndijminatiya  hişk , xwexwatiya fanatîk e kor, agir û bahozên dîroka Rojhilatê ya xezeb da parast.

Niha qewl û mercên dinyayê ne weke dema Şîxadî ne, bi carekêva hatine guhestin, vê dewra pêşdaçûyînê, têxnolojiyê, kompyûtir û întêrnêtê da / û hê çi ecêbê pêşîrojê da biqewimin/ hed û seda Şîxadî dibe dîrok, ne hemû pirînsîp û dogmê wê ne ku karin êzdîtiyê rêva bibin, êzdî xwe pê biparêzin.

Tevî guhestinên dinyayê, êzdî jî hatine guhestin, cihanê bela bûne, bi hezara km a ji hev dûrin, nava bi deha dewlet û gelan da, kûltûr û zimana da bela bûne, evdê êzdî jî wek şexs ne yê berê ye.

Vî halî da eger Êzdî jî gorî şert û mercên dewranê xwe neguhez in, rêvabirya xwe ya olî zane û organîze nekin, wê di nav heja dewranê da wunda bibin yanê jî li ber gelek nexweşiyên helandin û wundabûnê bisekinin. Ji bo wê jî pêwîstiya wan bi guhestin- rêformên  bingehîn hene.

Pirs pêjda tê, kê gerekê civakê ji vî halî derxe? Kê gerekê rêya xweparastinê nîşanî wan bike?

Gumanê daynin li ser rêvabirya Êzdiya ya niha bê wate ye.

Bi texmîna me zanyar, pêşewitiyê gel, rewşenbîr  gerekê derheqa van pirsgirêka da bifikirin, ew gerekê derkevein dijî vê malwêranyê. Ev pirsgirêka ne tenê ya komek oldar, zaniyar û “rewşenbîrên” êzdiyên Başûr e, çawa heta niha bûye. Dem û mecal hatine guhestin. Îro pirsgirêk li ber temamiya êzdiyên cihanê sekiniye. Çareserkirina pirsgirêkê gerekê hidûde Başûr da nemîne.Ew gerekê bibe pirsgirêka temamiya êzdiyên cihanê. Kal bavê mê bi xûna xwe, bi rebenî û dijweryan, bi rev û bezê ew civak anîne derxistine dema me, werên em jî xweyî xûna pêşyê xwe derkevin.

Jîyanê bi xwe gelek guhestin kiriye nava vê civakê. Civaka Êzdî civaka sed sal yan hema pêncî sal berê nîne.  Êzdî gerekê hişkaya xwe daynin alîkî û bi zanebûn li wan guhestinan binêrin, ku jiyanê kiriye nava wan,  wan lêkolîn bikin, wan ne dijî êzdîtiyê lê ji bo kara êzdîtiyê binirxînin, ji bo pêşîrojê da parastina wê rast bidine kêranîn.

Dema derheqa guhestinan tê kirin, pêwîste  hinek tiştên vê bawariyê ji hev başqekin.

Bingeha vê olê suruşt e, tebyet- qewat, sirr û sêrê dinyayê. Êzdîtiyê da pêşdahatina  jiyanê li ser dinyayê bi ax, av, agir, ba û sûbyêktên xezayêye din va tên girêdan. Angorî êzdîtiyê roj bingeha jiyanê ye. Roj nûra Xwedê ye. Bi mîlyona salan çiqas li cihanê  jîyan heye, ev sûbyêkt  hene û ew  wusa jî dimînin.

Êzdîtî bawariya sirrê, keremê,  xofêye û kirasguhertinê ye. Ev pirînsîpên êzdîtiyê bêtir nêzîkî pêşdaçûyîna zanyariya cihanê ne. Ew bingeh  jî ji hezara sala tên.

Êzdî bawariya xwe melek û milyaketa tînin, Tewisî Melek, rêvabirê her hevt meleka, hebandina wanda sûbyêkta here sereke ye. Êzdî xwe hesab dikin miletê Tawisî melek û pey sirra wî diçin..

Ezdiya ra Xwedê bawariya here jorîn e, bê heval û bê şirîk e. Ew e efrandar û xuliqdarê her tiştî û her bûyarê. Zanyariya bawariya êzdiyan da tê gotin :”Bêyî zanîna Xwedê pel jî ji darê nayê xarê”.

Êzdî navbera xwe û Xwedê da tu kesî qebûl nakin, ji bo wê jî pêxemberê wan nînin.

Li dora van sitûna jî temamiya zanyariya felsefa bawariya êzdiyan ya xwedênasiyê li dor efrandina dinyayê, mirin-jîyanê, bûyar û pêşdaçûyînê, dem û dewrana  hatiye efrandin û tê şirovekirin.

Çawa suruşt, sêr û sirrên xweva kevn nabe, wusa jî zanyariya ezdayetiyê kevin nabe.

Bi texmîna me Şîxadî, şagirt û peyhatiyê xweva dest nedane vê bingeha bawariya ezdatiyê ya kevnar,  li ser wî hîmî  hed û seda xwe ava kirin e.

Hed û seda ku dema Şîxadî û peyhatiyê wî ji bo êzdiyan hatiye ava kirin û rêformkirin, xemilandin  hîmlî pirsên strûktûra civaka êzdiyan, cûrê rêvabirin, xweparastin, perwerdekirin, çaresekirna aboriya rêvabir û oldaran, saxlemiya tifaq û yekîtiya civakê ne.

Dîroka derbasbûyî nîşan da ku bi wê hed û sedê bingeh-hîmekî wusayî xurt ji bo parastina civaka êzdiyan hate danîn û çawa me berê jî got devedevî deh sedsalan êzdîtî pê hate parastin.

 

Bingeha zanyarya bawarya ezdîtiyê, felsefa wêye xudênasiyê wusa kûr, dewlemend, bi îzbat û menî, şert û merc, wusa bi xurtî hatiye danîn, mak kirin, ku tek pêwîstiya têolog û oldarên zane heye ku rastiya wê, naveroka wê bi zanyarî binirxînin, bigihînin bawarmendan, wan ra rind, bi rêk û pêk şirovekirin.

Di vê nuxtê da kêmasî di tunebûna oldarên zane, têolog, edebyeta oldariyêye nivîskî da ne, ku karibin wek oldarên bawaryê mayîn bi zanebûn wê zanyaryê bi zimanekî sade, rehet bigihînin bawarmendan, bawarmendên êzdiyatiyê jî li pey xwe bibin, wan bi êzdîtiyêva bidin girêdan.

Ji bo hazirkirina oldaran gerekê mektebên xwendina oldariyê yên navîn û  bilind bêne demezirandin, ji her deverê êzdî lê dijîn zarok û gêncên mêla wan di wî werî heye bibijêrin, bînin û wan xwendingehên olî da  ji bo oldariyê perwerdekin.

Êzdiyatiyê da cîkî herî qels pirsên aborî ne.

Eyane aboriya her olê wusa jî ya vê olê ji xêrên bawarmendan tê demezirandin. Sîstêma berevkirin û kêranîna xêr-xêratan  li cem êzdiyan ji dema Şîxadî da girtî heta 30-40 sal berê jî femdarî bû.Çiqas jî şert û mercên êzdiyatiyê, civak, di nav civakê da  wezîfên oldaran hatine guhestin, lê dîsa cûrê berevkirin û kêranîna xêra, maye wek dewranên berê.

Bi texmîna me sîstêma çap û cûrê berevkirina xêra ji bawarmendan gerekê bi carekêva bê guhestin.Êzdî civakeke bi xof û bawarî ye. Evdê êzdî ji gelên din kêmtir xêra nakin. Tenê pêwîst e, ew xêra ji bawarmendan civandî, çawa di nav civakên bawaryên din da tê kirin, di nav êzdîtyê da jî bigihîje meremê xwe, ji bo parastin û pêşdaçûyîna bawariya civakê bê kêranîn.

Rêvabirya olî û civakî ku karibe pirsgirêkên vê civaka cihanê belabûyî pirî hindikî çareser bike gerekî nêzîkî bawarmendê xwe bibe. Meclîseke ruhaniye biçûk bi çend dîndaranva li  Başûr  nikare pirsgirêkên êzdiyên dinyayê bela, ji Sîbîra Rûsiyayê girtî heta  Ewropayê, Amêrîkayê, Avstraliyayê çareser bike.

Şert û mercên nû da pêwîstî bi sîstêma rêvabirîke nû ya yekgirtî heye, çawa ji bo êzdiyên welêt /Başûr/ wusa jî yên dervayî welêt. Bi texmîna me Meclîsa ruhanî  ya merkezî gerekê li Lalişa Nûranî be, şaxê Meclîsa ruhanî li Amêrîkayê, Ewropayê, Rûsyayê, Kavkaziyayê û hivd hebin. Li rex Meclîsa ruhanî gerekê zankoya hazirkirina oldaran,  merkeza lêkolîna êzdînasiyê, merkeza şêwrdariyê, weşenê, ragihîandinê, tekîlyên derva û hivd hebin. Întêrnêt û  îcatên pevgirêdanêye din wê  mecalê  bidin, ku Merkez  bi hêsanî şaxê xweva bê girêdan, rêvabirî nêzîkî bawarmendan bibe, eyd-erefat her ciya demê da bên derbaskirin, edebyeta olî karibin bigihînin her bawarmendê êzdî.

Oldar, têologên zane, hazir, hêja, şikestî yên nava civakê da bi bawarî û qedir ji her deverê êzdî lê dijîn gerekê bên bijartin û rêberiya oldariyê da ciyê xwe bigrin.

Pirsgrêka here dijwer, ku vê demê  ji her tiştî pirtir çareseriyê dixweze, nexweşiyan civakê da pêşda tîne ew teribandina hinek xetên hed û seda êzdîtiyê yên sor in ku niha, bêtir li dervayî welêt pêk tên.

Ji bo parastina vê civakê gerekê gelekî fesal, bi zanebûn nêzîkî vê pirsgirêkê bibin. Ne bihêlin “çawa dibe bira bibe” ne jî rêya teribandinê bihêlin “firebe”.

Bûyarên dîrokî didin kivşê ku ew xetên sor ne ewqas ji bo betalbûna olê, lê di nav dewranên dijwer da ji bo xweparastina civaka êzdiyan berk û hişk hatine danîn.

Hişkaya wê civak û ola, ku  Êzdî navda dijîtin, êzdî mecbûrî hişkayê wan xetên sor kirin. Bûyarên dîrokî nîşan didin, ku  dema Şîxadî û peyra jî hinek civakên din hatine û li nav êzdiyan da helyane.

Strûktûra çivakê, sîstêma perwerda olî-civakî,çînên oldarî, tifaq û paqij jiyana civakê, xwerin-vexwerinên qedexekirî guhestinan dixwezin.

Ji çavkaniyên dîrokî, zargotinî, ji têkstên bawarya êzdîtiyê tê xanê ku dema Şîxadî jî ew guhestin-rêform di êzdîtiyê da ji alyê rewşenbîrya pêşketî, xwendî da hatiye pêk anîn. Şîxadî, şagirt û peyhatiyê wî gişk jî şexsyetên dîrokî, di rojhilatê da bi nav-deng, xwedî kiryamet, zanebûn, fîlîsofên xwedênasyêye kûr, xwendî û bi rastî jî rewşenbîr-rêvabir û pêşewitiyê civak û netewa xwe bûne.

Şaşîye  bifikirin, ku ev pêvajo bi biryarekê, bi konfêransekê pêk bê. Guhertin dem û lêkolînên demdirêj dixweze.

Eger rêvabirî û rewşenbîrya êzdiyan wê însîatîvê hilnedin destê xwe, jiyanê bi xwe guhestina bike.

Ez ne a’limê bawarya êzdîtîyê me, ne oldarim, ne têologim, nivîskarekî kurdim û zanebûnên min ji derheqa vê bawarya kurdistanî ewqasin, ku karibim efrandinê xweda rastîya wê bawaryê bi rastî diyarî xwendevanê xwe bikim… Usane, eger nivîsê da fikirên kêm-zêde, an ji hidûdên dogmên olê der hebin bira zanyar, oldar û tîolog min biborînin.

Lê wek nivîskarekî ji civaka Kurdên êzdî ne mafê min heye, ne jî wîjdanê min temûl dike derheqa van pirsgirêka da nenivîsim.

24.09.2013

 

 

 

 

 

 

 

 

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.