September 18, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Eskerê Boyîk / Avakirina Encumanê dîsa berê Ȇzdiyan dide berbi paş

Dr. Eskerê Boyîk

Serokê Navenda Lêkolînên Ȇzdînasyê.

Avakirina Encumanê dîsa berê Ȇzdiyan dide berbi paş

Van roja min medya kurdî da nivîseke kurt bi sernivîsa” Kurdên êzîdî encumena xwe ya taybet ava kirin xwend. Naveroka wê “encumanê” ev bȗ, ku %10ê endamên wê encumenê jin in… encuman bi 100 endaman e. Ji wan 100 kesî derdora % 60-70 ji xelkê Şingalê ne” .

Wusane ew guhestinên, ku ewqas wede bi gumanên mezin civaka Ȇzdiyên cihanê hîvyê bȗn, ku wê guhstinê nȗ , rê-rismên rêk-pêk bike nava jiyana wan, ev encîmana bi 100 kesî ye ȗ ya here sereke ewe ku 10 endemê wê jin in ȗ ji 100 î 60-70 jî yê ji Şengalî ne.

Bi gilîkî dîsa ew şexsin yên berê jî ev govend dikşandin…

Pêra jî bêjim eva pirsgirêkeke ewqas jî rehet nîne, ku bi encîmanekê çareser bibe.

Bi heq ji vê nȗçeya kurt e tije şaşî ez tiştekî pak tê negihîştim.

Evê nȗçê bijartinên welatê Sovêtê anîne bîra min. Dema bijartinan, Serokatiya /Palîtbyuroya/ Partiya Komȗnîstyê jor da pêşniyar dikir ku gerekê ji sedî ewqas komȗnist bin, ewqas komsomol, ewqas pale, ewqas şivan, ewqas çêlekdoş, ewqas jin ȗ hivd… dema ew navnîşan tam dikirin, bijarti dibȗn formal…Dîktatorî bȗ, antêrnatîv tune bȗ. Roja pey bijartinê ra, bêy hesavkirina denga jî rojnema dinivîsî “Bi serketin dewî bijartinê me ya filan tiştî, filan salê hat, ji sedî % 99,9 a dengê xwe dan …

Ez wusa jî tê nagihîjim encumena Ȇzdiya êdî çê bȗye, yan hazirya wê dikin, encȗman çiye? Ji bo çiye? Serokatiya Ȇzdiya ya civakî ye? Ya ruhanî ye? Çima ji 100 kesî ye, ew 100 kes kêne? Wezîfa wan çiye? Wê çi bikin? Ew 60-70 kesê ji Şengalê kêne? Dîsa serokeşîr ȗ giregirin? Rola wanê di Şengala wêran da wê çibe? Komîsyona avakirina Şengalê ye? Sibê-dusba dema Şengal rizgar bȗ, ev “encîmanê” çi bike? Ew 30 ê din kêne? Ew jî ji Welat Şêx in? Rola wan çi ye?

Ȇzdî tenê Başȗrê Kurdistanê da nînin, dinyayê bela ne? Bawarkî ji sedî 40 dervayî Kurdistana Başȗr dijîn. Ȗ hebȗna wan, rola wan, hêza wan civaka Ȇzdiyan ra ji ya welêt kêmtir nîne.

Tevî van pirs-pirsgirêka min xwest fikira xwe binivîsim.

Di nav 30-35 salê dewyê, di jiyana civaka Ȇzdiyan da guhestinên wusa mezin ȗ kȗr çê bȗn, ku bi sedsala çê nebȗbȗn. Başȗr da Ȇzdî bȗne du parçan di bin hukumê du deshilata da, Ȇzdiyên Bakȗr, Kovkazyayê, Rojava ȗ pareke Başȗr li cihanê bela bȗn. Civak li ber gelek pirsgirêkên hebȗn-nebȗnê ȗ nexweşyan sekinî. Hê berî vê kereseta Şengalê sala 2013 a wê derheqê da, ji pey lêkolînên civakî yê salan ra, min gotarek bi sernivîsara: “ Ȇzdîtî ȗ pêwîstiya guhestinan” nivîsî. Gotar gelek malperan da hate weşendin. http://www.bahzani.net/kurdi/show.php?aid=1057…

Daxwez ew bȗ, ku serokatiya Ȇzdiyan, çawa ya cîvakî wusa jî ya olî nikarin qewlên çêbȗyî da civakê rêva bibin, pêwîstiya hinek guhestin ȗ rêforman heye. Lê çawa hertim, wusa jî vê carê gotar guhdarya,”serok”, “a’lim”, “oldar” “zana” ȗ “rêvabirên” Êzdiyan nekişande ser xwe. Ez texmîn nakim hevalên ev „Encîman „ ava kirine jî xwendibin …

3 ê Tebaxa 2014 an, wextê ev kereseta Şengalê qewimî civak a Ȇzdî, tevî malwêraniyê ȗ tragêdiya mezin li ber gelek pirsgirêkên navxweyî yê din jî sekinî.

Dema kereseteke mezin di jiyana evda da dest dide, ew erdhej be, yanê lêyî û tofana mezin, sala xelayê be, yan bûyareke xezayê ya ne normal, komkujî be yan herbeke xûnrêj, peyra evd difikirin çi bikin, guhestina çawa di nav jiyana xweda pêk bînin, hazirîke çawa ji xwera bibînin ku ew xezeb carke din newekile û zulmeke wusaye mezin neyne serê wan.

Dȋroka Ȇzdiyan bi ferman-komkuji ȗ keresetan dagirtȋ ye. Ȇzdȋ dibȇjin ji berȋ vȇ qetliyama Şengalȇ 72 qetilyamȇn wî teherî hatine serȇ wan, lȇ rastiyȇ da Ȇzdȋ bi nav hezara keresetȇ waye biçȗk ȗ mezin ra derbaz bȗne. Halȇ Ȇzdiyan yȇ civakȋ, gȇogirafȋ, zanyarȋ wusa bȗye ku firsend nedȋtine ji pey her fermanekȇ ra, hevkî bîna xwe bikşȋnin, vegerin li pişt xwe binhȇrin, menȋ ȗ sebebȇ wan komkujiyan li nav xweda girtugoh bikin, li hev bişȇwirin, analȋzkin ȗ ji bo pȇşȋroja civaka xwe bifikirin, rȇya xilazbȗnê ji xwe ra bibȋnin. Carna hukumdarya dagerkire zulm ȗ cȋnarȇn olpereste fanatȋk ew rê ȗ mecal nedane, carna jî sebeb bêkarî ȗ nezanya rêvabirya Ȇzdiya bȗye.

Çiqas jî guna bavêjine sutiyê xelkê, gelo halȇ Ȇzdiyan tenȇ zulm ȗ zordarya der va girȇdayȋ bȗye? Gelo sȗcȇ rȇvabirya Ȇzdiyan tunebȗye? Derheqa her fermanekȋ yan demȇn dȋrokȋye aloz da, Ȇzdiyan nivȋsarek çiye, nivȋsareke biçȗk jȋ pey xwe nehȋştine. Vira da sȗcȇ serokatiya Ȇzdiya, pȇşȋkȇs, a’lim ȗ oldarȇn wan pire. Gelo heta destpȇka sedsala 20 ȋ xȇncȋ Ȋsmajȋl Çol begȇ kesȋ tȇ dernexist, ku bȇyȋ pȇşdaçȗyȋnȇ, xwendin ȗ nivȋsarȇ civak rȇva birin, ol ȗ civak parastin nȇzȋkȋ aqila nȋne. Ȋsmayȋl Beg bi wȇ zanyaryȇ rabȗ ew jȋ rȇvabirya paşverȗ cȋ nedayȇ.

Mixabin gerekȇ xumukur bȇn ku heta roja ȋro jȋ serokatya Ȇzdiyan ya civakȋ ȗ olȋ alyȇ zanyaryȇ ȗ pȇşdaçȗyȋnȇ va ji civaka xwe gelekȋ şȗnda mane.

Eva dewreke wusane , Ȇzdȋ jȋ wȇ rind zanin, ku “Nezanȋ” nikare “Zanyaryê” rȇva bive. Ciyȇ fȇodalȋzm ȗ eşȋretiyȇ vȇ dewrê cihana ȋro da nemaye. Eger Rojhilata Navȋn hinek ciya ew hȇ xwe ser piya digre, ew jȋ em dibȋnin halȇ wan gelan ȗ welatan çawan e, li ser çi derecȇ ne ȗ li wan walata çi diqewime, nav civakȇ da nexweşiyȇ çawa hene… Eger ew bi bingeh ȗ hȇza xweye hezizȋ karin demekȇ xwe ser piya bigrin, Ȇzdiya da ew qewat nȋne ber vȇ “bahoza” dewranȇye pȇşdaçȗyȋnȇ bi paşverȗtiya xwe vȇ şaristanya zanyarȋ ȗ tȇxnȋkayȇ da xwe xweyȋke.

Komkujiya Şengalê ya 3 ê tebaxê sala 2014 an nîşan da ku rêvabirî ȗ serokên Ȇzdiyan, roja wane teng da kêrî wan nehatin, nebûn xemkêşên êş ȗ derdê wan, rêvabirî wan nekirin ku axa xwe bi rȗspîtî xweyîkin. Wusa jî salên dirêjin revabiryê ( çawa ya civakȋ wusa jî ya olȋ) rola xwe di nav civakȇ da unda kiriye, furmal heye lê nikare tu pirsgirȇkȇ vȇ civakȇ çareser bike, ne hundur, ne jȋ derva.

Heta niha Ȇzdiyan serokati ȗ rêbabirya xwe dane destê “Meclîsa Ruhanî“, serok ȗ endemê wê.

Wê Meclîsê jî çawa bi dewr-zemana wusa jî heta vê axriyê, xêncî Ȇzdiyên Başȗr Ȇzdiyên din bîr kiribȗn…

Ez nizanim gelo serok ȗ endemê Meclîsê bi xwe jî zanin deshilatya xwe, maf ȗ rola wan her yekî çi ye? Rola wan di rêvabirina civakên Ȇzdiyan da başqe-başqe heye? Kê, di kî werî da cawdar ȗ berpirsiyar e.

Di nav wê Meclîsê da jî her tişt dîktatoriye. Dîktatorîke wusa ku endemê meclîsê nikarin bi însîatîv tev bigerin. Raste oldar jî evdin, şexsin, wur jî gerekê qewl ȗ qirar hebin… Lê oldarî warekî pîroze, oldar gerekê bi emelê xwe yê pîroz, xwedênasî, paqijayî ȗ rehma dilê xwe, bi şikestîbȗn ȗ zanebȗnên xwe hurmeta xwe çawa nava oldarên dora xwe wusa jî di nav civakê da qazanckin, bilindkin. Karê xwe yê pîroz bikin, rola xwe bilîzin.

Gelo heta niha rola vê Meclîsê jiyana Ȇzdiyên Rȗsiyayê, Ewropayê, Ermenistanê, Gurcistanêda hebȗye?. Wana pirsgirêkeke Ȇzdiyan çareser kirye?

Salên 90 î sedsala borî nexweşî ȗ bêtifaqî kete nav Ȇzdiyên Ermenistanê, Ȇzdiyên wur hewara xwe gihande seroketiya Ȇzdiyan-Meclîsê… Heta niha jî kerayî ye, keraîke bê dewî… Wê derheqê da xeberek devê ji endemê Meclîsa ruhanî yekî derneketiye, negotine kêne rast, kêne şaş…Yan çareserîke maqȗl wê bêtifaqyê ra nedîtnae…A’lim ȗ zanyarekî Ȇzdiyan wê derheqê da tu fikir negotin. Hela êzdîkî /peyayê nijarperestê ermeniya/ xwe elam kir wek Mîrê Ȇzdiyan, xwe kirye pirîzîdêntê hemȗ Ȇzdiyên cihanê…Heta niha jî ew xwe wusa dibîne. Heta niha jî endemê Meclîsê /chend cara chûne Ermenistanê kêf ȗ şayê / lê tu gotin wê derheqê da Ȇzdiyên Ermenistanê ra negotine…

Xulese…

Pêşinyar:

Ȇzdîtî bawarîke yekgirtî ye. Navda, wek olên din tu şax ȗ meshebê cuda nînin, ku nava bawaryê ȗ bawarmenda da jî cudetî hebe. Ȇzdiyên her ciya ser heman bîr-bawariyê ne, tu cudatî navbera wanda nîne. Eva jî qewlê niha da rêvabirya Ȇzdiyên cihanê di werê olî da pir rehet dike. Wusane pêwîste Merkezeke ruhanî ya pîroz, di nav civakê da bi qedir, zane, çalak bi şaxê xwe ku nȗnerê Ȇzdiyên hemȗ cihanê hilde nava xwe, civaka Ȇzdiyan dora xwe bicivîn e ȗ di warê olê da anegorî şert ȗ şȗrtê vê dewranê wê rêva bibe:

MERKEZA RUHANÎ, bi fikira min, gerekê li Laiişa Nȗranî avabe. Ew Merkez tev Ziyareta Lalishê Parêzgera ola Ȇzdiyên ya here bilind be li cihanê, ciyê qirarên olî ȗ heca bawarmenda. Li rex Lalişê pêwîste Akadêmiya olî hebe ji bo hazirkirna oldar, têologê bi xwendina navîn ȗ bilind. Parên lêkolîna Ȇzdînasiyê, dîrokê, şêwrmendiyê, hevkariyê êzdiyên dîasporê ra ȗ hvd , / Pirtȗkxane, weşanxane, para ragihandinê. Ku dengê Merkezê bigihîje Ȇzdiyê temamiya cihanê pêwîstî xwendin-nivîsar bi alfabêya latînî be.

Ku dengê Merkezê bigîje hemȗ bawarmendên Ȇzdî yên li cihanê bela, gotî şaxê wê merkezê Şengalê, Ewropa- Almaniyayê, Ermenistanê, Gurcistanê, Rȗsiyayê, USA ȗ hvd hebin.

Vana da hîmlî oldar bin, ne tenê ji Welat Şêx yan Şengalê lê ji temamiya Ȇzdîxana cihanê. Oldarên Meclîsê bi bijartineke tebyt gerekê bêne wefedarkirin. Wan bijartina da gerekê temamya dîndar ȗ têologên Ȇzdiyên cihanê benda bin. Nȗbȗn pêwîste bikeve strȗktȗrayê jî. Oldar jî ese nîne ku Şêx ȗ Pîr bin. Ya sereke ewe ku zane bin, şikestî ȗ ji alyê civakê va hatibin qedirgirtin, qebȗlbȗn, qîmetê wan di nav civakê da hebe. Helbet dîrok jî gerekê neyê bîrkirin.

Bijartina Serokariya Ȇzdiyan ya civakî bo temamiya Ȇzdiyên cihanê bi texmîna min bê fikir, bê bingeh ȗ bê menî ye.

Başȗr da Bingeh Laliş heye bi şaxê xwe. Li Ewropayê Malê Ȇzdiya hene bi navenda wane Şêwrmendiyê, Yekîtiya Ȇzdiyan, Rȗsiyayê ȗ cîyê dinda Ȇzdî karin ji xwera organîzasyona avakin. Evan her yek çawa naha ye usa jî pêşîrojê karin nȗnertiya civaka xwe bikin ber deshiletdarya welatê ew têda dijîn.

Hevkarî nav wanda kare çêbe.

Bi texmîna min, maqȗl e di vî werî da dewsa “Encîmanê”gerekê konfêranseke berfireh ya Ȇzdiyên cihanê demeke nêzîk va bê daxistin. Ew Konfêrans komîsyoneke bi 20-25 zanyarê bêteref bibijêre ȗ ew Komîsyon jî demeke kin da van pirsgirêka ra çarekê maqȗlî bibîne.

***

Wê maqȗl be, ku deshilatdarî ȗ hêzên Kurdistanî di vê pirsgirêka Ȇzdiyan ya navxweyîye nazik da bêteref bimînin, nakokî ȗ berjewendiyên xwe neyne nav vê pêvajoyê, xêrxwez ȗ alîkar bin.

10..09.2015

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.