September 16, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Emîn Botanî : Zendîqê Bivir di Destî da Yan – Xezaya Geliyê Marîfetê

Zendîqê Bivir di Destî da Yan – Xezaya Geliyê Marîfetê

Emîn Botanî 

Zendîqê bivir di destî da Fiqheka zîval zîval dikete pêt xo, Memkê dayika xo dibirît û Berdibîte ruha dar û dîwara, Kiroskekî li betena û Bihosteka esmanî bo teyr û tewala nahêlît. Jêre û paşve Estêrek nabirisqît û Rûbarek Gilîzankêt hişkatiyê venaket, Kiçêt Şengalê jî Heta heta dê xodîkê li xo heram ken. Şêx mendoooooooooo Pîr reşooooooooooo Mala marîfetê xera bû!, “Şerfedîne Şerfedîne Avaniya hemiyan îmane Avaniya me yek evîne Eynî hewar û birîne. Şerfedînooooooooo Ev hemî nihomate bi rex te ve derbazbûn Qey avaniya hemiyan yek bû!, Mirna sist li jêr û Îmana qayîm li jor, Rûmeta hemûka spî û Xûna hemûka sor!”. Zendîqê bivir di destî da Dadikevîte nav daristana şerîetê, Di nav hemî rîwayetan peyasa diket û Pêxemberek niye bêjtê: Hey pîsê pîs Xo nêzîkî tixwîbêt pakijiyê neke. Zendîqê bivir di destî da Di nav kolanêt Bexda Rezkêt hellacî disojît û Ebasî çava pan diken. Zendîqê bivir di destî da Di nav kolanêt Şamê Bi rex Emewî yan ra dibihûrît, Bi keyfa dilê xo Talana cebr û xityarê radiket û Memleketa îffetê tijî ficûr diket. Xîret nahête çokêt xelîfey Marîfet serxoş dibît û

Dilê wî diçîte hijîra kersê. Hooooy melikê fexra Ew çi dwîkêle berbûye karwaniya ?! Çi avedanî berbûye qebra û Çi çol û holiye berbûye xaniya!!. Zendîqê bivir di destî da Taykêt eql û neqla dibirît û Dihînte der hemî qiromkêt tefsîrê, Metnekê nahêlît dûrî kerbê Metnekê nahêlît nêzîkî evînê, Diket … Naket Zendîq nagehte şirînahiya yeqînê, Neherê ê ê ê….. Zendîq biyabana gumanê dihêlît û Berê xo didete çiya û zinarêt îmanê. Li Hîcaz û Şamê Kitêb û kincirkêt xo heldigirît û Berê xo didete êzidîxanê!! Şerfedîn mîre li dîwanê.. Zendîqê bivir di destî da Li pêş çavêt Etabkiya Li pêş çavêt Fatimiya Zahiriya û Batiniya Xewarica, Edemiya û Sermediya, Refeka kiçêt Semerqendê Bi çil û çar qonaxan digehînte Endelusê, Ji Yemen û ji Eden û ji Umanê Tîr û kivan û mercana Bi qeçaxî digehînte Hemedanê. Ewî bo Hecacî Heft karwanêt hêştira Tijî bixûr û kevlêt xezala, Çarde karwanêt hêştira Tijî cuzîkêt fetwayê; Bîst û êk barêt hêştira Tijî kuryêt dûpişka û ezmanêt mara, Bi çavniqandinekê ji Kufe û Kerbelayê tînît û Berî hemî salîsk û tucara Xo digehînte Xwarizm û Buxara. Ew zendîqê nazandî Li pêş çavêt her çar xelîfa Hezar kirêtî bi filsekî!!. ” elcebel elcebel “! Xerzêt zendîqa Dadibarine ser bîladulcebel! Xurcezînêt xo Ji kilîzêt Suraqay û kerbêt Memûnî tijî diken û Tekbîra wan li Germiyan û Li Helebce û li Barzan û Balîsan û Li Serdeşt û Mihabad û li Qamişlo

Li Dêrsimê û Aleqemşê Xort û Deka û Sorya û Bazê deng vedidet. Zendîq yê hatiye xezayê;;; Zendîq yê hatiye xezayê… Zendîqê bivir di destî da Berzebûye di navbera Ronahiya mezherî û tarî gewirkêt fehwayê. Berzebûye di navbera Ciwaniya Xerabatê û keşefirêtiya Mewayê. Yê berzebûy di navbera Gulêt îmanê û dirkêt teqwayê. Zendîqê bivir di destî da Sê rojan delîvê didete qewwalekî Hemî sebeqêt eşqê ji bîra xo bibet, Sê rojan delîvê didete pîrekî Haşayê ji xortanî ya jînê biket, Sê rojan delîvê didete çiyay Bilindahiyên xo radestî newalan biket, Sê rojan delîvê didete def û şibaban Semayê ji bejn û bala xelîqetê veken. Hewar û nala qewwalî Cezbe gehande kendalî: Ez qewwal im ez qaîl im Bo rebê jorî mail im, Sebeqêt min sabîqe ne Sirra wicûd û sicûd û Sirra xilûdê têve ne, Sê roj bo te bibye aşiq Bizanibî feyz û hilûl, Te bivêt nemînî mariq Ta ebed ebter û melûl, Vegere qewl û qiryarê Were ser ola biryarê, Werîs li cem te bûye mare Li manayan çi zêmare!!. Hooooy melikê Fexra Ew çi dwîkêle berbûye karwaniya?! Ev ave rêtiye ji mêje; Heyf û sed heyf Qonaxa xwînê dirêje!. Pîrê Zebûn lê bû hewar: Heta pîr bûm Min yeqîn daye îmanê Min îman daye wijdanê, Eve çi kufr û nîfaqe Li ser û dilan meraqe?!, Dawî bîne vê qissetê Vegere ola mehbetê. Hê ê ê ê y biyabaaaan … Ez çiya me…

Ev çend sal in Deşt û newalan xir ve dikem, Kevir kevir Girk û milan dicemînim, Ez çiya me ez mezin im. Bilindahiyan Ji çavêt baz û elhoyan diparzinim. Ji guhanêt axê Şîrê cesaretê didoşm, Pêşmerge hêvênê min e, Tu nikarî Îmana min a bejindar biçemînî. Li semaya zuhd û zatê min guhdar be Ger te bivêt muhra xelasê bibînî. Zendîqê bivir di destî da Sê rojan delîvê didete kewa Qebîna xo vezivrînine nav rikehêt bêdengiyê, Sê rojan delîvê didete masya Bi çi rengê hebît sîpela ji hinavêt xo derêxin, Sê rojan delîvê didete mêşên hingivînî Tama gulistana bi teşyêt zeqnebûtê birêsin, Sê rojan delîvê didete azadiyê Xo ji xewn û xeyala Kurdan dwîr bêxît. Kewêt Şengalê diqebin Kewêt Şengalê diqebin; Kurêt baba Bi sê denga dikirin gazî Digotin Dawidê Dawid; Mehmudê bira Simêr û Şeşo li me fermane, Bi ser me da hatiye Leşker û lêmiştekê pûçî girane, Mêrêt meydanê, Li ser wan veken Agirê sê tîra û Şeşxanê, Roj roja namûsê ye Xeber bidene Kurdistanê Bira qewî ken îmanê Şerfedîn mîre li dîwanê. Desta bihelînin birano Veken tola êzidîxanê. Masî hewara xo dibene ber Ûnisa Ûnis hewara xo dibene ber masiya, Heware Nuhê gemiya Hewar reşmarê geliya, Ew çi ave hogirî sîpela nabît?! Ew çi rave hogirî mexela nabît?! Ew çi beze nabe hogirê peldana?! Ew çi reze mestiyê nadet xudana?!. “tu însan be Bibe însan”.

Vegere ser dînê avê, Û tefsîrekê vebîne Bo hişkatî û qirqiçîna sîpelên geş Bo tilisma wan hinavên sohtî û reş. ” elcebel elcebel ” Şirînrêsa bi xet û xalê Mêş hingivê kontara çiyayê Şengalê, Dobiya îmanê lê dibarît: “bibe însan Tu însan be”, Carek were Tam bike vê heqîqetê, Xo muhtacî şekirê bike Vegere bo ola şirîn. Meshefêt baxa şehîd bûn, Te cesedê xir ayetan kire birîn. ” elcebel elcebel ” Henîen lekî ya bîladulcebel Henîen leke ev azadiye ya cebel. Hê ê ê y mariqo Min û Kurda çîrokeka dirêj heye; Sê hezar roj bo te firset Ji herfên azadiyê bigehî, Sê hezar şev bo te firset Ji êşa tarîstanê bigehî, Temet jiyê azadiyê Bo te derfet û mecale Jêk vavêr key qîl û qale Hasil key aqil û kemale. ” elcebel elcebel ” Zarokekê têhinyê Şengalê digote têhnîbûnê: Vexûne sûreta avê, Digote seraba binê beriyê: Vegere ser dînê rihana, Digote xubara tirsê: Vegere ser dînê percana, Li dumahiyê Av bi birîndarî Dikevîte destê xendiqînê, Termê serabê Dikevîte destê bendewariyê û Xubar jî êxisîrê ber lepêt revînê!. Zarokekê têhinyê Şengalê Sê qurtên avê delîvê didete zendîqî: “însan be Tu bibe însan”. Sond bi sê kaniya Kaniya sê ruhên serfiraz Ruha sê xasên bê miraz, Heta sê qurtên dî

Tu mirovbûna xo ranegehînî, Dê te havêjme nav pêlên fetisînê Heta heta çipkên teratiyê nas nekey. ” serbihurda nutfê Weha li ser kilêjiya belgekê hatbu nexşandin”. “elcebel elcebel” Zarokekê birçiyê Şengalê digote birçîbûnê: Vegere ser dînê nanî, Vegere ser dînê têriyê. Digote xir valahiya Vegerne ser dînê piriyê. Li dumahiyê Sewkêt nanî bi êxisîrî Dikevne nav tenûra birçê, Û têrî dihelyêt Wek hingivê devê hirçê!. Zaroyekê birçiyê Şengalê Sê parwî yên nanî delîvê didete zendîqî: “tu însan be Bibe însan”. Sond bi sê nana Nanê sê şivana Şivanê sê keriyên berana Heta sê parwî yên dî Tu însanbûna xo ranegehînî, Dê te havêjme nav bêhna tenûrekê Heta heta tama birajtinê bîra te nehêt. “serbihurda genimî Weha li ser kevrekî hatbu nikrandin”. Zendîqoooooooooooo Pîso mariqooooooooo Tu dixwazî bi namûsa me Îmana xo ya diryay vedirî?!, Tu dixwazî bi kuştina me Îmana xo ya birçî têr bikey?!. Destê xo ji vê kesabeta heram rake Ev rûmet û enya bilind Me ji pişta teharetê dotiye, Hoooy neyarê azadiyê Dirba me girane pêgotiye. “elcebel elcebel” Hooooooy zendîqo “hîdayet” wesa dixwazît Bi bilûra poşmaniyê Gurêt qubheta xo Li dervey bêhna xûnê mexel bikey. Hooooooy zendîqoooo “bîdayet” wesa dixwazît Vê xarxara xo ya çivêl Di nav paxla zivrînê da veşêrî.

“nîhayet” jî wesa dixwazît Bela xo ji azadiya Kurdan vekey; Êdî şwîn piyêt xo Li ser dîwarên heriftinê binexşînî. Şengal jî Pencerkên xewneka mezintir ava biket…

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.