September 23, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Çendî Îro Mîna Doh e

Rûpelekî Windayî ji Nelihevkirina Axayên Beriya Mêrdînê

(Çendî Îro Mîna Doh e)

Konê Reş

Şevên zivistanê dirêjin, ez jî şevê din wek Cihûyan li kaxetên xwe yên kevin geriyam. Di nav wan de çav bi çend çavpêketinên xwe yên ku berî 25 salan, li ser dawxaza Prof Dr. Celîlê Celîl min bi çend kelemêran re kiribû dîtin. Yek ji wan kalemêran Hecî Hesen (Bozo), mixtarê gundê Tûkê bû, yek kirîvê min Hesenkê Bavfilleh bû û yek apê min Silêmanê Xelîl (Silo) bû. Van hersê rehmetiyan çîroka civîna Axayan li gundê Bilêqiyê, kêm zêde wiha ji min re gotin:

Di bihara 1928an de, li ser daxwaza mezinên Kurdan ji bo kurtîtiyê û alîkariya kurdên çiyayê Araratê bi Tirkan re (Di baweriya min de, ev mezinên kurdan /Komeleya Xoybûn/ bû û serhildan ya Ceneral Îshan Nûrî Paşa bû), Axayên Binxetê û Serxetê li gundê Bilêqiyê, bi rêveberiya Ûsivê Qaso axayê eşîra Bûbilana civiyan. (Hingî gundê Bilêqiyê di bin destê axayê Bûbilana Ûsivê Qaso de bû). Civîn li mala Simê Hesenkê ku ew yek ji axayên eşîra Milan bû, pêk hatibû.

Ji Axayên ku di wê civînê de beşdar bibûn: Evdiyê Xelo Axayê Mêrsîna, Îbrahîmê Mehmûd Axayê Temika, Şakirê Mihê Axayê Koçeka, Ehmedê Silêman Axayê Omeriya (Hingî ji ber Tirkan revya bû, li gundê Niqare bû), Emînê Ehmedê Perîxanê Axayê Rema (Hingî ew jî ji ber Tirkan revya bû xwe li gundê Dugirê, malbata Ebês girtibû û yek ji damezrênerê komela Xoybûn bû), Hesenê Haco Axayê Hevêrka (Bavê wî Haco jî, yek ji damezrênerê komela Xoybûn bû), Silêmanê Ebês Axayê Dorika, Silêmanê Zerokê mixtarê gundê Hermê Şêxo.. û çend navdarên eşîra Bûbilana wek; Xelefê Gedo, Silê Neyo, Begendiyê mala Evdile, Ehmedê Evdo û gelekên din..

Civîna wan li gor biryara Komela Xoybûnê bû ku, herêma xwe ya ku di navbera Nisêbîn û Darê ta bi Mêrdînê jî, ji destê Tirkan rizgar bikin û xeta tirêna Almanî ya ku çek û artêşa hikûmeta Tirkiyê di ser re derbasî şerqê (Kurdistanê) dibû xera bikin û herdû pirên tirênê li Çûva û Zorava biherifînin, ku Tirk êdî nema karibin derbasî şerqê bibin..

Û di encam de, şer ji ser şervanên Araratê sivik bibe..

Lê sed mixabin civîn bê encam derket; eşîrtiyê, dubendiyê û berberiyê rola xwe lîst û negîhan ti encamên berketî bi hev re. Dawî ji hev belav bûn, bi hêviya ku careke din li hev bicivin.. Û careke din li hev neciviyan.. û hûn zanin bê çi pey re çêbû..

Ezbenî! Çendî Îro Mîna Doh e.

Qamişlo, 19.01.2016

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.