April 16, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

dengbêjk, çîrokbej û rûspiyê me Êzdiyîan kirasguhast

Kirasguhastina dengbêj, çîrokbej û rûspiyekî me Êzdiyên Xaltiyan

Kemal Tolan

Hêjayan, min jî îro 17/03/ 2016 bi dilekî xemgîn bihîst ku, yek ji dengbêj, çîrokbej û rûspiyê me Êzdiyên Xaltiyan, apê Hemzoyê Xalit li vê xeribiya bajarê Oldenburg’ê kirasguhastiye û çûye ber rahmeta Xwedê!

Bi rastî, wexta Xwedê jê raziyê Hemzoyê Xalit di 5.11.1994 de hate Almanya û li bajarê Oldenburg‘ê bicîh bû pê ve, ez gelek caran pê ra rûdiniștim û min hercar digote rahmetî, apo me Êzdiyan heta vêga ji ber gelek ferman û qirkirinên bi serê bav-kalên me de hatine û tunebûna xwandin-nivîsandinê nikarîbûye delîl, nêrîn-dîtin, bîranîn, çirok, stran û agehdariyên ku di nava zargotina me de hatine parastin tomarbikin. Gelo hûn dikarin hinek ji dîtin, bîranîn, çirok, stran û agehdariyên ku di singê we de hene ji me ra bibêjin? Belê Xwedê jê raziyê Hemzoyê Xalit, dixwast bahsa gelek serpêkhatiyên xwe û gelekên ku ewî jî di nav zargotina me Êzdiyan de bihîstibûn bike, lê mixabin min ji ber gelek egeran nikarîbû piraniya bîranên wî tomarbikim. Tiștê ku min ji ber zargotina dengbêj û çîrokbejê Xwedê jê razî Hemzoyê Xalit nivîsandine-mînak: weke navên hinek berxwedan û stranên li ser şerên maqulên Ezdiyen Xaltiyan(Şerê Erenzê û Kela Ridwanê, Strana Hesinê Hewêrî, Keleşê Çelo û hwd.) di sala 2000 de û di rûpelên pirtûka xwa a bi navê Hebûn û Tûnebûna Êzîdiyan Tev Romanên Zindîne de weșandine.

Dûre weke em li ser vî wêneyê ku di civîna rûspiyên Mala Êzdiyan a Oldenburg‘ ê a 20.06.2004 de hatiye girtin û ev jî di pirtûka min a bi navê Nasandina Kevneșopên Êzdiyatiyê I 2006, rûpelê dawîn de hatiye weșandin de dîbin, rahmetiyê Hemzoyê Xalit yek ji çalakvan û rûspiyê Mala Êzdiyan a Oldenburg‘ ê yê gelekî bixîret û mezin bû….

Ez dibêjime apê Hemzoyê Xalit, gelek spas ji bo vê xizmet, ked û emaka ku we ji bona parastin û pêșvebirina Êzdîtiyê kiriye! Ji Xwedê û Tawisî Melek hêvîdikim, ku ew we bi rahmeta xwe şahbikin!

Ez weke ku di van herdû sebeqên „Qewlê Miskîni Jaro“ de hatiye gotin, dibêjime tevaya zarok, zave, nebî, pismam û hevalên rahmetiyê Hemzoyê Xalit,

„Ev erda xane, evd û beşer bazirgane, hineka mala xwe barkir û hina nû danî Bin Ademo hezar salî temamkî, Mîrantiyê li şerq heta şamkî, Dumahiyê her tê ji kasa mirinê tamkî.“

Bila serê we tevaya zarok, zave, nebî û kesên ku ji malbata rahmetiyê Hemzoyê Xalit in sax be!

Kemal Tolan- Xemxwar û Berhevkarê Kevneşopên Êzdîtiyê 17.03.2016

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi