March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Taybetmendiyên Rêbaza Manewî

Taybetmendiyên Rêbaza Manewî

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl) wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

Ji Kaniyên Yezdaniyê

Ayîna Manewî

(beşê çarem)

Pirtûkên Pêximber Manî:

Pêximber Manî hem bijîşk, hem nexişdar, hem wênekar, hem nivîskar û hem wergêr bû. Wî bi xwe încîla xwe (Pirtûka Pîroz) û heft pirtûkên xwe yên din nivîsandine. Di nav wan da pirtûkek bi wêneyên rengîn hatiye xemilandin. Zimanê ku pirtûkên xwe pê dinivîsandin zimanê aramî (suryanî) bû, ji ber ku wê hîngê ew zimanê çanda serdest li Babil bû. Di nav jêderên ku em lê vegeriyan da, me tenha pirtûkeka Manî bi navê “Şaberqan” (bi dîtina me divêt wisa bê bilêvkirin) dît. Încîla pêximber Manî li 22 beşan têye parvekirin, li gor tîpên bilêvkirina aramî. Di van beşan da Manî li ser deh asîmanan, heyşt zemînan, heft stûnan, sê çerx û felekan û kelandina deryayê diaxive.

Bi me ra derbas bû ku Manewî ji hêla alîgirên Zerdeştî, Kirîstiyanî, Bozîzim û Îslametiyê va hatiye perçiqandin, û ev bû sedem ku pirtûkên Manî yên li ser bawerî û rêbaza Manewiyê bêne wendakirin. Tiştê ku gihaye me di hin pirtûkên cihê û têvel da ye. Piraniya van pirtûkan jî bi armanca êrişkirina ser Manewiyê hatine nivîsandin. Yek ji wan pirtûka “Kefalaya” ye. Ev ji çend gotarên Manî yên perwerdeyê pêktê. Şagirtên wî li ser daxwaza wî piştî mirina wî civandibûn. Pirtûkeka Aleksander Lîkopolîs jî heye ku bi demeka kurt piştî mirina Manî hatiye nivîsandin. Her wisa pirtûka Tîtûs Al Basrawî تيتوس البَصْراوي (di sedsala çarem ya z. da jiyaye) jî heye. Lê belê pirtûka here girîng ji wan, pirtûka Qedîs Augustine (sala 430 z. miriye). Bi me ra derbas bû ku ew pêşî Manewî bû û di pey ra Kirîstiyanî wergirt.

Ibin Al Nedim ابن النَّديم di pirtûka xwe “Al Fihrist” الفِهْرستda rûpel 399 dibêje: Ku feriştê hêrzanê (di Manewiyê da jêra dibêjin “hevalbend قَرين, cêwî” ji Manî ra gotiye: “Silav li te, ji min da û ji xwedayê ku ez ji bo te şandime û tu ji bo doza xwe hilbijartiye, ferman daye te ku tu doza rastiyê bikî û tu mizgîniya rastiyê li ser navê wî belav bikî, çiqas hêz û şiyana te heye tu di vê rêyê da bidî”.

Rêbaza Manewî:

Rêbaza kîjan ayînê be, ew rûyê naskirî yê wê baweriyê ye. Ev diyarde di ayînên mezin (Hindûsî, Bozîzim, Cihûtî, Zerdeştî, Kirîstiyanî û Îslametiyê) da naskirî ye. Her wisa di

Manewiyê da jî. Ramana bingehîn di Manewiyê da eve: Xweda bi xwe xêr û ronahî ye û Îblîs bi xwe guneh û tarîtî ye. Hemû hêmanên giyanî beşekin ji hêzên xêr û ronahiyê û hemû hêmanên daringî beşekin ji guneh û tarîtiyê. Mirovê ku xêr û sermediyê di baxên ronahiyê (bihuşt) da dixwaze, divêt ji laş û hemû hêmanên daringî hezneke, divêt xwe ji hewesa cinsî û vexwarina mey û şerabê û xwarina goşt bi dûr bixe. Divêt jiyaneka hişk û bi qinyat bijî daku giyan û ronahiyê ji zîndana laş û tarîtiyê rizgar bike.

Pêximber Manî dibîne ku guneh bi sê şêwazan tê kirin: Di dil da (arezû), di dev da (gotin) û di dest da (kirin, pêkanîn). Ev jî sê bingehên baweriyê di Zerdeştiyê da tîne bîra me: Ew jî “ramana baş”, “gotina baş” û “kirina baş” [avesta rûpel 81]. Bi me ra derbas bû ku Manewî li ser hin stûnên Yezdaniyê (şaxê Mîtrayî û şaxê Zerdeştî) hatiye avakirin, çi di warê baweriyê da û çi di warê rêbazê da.

Tiştê balkêş di rêbaza Manewî da ewe ku pir li ser jiyana hişk (zuhd) زُهْد. û xwe bidûrxistin ji jiyana daringî radiweste. Ji wesekên Manî di vî warî da: “Gunehan neke, zarokan neyîne, saman necivîne, neçîne û neçine, goşt nexwe û meyê venexwe”. Helbete ya here tirsnak di van wesekan da doza neanîna zarokane. Ev bi xwe tê maneya ku mirov şû nebe (nezewice) û şûnebûn tê maneya biřîna senseletê. Gelo Manî bi rastî dixwast ku hebûna mirovî bi dawî bibe?.

Wisa tê xuyakirin ku biřîna senseletê ji aliyê teorî va (di çarçewa felsefî da) serdare. Belge û dawerê vê yekê jî ewe ku tiştê di berhevdana Mobedê Mobedan (serekê oldaran) yê Zerdeştiyê û Manî di zîndanê da derbas bû. Mobedê Mobedan ji Manî ra got: “Tu dibêjî ku şûbûn (zewac) qedexe ye daku tu zû dawiya cîhanê bînî”. Manî got: “Ji erka mine ku alîkarê ronahiyê bim daku bi biřîna senseletê rizgar bibe”. Yanê Manî ji aliyê felsefî da biřîna senseletê pêwîst didît wek alîkarî ji bo biserketina xwedayê ronahiyê (xêr) li dijî xwedayê tarîtiyê (şer).

Lê belê wisa tê xuyakirin ku rêbaza Manî (felsefeya ayînî jî di nav da) bi awayekî nîvçe û ne temam hatibû fêhmkirin. Wisa xuyaye ku Manî rêzika qedexekirina şûbûne ji bo hemû alîgirên xwe nexwastibû. Dawera vê yekê ewe ku piraniya alîgirên wî şûdibûn û zarok jî dianîn. Ji lew ra gelek pêwîste ku em bizanibin, alîgirên Manewiyê bi du komên sereke dihatin beşkirin:

1 – Yên bijarte مختارون: Yên hilbijartî jiyaneka hişk dijiyan, rêz û rêzikên jiyana wan ya hevbeş pir tund bûn. Ji wan dihate xwastin ku her rojê heft caran nimêjê bikin, rojên yekşemb û duşembê rojiyê bigirin, û mehekê bi temamî pêş cejna pîroz di nîsanê da rojiyê bigirin. Xwarina wan ya bingehîn fêkî û vexwarina şîrava fêkiyane. Ji bo wan qedexe ye ku jîndaran (heywanan) bikujin û goştê wan bixwin. Û ji bo wan şûbûn (zewac) qedexe ye. Ev beşê bijarte dîsa bi çar beşan têne parvekirin: Yên Ĥewarî حَواريّون (12 kesin), yên Rojeyî (şemasî) شَمّاسُون (hejmara wan 72 kesin), yên Aqilmend عقلاء (hejmara wan 360 kesin) û yên Rastguh صِدّيقون (hejmara wan pire).

2 – Yên guhdar سَمّاعُون: Manewiyên din. Ji bo wan rojê çar caran nimêj erke. Di her nimêjekê da 12 caran diçin sicûdê. Roja yekşembê rojiyê digirin û mehekê pêş cejna mezin di Nîsanê da jî. Divêt ew dehane û zekatê bidin û xwarinê ji bijarteyan ra pêşkêş bikin. Lê belê ji bo wan rewa ye ku jiyaneka suriştî bijîn, goşt bixwin, şûbibin û zarokan jî bînin. Tenha yên bijarte dikarin rastiya zaniyariyên Manewî binasin. Yên guhdar divêt bi deh wesekan bigirin:

Perestiya pûtan neke, derewan neke, çikûziyê neke (yanê comerd be), mirovan nekuje, tolaziyê neke, diziyê neke, dubareyan neke, xwe ji sihirbaziyê biparêze, xwe ji gumana ayînê biparêze. (Me weseka dehan nedît).

Di rêbaza Manewiyê da du tiştên gelek balkêş hene:

Yekem – Asta jinan: Rêbaza Manewî jinan wek jêdera xapandina mêran û jêdera hewesa daringî û laşî dibîne ku mêr ji avênebûna giyanî bi dûr dixe, ya ku bêyî wê, ewê nikaribe peywendiyê bi ronahiya xwedayî ra bike.

Duwem – rêzika bikar neanîna zorê: Manewiyê rêzika bikar neanîna zorê wek şêwaz li dijî zordestiya ku dewlet pêktîne standiye û her wisa li dijî rêwendakirina ayînî û dijberiya wê ji bo girtina saman di dest hin kesan da. Manewiyê doza bikaranîna têkoşîna şoreşî li dijî van tewrên şerxwaz nekiriye.

Tenha ma ku em nimêj û perestinê di ayîna Manewî da nasbikin.

Yekşem, 20.03.2016

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi