March 28, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Kemal Tolan: Di Êzdîtiyê de zewaca ji bo malê dinê û kuștina jinê qet ne rewa ye

Di Êzdîtiyê de zewaca ji bo malê dinê û kuștina jinê qet ne rewa ye!

Kemal Tolan

Divê Êzdî û tevaya mirovatiyê bi zanibin ku, mîtolojiya Êzdîtiyê tu caran zewaca ji bo malê dinê, evîna bi darê zorê û kuștina jinê na pejirîne. Her weha her kes dizane ku mêrê pașverû û zilimkar ne tenê di nav civaka Êzdî de hene..

Vêca ji ber ku ez ne oldarekî Êzdîtiyê me, ez nikarim ji nav ilmê Êzdîtiyê bahsa hinek mînakên li ser babetê zewaca ji bo malê dinê, evîna bi darê zorê û kuștina jinê bikim. Lê min di nav malpera ilimdarê Êzdîtiyê rêzdar Adnan Xeravî https://www.facebook.com/lalish.laish1001?pnref=lhc.friends 18. März um 12:51-(*1) de dît, evî Êzdînasî li ser buyera kuștina keça Êzdî a bi navê Șîlan, ku li bajarê Hannover‘ ê, di șeva șahiya bextewarî-daweta xwe 13.03.2016 de û li ber çavên 300 berburiyan ji aliyê „pismam“ekî xwe ve hatiye kuștin kiriye.

Li goriya dîtina min, ilmdarê Êzdîtiyê rêzdar Adnan Xeravî di vê axiftina xwe(binêren li *1,2) de û bi van mînakên ku di ilm „Qewlê ……“ Êzdîtiyê de li ser babetê zewaca ji bo malê dinê, evîna bi darê zorê û kuștina jinê hatine gotin baș șîrovedike û dibêje;

„Di nav baweriya Êzdîtiyê de li ser kotekî û zordariyê weha hatiye gotin:

„Hincî kesê zordar e û li rêya Xwedê ne yî guhdar e

Ew li vê dinê û li axretê rûreș û șermezar e“

Di nav baweriya Êzdîtiyê de li ser evîn û zewacê weha tê gotin:

„ Ew zeviya ser zêde û sê gîsna lê de,

ji wê paș ve tovê xwe bavêje tê de“

„Ne kû tû bikî dînî û tovê xwe li hișk beyara bi reșînî

Da tû li vê dinê û axretê striya jê ne hilînî „

„Ji qudreta Pedșê min î dehêr e

Binî Adem çêkiribû așqkek vêr e

Rewa bu ji dilê șahî têr e

Ne bi merc, zor û zêr e“

Di nav baweriya Êzdîtiyê de li ser zewaca ji bo malê dinê weha tê gotin:

„Min zor tișt li vê dinê dîtin wê bi kifir,

Yek ji wan; hinciyê di mal de sabe malê dinê girtî qîza bukir „

Ez jî weke ku di mîtolojiya Êzdîtiyê de hatiye gotin û ilmdarê me yê rêzdar daye xwanêkirin, zewaca bi darê zorê û bi taybetî jî kuștina keç/jinê bi tûndî șermezar dikim!

Ji Xwedê û Tawisî Melek hêvîdikim, ku ew Șîlanê bi rahmeta xwe şahbikin!

Ez êșa wan berketiyên rahmetiya Șîlan Hesen, yên ku dixwazin kujerê vê buyera kirêt di nav xwe da veneșêrin û wî kujerî bivînin teslîmî hikûmetê bikin parvedikim!

Bila bimre pașverûtî û șîdeta mêrê zalim

Li gel rêz û hûrmetên,

Kemal Tolan- Berhevkar û Xemxwarê Kevneşopên Êzdiyatiyê ! 22.03.2016

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi