April 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Felsefeya Xwedawendî Manewî

Felsefeya Xwedawendî Manewî

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl) wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

Ayîna Manewî

(beşê sêhem)

Pêximber û hêzdarî:

Di nava dîrokê da hatiye çespandin ku ne bese û têr nake ku mirov pêximber be, mirovan bi ser xwe da bikişîne daku ayîna wî ya nû bi şêweyekî berfireh bê wergirin. Belê, pir pêwîste ew xwedî şiyan û hêzeka çekdar be jî (wek ku pêximber Mûsa û pêximber Muhemed jî wisa kirin). Yan jî divêt piştgiriya hêzeka çekdar ya dervayî wergire (wek ku padîşahê farisî Heşthesp alîkarî da pêximber Zerdeşt û wek ku padîşahê romanî Kostantîn piştgiriya alîgirên Kirîstiyaniyê kir). Heger ne wisa be, ayîna pêximberekî jar û lawaz, wê di çarçeweyeka teng da bimîne û li ber bayê têkçûnê bi lê da biçe; û ne tenha ew jî, ewê ji aliyê dijber û dijminên wê va bê çepelkirin jî.

Ev rewş bixwe bi serê Manewiyê da hat. Piştî ku padîşahê Sasanî Behramê Yekem nema piştgiriya pêximber Manî kir, û stûyê wî sparte dijminên wî yên Mobedan (mezinên oldarên Zerdeştiyê) ku ji wî bi kîn bûn, Manewî êdî li seranserê Ariyana û welatê Babil ketin bin zor û perçiqandina oldarên Zerdeştiyê, û her di wê demê bi xwe da, ayîna Manewî diket bin zor û perçiqandina alîgirên Kirîstiyanî û Bodîzmê jî. Di pey ra bobelta mezin di heyamên îslamî da bi ser da hat. Wisa alîgirên hersê ayînên mezin (Kirîstiyanî, Bodîzim, Îslametî) li dijî Manewiyê rawestiyan.

Ev perçiqandina ku dora hezar salî berdewam bû, bû sedema wendabûna gelek nivîs û belgeyên Manewiyê. Tiştê ku jê ma bi awayekî belav belav di nivîsên alîgirên ayînên ku şerê wê kirin da hatiye (Kirîstiyanî, Bodîzim, Îslametî). Piraniya van tiştên ku mane jî, ne bê layenin û hatine çepelkirin, û têda barekî giran ji ramanên nediyar û têkil hatine ser hev. Ev rewş di pirtûka “Al Milel we Al Niĥel المِلَل والنِّحَل ” ya Şehristanî الشَّهْرِستاني û pirtûka “Al Fihrist الفِهْرِست ” ya Ibin Al Nedîn ابن النَّديم da tê xuyakirin. Bi herhal, van herdu nivîskaran agahdariyên xwe ji gotin û nivîsên zerdeştî, kirîstiyanî û Misilmanan wergirtine, û piraniya van agahdariyan ne temam û ne bê layenin.

Nasnameya (Xweda) di Manewiyê da:

Bi me ra derbas bû ku Manî diyar kir ew pêximbere wek Mûsa, Zerdeşt û Îsa, û her wisa got ku ew pêximberê herî dawî ye; ku ayîna wî xwedî taybetmendiyeka cîhanî ye. Ev bi xwe tê wê maneyê ku xwedayekî peywir daye wî ew vê ayîna nû bigihîne mirovahiyê. Gelo nasnameya Xweda di Manewiyê da çi ye?

Nasnameya Xweda di Manewiyê da pêywendiya xwe ya kîp bi rahên çanda Manî û rewişta ramana ayînî Manewî ra heye. Manî ji kok û binyateka ariyanî ye û ji civakeka ariyanî ye ku di wê da baweriya Yezdanî bi şêwazê xweyî Mîtrayî tev li Zerdeştiyê bûye serdare. Perwerdeya Manî li Babil (Îraq) kir ku ew li bermayên xwedawendiya mêzopotamî û Kirîstiyaniyê temaşe bike. Rêwîtiyên wî bo Hindistan û Çînê rê jêra vekir ku ew li Bodîzmê jî bizanibe. Divêt em bêjin ku avakerê Bodîzmê Gautama Buddha (563 – 483 b.z.) ji malbateka padîşahî ji wan Ariyaniyan bû, ewên ku li dor sala 2000 b.z. desthilatdarî li bakurê Hindistanê kiribûn.

Bi gotineka din, Bodîzim û Yezdanî di kûraniya xwe da vedigerin ser çanda ariyanî. Di lêkolîna me da li ser Mîtrayiyê bi me ra derbas bû ku hin rahên Yezdaniyê ketibûn nav Cihûtiyê; bi encama têkiliya hin Cihûyan li gel alîgirên baweriya Yezdanî; mebesta me ew Cihûyên ku hatibûn bidûrxistin û şarederî welatê Babil û Kurdistanê bûbûne. Her wisa hin rahên Mîtrayiyê bi rêya çanda Hellenistic ketibûn nav Kirîstiyaniyê jî; ew çanda ku bi encama tevlêbûna çanda îgrîkî (yûnanî) li gel çanda mêzopotamî ariyanî pêkhatibû.

Ji vir da em dikarin bêjin ku pêximber Manî hin hêmanên xwedawendiya Mîtrayî, Zerdeştî, Kirîstiyanî û Bodîzmî xistine nav hev û ayîneka hevbeş pêkaniye ku di wê da Xweda xwedayê ronahiyê ye. Manî jêra dibêje (padîşahê bihuştên ronahiyê). Wisa tê xuyakirin ku xwedayê ronahiyê yê Manewî kopiyeka guhartî ji xweda Mîtra (xwedayê rojê) yê pêş Zerdeştiyê ye, û ji xweda Ahûra-Mezda (xwedayê ronahiyê) di Zerdeştiyê da ye. Di Mîtrayiyê da Ahûra-Mezda (xwedayê ronahiyê) û Ahrîman (xwedayê tarîtiyê) herdu cêwî ne ji yek xwedayî bûne ku ew jî Zûrvane (dem û cihê bû dawî). Tê bawer kirin ku Ahûra-Mezda û Ahrîman ji yek kok û binyatê ne, û ji aliyê hebûn û kevinahiyê da mîna hevin.

Şehristanî di pirtûka xwe da “Al Milel we Al Niĥel 2/49” derbarê hebûna Xweda û nasnameya wî di Manewiyê da gotiye ku Manî bawer kiriye cîhan ji du kok û binyatên kevin pêkhatiye. Yek ronahî ye û yê din tarîtî ye. Û ku herdu sermedin. Li gor Ibin Al Nedîm di pirtûka xwe da “Al Fihrist, rûpel 400” dibêje ku Manî bawer dikir bingeha cîhanê du heyberin, yek jê ronahî ye û ya din tarîtî ye, û her yek ji yê din cuda ye. Ronahî gewreyê yekeme, ew bi taybetmendiyên xwe sermede. Ev tê wê maneyê ku Xweda di Manewiyê da hema hema mîna Ahûra-Mezda û Ahrîman di Zûrvaniyê da ye.

Felsefeya xwedawendî di Manewiyê da:

Li gor tiştê ku bi me ra derbas bû, wisa tê xuyakirin ku bandora Mîtrayiyê di xwedawendiya Manewî da ji bandora Zerdeştiyê bêhtire. Zerdeştî Ahrîman bi Ahûra-Mezda ra ji aliyê kevinahiyê da nake yeksan. Ji lew ra, alîgirên Manewiyê di kelepora îslamî da wek du-xwedawendî têne naskirin; yanê ewên ku dibêjin du Xweda hene. Ji lew ra jî gotin ku ew nebawermend û gawirin. Di rastiyê da, ji vê cudahiyê ra sedemeka felsefî xwedawendî kûr heye. Ewên ku bawer kirine xwedayê ronahiyê û xwedayê tarîtiyê di kevinahiyê da yeksan û mîna hevin, bi wê yekê xwastine xwedayê ronahiyê ji berpirsiyariya peydakirina şer û neqenciyê li cîhanê biparêzin û vê berpirsiyariyê bikin para xwedayê tarîtiyê. Ji ber ku – li gor baweriya wan – ne gengaz û mimkine ku şer û neqencî ji kar û tewrên xwedayê xêr û ronahiyê be. Ev mijar bixwe bû sedema gelek gengeşî û cudahiyan di ramana îslamî da jî.

Raheka din ya felsefî yezdanî di xwedawendiya Manewî da tê xuyakirin; ew jî rewişta nasînê ye, yan jî ola Gnostiscism. Peyva “Gnosis” tê maneya “nasîn”, yanê nasîna bala ya giştî. Ev peyva kurdî “gî-nasî” tîne bîra me; yanê “nasîna giştî”. Tiştê balkêş ewe ku peyva “Gnosis” ya înglîzî bi awayê “nasiz” tê gotin. Ew bi xwe ji bingeha yûnanî Γνώση hatiye wergirtin, ya ku bi awayê “ginasi” tê gotin, bi temamî wek bilêvkirina kurdî “gînasî” (me ev tişt got ku em ji bo nivîskarên Kurd bidin xuyakirin, bikaranîna vê peyvê di kurdî da bi temamî wê maneyê dide).

Tov û gewherê Gnosîzmê ewe ku naskirina Xweda naskirineka rasteqîn bi perestinan (wek nimêj, rojî, hec û zekat û hwd.) pêknayê, lê belê bi rêya ronahiya giyanî pêktê. Ev jî tenha bi perwerdekirina giyanî û dûrketin ji cîhana daringî mimkine, ji ber ku ew şere. Gnosîzim di kelepora îslamî da bi navê “Sofîzmê” tê naskirin. Wisa hatiye naskirin ku hin kar û tewrên derveyî şiyana mirovî vedigerînin ser mezinên şêxên sofîzmê; wek ku yê kor bi çav bibe, yê kût bimeşe; û wek meşa li ser avê û xwarina pizotên agir, û gelek tewrên mîna van ku avêtin ser pêximberê ariyanî Mîtra, ser pêximber Îsa û ser pêximber Manî û bi sedema wan ew hate kuştin, wek ku bi me ra derbas bû.

Li gor baweriya îslamî bingehînî (selefîst) Gnosîzimê wek şêwazekî nebawermendî û kufrê dibîne û jêra “yên hindirîn” (yên veşartî) dibêjin. Me berê peywendiya navbera olên sofî di kelepora îslamî da li hêlekê û li hêla din felsefeya ronahî ariyanî dabû xuyakirin, û peywendiya wê bi bilindbûna mirov di warê giyanî da bi rêya têkoşînên derûnî (di sofîzmê da jêra “Aĥwal أحوال û Meqamat مقامات ” dibêjin), heya bi radeyekê ku beşek ji giyanê Xwedayî tev li giyanê wî bibe. Ev bawerî derbasî xwedawendiya Şî’î Ce’ferî شيعة جَعْفَرية (duwanzdeyî اثنا عشرية) bi şêwazê xweyî farisî bûye. Îmamê Şî’î – li gor vê xwedawendiyê – di warê giyanî da bi rêya têkoşînên derûnî dijwar bilind bûye û gihîştiye radeya ku bi xweda ra bide û bistîne û gihîştiye taybetmendiya wergirtina nasîne ji Xweda; û ji vir da rewişta “bê şaşîtî” (me’som مَعْصوم) standiye, ango ji pêkanîna şaşîtiyan parastiye.

Manewî bi Gnosîzma kirîstiyanî di du tiştan da li hev dikin û mîna hevin: Yekem ku cîhan tev şer û neqencî ye û ji aliyê hêzên şerxwaz va tê birêvebirin. Duwem ku ne bawerî الإيمان lê belê nasîn المعرفة mirov digihîne rizgarkirina giyan, ku ew jî tîrêjek ji ronahiya bala ye, û ew di zîndana daringê da hatiye girtin. Lê belê di xwedawendiya Manewî da rizgarkerek xwediyê rewişteka xwedayî nîne ku di mirovekî da wek Îsa bê xuyakirin, ku xwe ji bo mirovatiyê bike gorî û wê ji gunehê resen الخطيئة الأصلية rizgar bike.

Niha tenha ma ku em rêbaza (şerî’eta) Manewiyê nasbikin, ew çawa bû?

Yekşem, 13.03.2016

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi