April 20, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Xelekên Gotaran: Kurd û Dagîrker

 

Xelekên Gotaran: Kurd û Dagîrker\ Xelek 14

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl) \   wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

Taktîka Turkî û Beydera Kurdî

Konevaniya Toranî:

Konevaniya Turkên Toranî di peydakirina taktîkên ji bo talan û dagîrkeriyê bê sînore. Ev rastiyeka dîrokî naskirî ye ji bo her kesê ku dîroka Dewleta Osmanî dixwîne. Heger ne ev konevaniya wan bûya, nikarîbû êleka perkende ji Turkmanistanê ku ji 400 kon pêkdihat li dor sala 1092-an li rojavayê Kurdistan û Anatoliyayê digeriya, bibe emperatoriyeka osmanî û desthilata xwe bavêje ser pir gelên Asiya, Ewropa û Afrîkayê, û here bajarê Kostantoniyê, paytextê emperatoriya romî, dagîr bike û ji xwe ra bi navê (Îslam-Pol = Istanbol) bike paytext.

Ji heft sedsalan da, hercarê ku Kurd li dijî dagîrkerê Turk radiwestiyan, Toranan çeka xwe ya sihirî û kujer bi kardianîn û zora Kurdên serhildêr dibirin. Mebesta me dek û dubareyên wan yên îblîsî bûn ku angaşt dikrin Kurd eşqia, asê, diz, ayînveger û kafirin. Tiştê herî bi fêş û elawet ew bû ku ji êlên Kurdan yên serhildêr ra, tevî ku misilman û sunnî bûn jî, jêra digotin ew Êzîdî ne. Helbet, Kurd bawermend, misilman û başe heger ew serê xwe ji wan ra bitewîne û di bin fermana wan da be. Lê belê, hema ku carekê serî li ber wan hilda, yekser wî dikin Êzîdî û divêt ew bêye kuştin. Vegerin ser pirtûka “Siyahetname” ya rêwî Ewliya Çelebî; hûnê di wir da pir nimûneyan li ser vê mijarê bibînin.

Çeka sihrî:

Ji destpêka sedsala bîstan da û piştî ku Şoreşa Belşefî li Rûsiyayê biserket û belavbûna gotina “Ayîn efyona gelane”, Toranan çekeka nû ji bo eblesekirina şoreşgerên Kurd û çepelkirina nav û dengê wan li ba herdu blokên rojhilat û rojava û qutkirina wan ji cîhanê peydakirin, daku wan tine bikin. Ew çek jî çeka “tawanbarî bi kevneperestiyê” bû, girtin bi Îslametiyê bû. Bi taybetî jî rewşa Kurdistanê ya êlîtî û çandî wisa bû ku wisa dikir şêxên ayînî bibin rêveberên wan şoreşan. Wek nimûne: Şêx Ubeydullah Nehrî, Şêx Selîm, Şêx Mehmûd Hefîd, Şêx Abduselam Barzanî, Şêx Seîd Pîran û Seyîd Riza. Wan baweriya hêzên gewre bi wê yekê dianî ku Kurd misilman û tundrewin û şerê Turkiya pêşverû dikin.

Di wê demê bi xwe da, Turkên Toranî arezûya ayînî li bakurê Kurdistanê xurt dikirin û hin Kurdên misilman û sunnî berdidan ser Kirîstiyanan (Ermen û Nestorî) û ser Kurdên Elewî û Êzîdî, daku ji hêzên gewre ra behaneyan pêşkêş bikin ku Kurd

misilmanên tundrewin. Dema em vegerin ser bûyerên şoreşa 1836-an bi rêveberiya Mihemed Paşayê Rawendozî, şoreşa 1880-î bi rêveberiya Şêx Ubeydulahê Nehrî, şoreşa 1842-1847 bi rêveberiya Bedirxan Begê, şoreşên Barzan di destpêka sedsala bîstan da, şoreşa 1925-an bi rêveberiya Şêx Seîd Pîran, şoreşên Dêrsimê û şoreşa Agirî, emê bibînin ku Toraniyan hercar ev taktîka kone û hîlebaz ji bo eblesekirina şoreşgerên Kurd bi kardianîn û destên hêzên gewre dixistin qirika wan.

Sihir li sihirbaz vegeriya:

Dema ku partiya “Refah- Refah Partisi ” ya îslamî bi rêveberiya Necmedîn Arbakan di hilbijartinên 1996-an da piranî wergirt û Arbakan serokatiya hukûmeteka koalîsiyonê li gel “Partiya Rêya Qayîm” bi rêveberiya Tanso Çîler kir, wê hîngê hêvî bi min ra çûbû ku vê carê hêmanekî nû û girîng kete dewre, yê ku wê ji bo qezenca doza rizgariya Kurdistanê be; û ku Turkên Toranî, wê bêyî ku zanibin û bixwazin, bi awayekî neyekser (îndirekt) xizmeta doza me bikin. Mebesta me bilindbûna pêla îslamî di Turkiyayê da ye û xuyakirina wê wek dewleteka xwedî projeyên îslamî ye, li cihê ku ew heya niha wek dewletka layîk tê xuyakirin.

Dema ku Recep Teyip Erdogan sala 2003-an bû serokwezîr, hêviya min hên bêhtir bû û ev hêvî careka din hilkişiya dema ew di sala 2014-an da bû serokkomar jî. Ev cara pêşîne ku ez dibêjim, di dema hilbijartinên dawî da li Tukiyayê, min hêvî dikir ku “Partiya Edalet û Geşedanê- AKP” desthilatdar bimîne û hema minê gotarek binivîsanda û pîrozbahiya Erdogan ji bo serkeftina partiya wî bikira. Lê belê, ez tirsiyam ku Kurd mebest û armanca min fêhm nekin; bi taybetî jî rajeya serkeftina “Partiya Gelan ya Dêmokrat- DHP” bi tundî paşva çû.

Belê, ji dema ku “Partiya Edalet û Geşedanê” (AKP) ya toranî îslamî li Turkiyayê gihîştiye desthilatdariyê êdî sihir li sihirbaz vegeriyaye. Ramana (îdeologiya) vê partiyê di kûraniya xwe da ji îdeologiya Birayên Misilman (Îxwan El-Muslîmîn), îdeologiya El-Qaîde û îdeologiya DAÎŞ ne cuda ye. Wek tê zanîn, Recep Teyip Erdogan şagirtê dibistana Îmam Xetîbe; yanê ew dozdarekî îslamî ye. Ew ji aliyê ramana xwe û çanda xwe da ji Şêx El-Ûreyfî li Saûdistanê, ji Şêx El-Ĥuweynî li Misirê û ji Şêx El-Erûr li Sûriyayê ne cuda ye. Dewleteka ku rêveberiya wê di destê partiyeka wisa û kesekî wisa da be û di wê da çanda cîhad û talanê serdar be, bi ti awayî nikare dijmina organîzasiyonên îslamî terorîstî be; û tiştê ku em dixwazin jî ev bi xwe ye.

Dewleta Turkiyayê bi rêveberiya Îslamiyan, bixwaze nexwaze- wê çanda îslamî bi şêwaza xwe ya kevneperest li Turiyayê belav bike, bibe piştgira terorîstan û nawendek ji bo şêxên terorê. Erê, ewê bibe warek ji bo gihandina mîkrobên terora îslamî û şandina wan bo dervayî Turkiyayê.

Çiqas dewletên gewre çavên xwe ji ser vê yekê bigirin, bi taybetî jî Peymana NATO, ewê nikaribin demeka dirêj bêdeng û bê haydarî bimînin. Ev tê wê maneyê ku êdî ba li beydera me ya kurdî hatiye, lê belê bi mercê ku em zanibin emê çawa beydera xwe bi hev ra li ba bikin, û em vê keys û fersendê bi dijberiyên xwe yên partîtî û kesayetî û malbatî ji dest xwe bernedin.

Û Çi dibe bila bibe, divêt Kurdistan rizgar bibe!

Înî, 19.02.2016

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi