September 16, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Ji Kaniyên Yezdaniyê

Ji Kaniyên Yezdaniyê

Xelek – 13

Bi navê Xwedayê Gewre û Mihirvan

 

Belavbûna Mîtrayiyê di Heyama Romanî da

 Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl)  \ wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

Pêş ku em li ser belavbûna Mîtrayiyê di heyama romanî da biaxivin, ka em hinekê erdnîgariya ku ev ayîn têda pêşketiye bidin naskirin, û çawa Mîtra ji xwedayê rojê yan jî xweda-roj veguheriye û bûye mirovek ku giyanê xweda ketiye wî, û wisa xwedayetî û laşê mirovî bi hev ra bûne yek.

 

Landika ayîna Mîtrayî:

 

Herêma Asiyaya Biçûk (Asia Minor) ew erdenîgarî ye ku di wê da ayîna Mîtrayî bi şêwazê xweyî nû peyda bûye û ji wir jî belav bûye. Hêjayî gotine ye ku em bêjin têgîna “Asiya Biçûk” – li gor nexşeyên erdnîgarî kevin – du maneyên (wateyên) xwe hene. Yekem: rojhilatê Anatoliyayê û rojavayê Anatoliyayê digire nav xwe, yanê beşê mezin ji bakurê Kurdistanê li gel nîvê rojava ji Turkiya niha. Duwem: Tenha nîvê rojava ji Anatoliyayê digire nav xwe.

Asiyaya Biçûk

Ji destpêka hezarsala duwem b.z. da hevgirêdan û tevlêbûneka şaristanî di navbera herdu aliyên Asiyaya Biçûk da hebû. Hittîtan hin hêmanên şaristaniya hûrî werdigirtin; bi taybetî jî hêmanê ayînî. Dîrokzan Geoffrey Parrinder dibêje ku navê “Mîtra” bi şêwazê “Miidra” di belgeyeka Hittîtan da hatiye ku li Asiyaya Biçûk hatiye vedîtin; dîroka wê vedigere 1400 – 1300 b.z. Wisa tê xuyakirin ku ew xwedayê herî gewre li ba Mîttaniyan bû[1].

 

Bi awayekî giştî, rahên Mîtrayiyê li Asiyaya Biçûk pir kevinin, û di heyama mîdî da û di heyama cîranên wan yên Lîdî da li nîvê rojava yê Asiyaya Biçûk berdewam belav bûne. Yek ji dawerên van hêmanên hevbeş ewe ku dema şer di navbera Mîdiya bi rêveberiya padîşah Keyxusro û Lîdiya da bi rêveberiya padîşah Alyattes sala 590 b.z. pêkhatiye, herdu padîşahan şer rawestandine û li hev hatine, dema ku di sala 585 b.z. da roj hatiye girtin, bi baweriya ku xwedayê rojê yê ariyanî ji vî şerî enirî û tore bûye[2].

Piştî ku padîşahiya Madan sala 550 b.z. kete bin desthilata Farisan, padîşah Gohreşê Duwem sala 547-an b.z. êriş bire ser Lîdiya û ew dagîr kir. Piştî wê di sala 333-an b.z. da Iskenderê Makdonî Asiyaya Biçûk dagîr kir û ev herêm bû beşek ji emperatoriya wî ku sînorê wê heya bi Hindistanê çû. Di heyama Helenî (Hellenistic) da (navbera mirina Iskender sala 323-an b.z. û ketina Asiyaya Biçûk bin desthilata Roman sala 31 b.z.) tevlihevbûnek di navbera çanda rojhilatî û rojavayî da pêkhat û ev pêvajo di heyama romanî da jî berdewam bû.

 

Me di nivîseka derbasbûyî da ji dîrokzan Mihrdad Îzadî agahdarî dabû ku sê padîşahiyên pêşiyên Kurdan di wê demê da li Asiyaya Biçûk hebûn û Roman ew ji holê rakirin, ew jî ev bûn: Padîşahiya Kapadokiya (Cappadocia), padîşahiya Komagênê (Commagene) û padişahiya Pont (Pontus). Padîşahên Komagênê rêzdarî û perestina Mîtra dikirin. Tê gotin ku bi bandora lekê leşkerê romanî yê 15-mîn (Legione XV) ku di sedsala yekem z. da li herêma padîşahiya Komagênê (Commagene) li ser sînorê emperatoriya farisî peywan bû, ayîna Mîtrayî li nav leşkerê romanî belav bû. Bi me ra derbas bû ku piraniya padîşahên padîşahiya Pont (Pontus) lexema “Mithridates” (diyariya Mîtra), wek ku di Îslama Sunnî da “Ebdullah”, di Îslama Şî’î da “Ebdulhusein” û di Kirîstiyaniyê da “Ebdulmesîh” dibêjin) hildigirtin.

Navika mijarê ewe ku Asiyaya Biçûk, bi nîvê xweyî mîdî (kurdî) rojhilatî û bi nîvê xweyî yûnanî rojavayî ew erdnîgarî bû ku çanda ariyanî rojhilatî û çanda ariyanî rojavayî tevlihev dibû, û asta xwedayê rojê Mîtra di herdu çandan da hebû. Di hembêza vê çanda pêkhatî da ayîna Mîtrayî bi şêwazê xweyî nû xuyabû û Asiyaya Biçûk, bi taybetî jî beşê başûr ji wê, bû landika dêlîndêzên mîtrayî.

 

Mîrtayî di heyama romanî da:

 

Pêximber Zerdeşt bizava wê yekê kir ku hemû Ariyanan di tara ayîneka yekem da (Mezdyeska) û di bin sîwana xwedayekî yekem da (Ahûra-Mezda) bicivîne. Di vê bizavê da baweriya bi pir xwedayan ji holê rakir û wisa xwedawend “Mîtra” ji asta xwedayiyê daxist û xiste asta mezinê feriştan ji bo xweda “Ahûra-Mezda”. Dema ku Zerdeştîtî bû ayîna fermî ya Dewleta Axemenî, bawermendên Mîtrayiyê ketin bin zordestiyê û hatin perçiqandin. Wan ji Kurdistanê û welatê Faris ber bi rojava da, ber bi Asiyaya Biçûk da koçkir.

 

Dema ku Iskenderê Makdonî di sala 331-an b.z. da li dijî padîşahê axemenî Darayê Sêhem biserket û emperatoriya Faris hilweşand, êdî çanda hêlênî (Hellenistic) xiyabû û wisa Mîtrayî dîsa geş bû. Di sala 100 z. da Mîtrayî di seranserê emperatoriya romanî da belav bû û li hemû herêmên bin kelîja romanî perestgehên Mîtrayiyê hatin avakirin. Di sala 107-an z. da Mîtrayî gihîşte nawenda Ewropayê, û di sala 148-an z. da gihişte bakurê Belkanan. Alîgirên vê ayînê li Îtaliya, Almaniya û Fransa peyda bûn û bi leşkerên romanî ra gihîşte Brîtaniya jî. Gelek dawer û belge hene ku Mîtrayî li kenarên Derya Sipî yên Asiya û Afrîkayê belav bûbû; bi taybetî jî li bender û îskelên mezin yên ver deryayê[3].

(Emperatoriya Romanî di sedsala 2. z. da)

 

Ayîna Mîtrayî bi taybetî di leşkergehên leşkerê romanî û nawendên bazirganî û benderan da geş bû. Wisa tê xuyakirin ku paytextê emperatoriya romanî (Roma) bi xwe jî warekî hezkirî ji bo Mîtrayiyê bû. Li wir perestgehên Mîtrayiyê yên here mezin hebûn. Dirûvê perestgehên wir dişibihîn tîrêjên rojê yên sêkoşeyî. Ji perestgeha Mîtrayî ra (Methraeum) dihate gotin. Ji destpêka sedsala duwem ya z. da keyaksarên Roman piştgiriya belavbûna Mîtrayiyê kirin, ji ber ku ev ayîn piştgiriya mafê xwedayî yê padîşahan di desthilatê da dike.

 

Hêjayî gotinê ye ku Mîtrayî li welatê Yûnanê bi gelemperî nehate pêşwazîkirin, ji ber ku Yûnanan ev ayîn wek ayîneka farisî didîtin û dijminahiya wan ji Farisan ra di derûna wan da rûniştî bû. Belavbûna Mîtrayiyê di sedsala sêhem z. da gihîşte bandeva xwe û piştgiriyeka gelêrî di nav leşkerê romanî da stand. Mîtra li Romayê bi navê “Roja ku nayê şikestin” hate naskirin. Mîtrayiyê li ba bawermendên xwe nirxên dilsozî, biratî, hevaltî û dilêriyê perwerde dikirin. Li hin mûzexaneyên Ewropayê peykerê Mîtra di dirûvê xortekî ciwan da tê xuyakirin ku kolosek li serê wî ye, cil û bergên wî li ber bayî ne û ew gayê pîroz serjêdike.

 

Yekşem, 17.01.2016

 

Jêder

[1] Gernot Wilhelm: Hûrî, rûpel 54. Ebdulhamid Zayed: Rojhilata hemdem, rûpel 473, 530. firas El Sewah: Berfirehiya dîroka ayînan, pirtûka pêncan, rûpel 25.

[2] Herodotes: Dîroka Herodortes, rûpel 63-64. Dyakoniv: Mîdiya, rûpel 302. Harvy Porter: Berfirehiya taybet bi dîroka kevib, rûpel 87.

[3] Arnold Tpoynbee: Kurtahî li lêkolîna dîrokê, 2/187. Ebdella El Ebadani: Dîroka ayîna zerdeştî, rûpel 26.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.