August 10, 2020

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

(Nameyek ji Dayika Min Re)

(Nameyek ji Dayika Min Re)

Mêzeke, Bê Mirovan û Pirtûkan Çi Aniye Serê Min!

Konê Reş

Dayê! Êdî bes gazinan ji nedîtina min bike?! Mirovan, serboriyên jiyanê û pirtûkan ez bi formeke din guhertime.

Êdî ez nema ew Selmanê berê me. Ewê ku te jêre digot: Qurmiçiyo! Ev deh car ez ji te re dibêjim; wan berxan derxîne ser bênderan.. Wan mirîşkan ji devê derî biqewirîne.. Here nav rez çend goşî tirî ji me re bîne.. Ma te ders û dorên xwe hafiz kirine? Careke din li wan vegere..

Yadê! Bi şiyarbûna serê sibehê re fincanek qehew vedixwim, ji Tvyan li nûçeyên cîêhanî û Kurdistanî temaşe dikim, li posta xwe mêze dikim û pêre çend çixareyan dikşînim.. Ji nû xwe pak û paqij dikim, qeretûna xwe dişkînim, bersiva telefonekê duduyan didim, ez jî bi dostekî du dostan re xeber didim.. Û bê soz, pêşwaziya kesekî nakim, ew çax û demê min nîne..

Na yadê na..! Dilê xwe megre, ne gunehê min e, gunehê te û bavê min e. Gunehê vî zimanê ku we di hinava min de çandiye.. Gunehê kul û xemên welatê bê nasname ye.. Gunehê hejar û feqîrên welatê min e.. Gunehê perwerdekirina we ye.. Gunehê şîretên we, mirovên ku min ew di pêvajoya jiyana xwe de dîtine û pirtûka ye..

Êdî ez nema, di kelkela germa havînê û serma zivistanê de rojên xwe li ber dîwaran, di nav rezê me û peravên bestê de, di nêçîra çûkên Çikan û Zerzûran de, bi qewsik û xefkan derbas dikim.. Her kêlîkek ji çax û demê min bi plan derbas dibe.. Ma ne xebîneta temenê min ku ne ji bo xweşî û pêşketina xelkên min derbas bibe?!

Yadî! Hin bi hin, fikir û xeyalên min ji gundê min mezintir dibe..! Asoyê ramanên min konê xwe di ser tev gund û bajarên Kurdistan re vedigire! Dibe ku min ew qonaxa hezkirina zaroktiyê, malbatiyê û êlitiyê derbas kiribe..! Êdî nema giringe ji min re ku pesnê xwe bi gundê xwe an malbata xwe an eşîra xwe bidim.. Dihisim ku tev gund û bajarên Kurdistanê, wek gundê min li ber dilê min şêrîn in. Dihisim ku Qamişlo, Hewlêr, Amed, Silêmanî, Mehabad, Urmiye, Efrîn, Kobanî ji gundê min mezintirin, ew jî wek gundê min li ber dilê min şêrîn in.. Bi tenê dikarim bibêjim ku qenciya te û gundê min ev e; We hezkirina Kurdistanê di hinavê min de çandiye û êdî nema cudahiyê di navbera gundê xwe û gundên Badînan, Soran, Bişêriyê, Geliyê Qasimlo û Serhedan de dibînim.. Bi tenê tu û gundê min mane; xwediyê qenciya ku Xwedê ez lê dame, min beşek ji zaroktiya xwe lê derbas kiriye û bi xêra we vê nivîsê dinivîsim..

Erê yadê! Dost û hevalên min di her çar perçeyên Kurdistanê û sirgûnê de çêbûne û em bi hev re pêwendîdarin. Êdî ez nema karim dûrî Nêtê, malperên Întrenêtê, Facebookê û Twitterê kevim..

Globalîzma ku şax û paxê xwe di dinyayê de berdaye; ez di nav paskên xwe de winda kirime..!

Mêzeke yadê! Bê mirovan û pirtûkan çi aniye serê min! Hê jî tu gazinan ji nedîtina min dikî? Ma ne xebînete, temenê mirov bê encam derbas bibe..

Qamişlo, 12.01.2016

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.