September 18, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Ehmed Xelîl: xîndarîya Kurd li ser Kurd

Hin Ehrimanî   / xîndarîya Kurd li ser Kurd!

Ehmed Xelîl

Dema min dîroka me dipeland, ez li hember xîndariyê kurd li ser kurd șatmat dimam, min digot: Gelo, dibe ku ev kîndarî bibe sedema têkçûna Imperetoriya Medan di dest Farisan da sala 550 b.z? Dibe ku bihêle hin êlên kurdan bibin hevalbendên dagîrkerên Kurdistanê û li dijî kurdan șer bikin, gondên kurdan talankin? Dibe bihêle șoreșgerê kurd bi destên kurdekî kîndar were kuștin an were hispartinî dagîrkeran?

Lê piștî rûxandina rêjîma fașî li Iraqê û pirsgiraka Surî, ez pê hay bûm ta kîjan pileyê kîndariyê kurd li ser kurd sawdare! Bêtaran bi serên kurdan da dirijîne! Nahêle kurd biyekbin! navî kurdan di cîhanê da pîsdike! Têkoșînê kurda ji bo azadiyê kavildike!

Dibêjin zanyar û stêrnasê Firensî Laplas (1827 m) gotibû:

 Ka cihekî li asmana bi mindin, ezê zemînê ji wera bihejînim.

Ez jî dibêjim: Ka dermanekî ji kîndariyê kurd ra bi mindin, ezê sozî damezirandinê Dewletê Kurdistanê bi wedim.

Û Çi Dibe Bila Bibe, Dîvê Kurdistan Rizgar Bibe!

8 – 12 – 2015

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.