April 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

kemal Tolan:Ferze ku rêvebir û berpirsyarên hemû sazî, mal û komelên civaka me Êzdiyan bi hev ra tifaqeke Êzdîtiyê biafirînin

Ferze ku rêvebir û berpirsyarên hemû sazî, mal û komelên civaka me Êzdiyan bi hev ra tifaqeke Êzdîtiyê biafirînin !

Hêjayan,

jixwe gelek ji we birȇzan dizanin ku, min heta niha li ser parastin ȗ pȇșvebirina Ȇzdiyatiyȇ gelek caran gotiye, “gava ku kevneşopên bingeha olekê neyêne jiyankirin, zarok û ciwanên civakê jî nikarin sedûhedên wê olê biparêzin!” yanȋ, “… gava em di vê demê û di nava van derfetên ku îro hene de, xwe li ser bingehên civakî, olî, netewî û jiyana hevparî (întegrasyonê) birêxistin nekin, hemû rêveberên rêxistinên civaka Êzdî û endamên Meclisa Rûhaniyên Êzdiyan parastina xwendin, nivîsandin û axaftina bi zimanê zikmakî li ser xwe ferz nekin û yên ku li diyasporayê dijîn yekbûna nasnama zimanê olê (Kurdî) bi hemda xwe neparêzin, êdî zarokên me yên ku xwe tenê bi zimanê tirkî, îranî-farsî, rûsî, ermenî, erebî (îraqî û sûriyê)î, almanî û hwd. bidine naskirin jî, nikaribin weke zarokên xelqê, bi aqilmendî ji pêşeroja xwe re xwedî derkevin. Ȗ em bixwe dibine sedem ku, zarokên me jî zû asîmîle bibin, ew ji ser kok (rih)a dara ol-netewa xwe bêne birîn û ji binehatina xwe dûr bibin… (*1)”.

Êdî ez niha dîsa jî dibêjim, divê ev kesên ku weke min eva serê 40 salî li diyasporayê dijîn rast bibêjin, me Kurd-Ȇzdî an ji ber șașîtiyȇn siyaset ȗ kesayetȇn berijwendîparȇst nikarîbȗ di nava van salen li diyasporayȇ buhȗrî de xwe ȗ zarokȇn xwe li dibistanên fermî hînî ziman, hebȗna dîrok ol ȗ netewa xwe bikin.

Bes e gidî, ne hûn „rewșenbîr, vekolîner, șêwirmend, qahreman, fermandar, parlementer, huqûqzan, akadamîkar“ birêvebir û berpirsyarên sazî, mal û komelên civaka me Êzdiyan yên îro jî baș bînin, ku hinek welatparêzen Kurd-Êzdî bi hemd û hinek jî bi nezanî hewil didin me Kurd û Êzdiyan ji vî dînê ku „HAVEYNÊ MIROVATIYA MEZOPOTAMIYA YE Û BI TAYBETÎ JI XIZNA NASNAMA GELÊ KURD E(*2)„ û bav-kalên me „bi hezarên salan ve li hemberî hemî tîr, şûr, rim û çekên zordarên dewleta Osmanî, Farizî, Rûsî, fanatîkên îslamî û feodalên Kurdan bi ser(ruh)ên xwe parastine(*3)” ji hevûdinê cude bidine xwanêkirin.

Ez hêvîdar im, em tev jî weke ku kekê min yê rêzadar Têmûrê Xelîl gotî, baș bizanibin ku “Kêmasîya zanyarîyên li ser dînê êzdîyatîyê bûne sebeb ko welatparêzên nezan bê zanebûn û neyarên zane jî bi zanebûn hewil dane û hewil didin ev dînê gelê kurd yê kevnare ji rehê wî dûr bixin, êzdî wek miletekî cuda bidin xuyakirin. Ji bo argûmêntên xwe mak bikin, ewana hinek ”îzbatîyên” nêzîkî aqilan, lê dûrî zanyarîyê tînin.” Dema ew nezan û neyar dibine yek, wê demê êdî pêşîgirtina wan zehmet dibe, ji ber ko jimara wan ji zaneyan bi çend caran va pirtir dibe….(*4)”

Lê mixabin, hê jî gelek “rêxistinên me êzîdiyan yên ku hê jî rexneyan nayîne ser xwe û rexna qebûl nakin gelek in(*5)” Niha hê jî hinek ji me Êzdiyan ji van kesên ku doh digotin,”Wê baş nîbûya, wekî gelê kurd carekê ra, tomerî îslam hilda ji vê qir û birê, vê xûnrêtin û qatlîemê xilasbûya….”. “Êzdî divê ola xwe êdî ne bi dawa xwe divê bi mejî û zanistê biparêzin. Olek bi rêbazên wûsa nayê parastin…, her çi kesê bixwaze bibe êzdî divê weke êzdî bê pejirandin…., êzdî û her weha niştacihê ji dervehatî hiqûqa elman napejirînin…. ”. “Niha civak tê guhastin, civakeke nû, modern tê afirandin û konsepteke nû ji bo diasporayê hewceye….. û hwd.(*3)”bawer dikin. Em hê jî van û hevalbendên wan weke „rewșenbîr, vekolîner, șêwirmend, parlementer, huqûqzane, akadamîkar û hwd. “ên Êzdiyan dibînin û piștgiriyê didine “semîner, civîn, kongire û konferensên” wan yên ku bûne ciyê hevdîtina nas û dostên wan.

Vêca li goriya dîtina min , eger ev kesên ku di çapemenî û medyayeke Êzdî/Kurdîtiyê de ji xwe ra dibêjin, ez „șêx, pîr, mîr, rewșenbîr, vekolîner, akadamîkar, șêwirmend, qahreman, fermandar, parlementer, huqûqzane, mamoste, oldar -û hwd.-“ an jî birêvebir û berpirsyarên sazî, mal û komeleke civaka Êzdiyatiyê me, îro hê jî nikaribin xwe û me endamên civaka Êzdiyatiyê li ber „bayê guhertinê û rastiya tevna civatê“(*6) bi rexistin bikin ȗ bi hev ra tifaq û yekîtiyekê ji bo berjewendiyȇn hemȗ hêzên kesayetî, sazî, mal û komelên civaka Êzdiyatî/Kurdîtiyê biafirînin, ewê sibê jî nikarîbin bi xebat û çalakiyên xwe, xweseriya ola Êzdiyatiyê di nav civakên Kurdistanê, olên cîhanê û bi taybetî jî li Almanya û Ewrûpayê bidine pejirandin. Û ewê sibê jî qet nikarîbin ji komkujî, zordestî û valakirina gundên Êzdiyan, bê hiquqiya li ser mal-milkên Êzdiyan ra xwedî derkevin û bi taybetî jî wan rêvebir û „pêșmergên“ ku erdnîgarî û civaka Kurd (Êzdî, Șebek, û hwd.) ên Șengalê ne parastin û bûne sedem ku piraniya endamên civaka Êzdiyên li Șengalê di nav qirkirinên DAÎȘ’ê de û li ser riyên reva koçberbûna de bi hêjarî bêne tûnekirin li cem Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY) û di dadgeha ceza ya navneteweyî ya li Den Haagê de bidine dadgehkirin.

Kemal Tolan- Berhevkar û Xemxwarê Kevneşopên Êzdiyatiyê

*Çavkanî:

  1. Kemal Tolan: Gava ku kevneşopên bingeha olekê neyêne jiyankirin

http://www.kurdpa.net/kurdi/more/8673

2          Kemal Tolan: http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/ezdiyati-haveyne-mirovatiya-mezopotamiya.html

3          Kemal Tolan: Hêviyên ku min ji encamên „Konferensa Akademîkkarên Êzîdiyan” dikirin 03.07.2012-

www.helbestvan.com%2Fheviyen-ku-min-ji-encamen-kemal-tolan%2F&usg=AFQjCNHlXguWiYr-T0I1AqyuHwd_eGMKBA

4          Têmûrê Xelîl – Pirtûkeke Kemal Tolan li ser êzdayetîyê http://www.nefel.com/kolumnists/kolumnist_detail.asp?MemberNr=30&RubricNr=24&ArticleNr=7910#.ViiknH7hDcs

5          Kemal Tolan: Piștgiriyȇ bidine banga tevgera Ȇzȋdiyȇn li Almaniyayȇ!

http://www.bahzani.net/kurdi/show.php?aid=2159

6          Kemal Tolan: Xweska me Kurd-Êzdiyan jî bikaribûna xwe li ber bayê guhertinê û rastiya tevna civatê birêxistin bikira!

http://riataza.com/kurdish/2699-xweska-me-kurd-zdiyan-j-bikaribna-xwe-li-ber-baye-guhertine-u-rastiya-tevna-civate-birxistin-bikira.html

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi