March 28, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Li Kurdistanê Kirîstîyan hewlên xirab ji bo Gencên Êzidîyan rêve dibin .. 

Li Kempên Kurdistanê yên ku neha Êzidîyên awere têda jîyan dikin di bîhîsim li her heyamekê deng u basên rêkxirawên Tepşîrî yên Kiristîyanan ( File- Mesîhî) bi karê xirab di derheqa Êzidîyan da radibin u hewil didin bi rêyên cuda cuda Keç u Xortên Êzidîyan ji ser Ola wan ya Êidîyatiyê rakin u bawermedîya Mesîh-Kirîstîyanîyetê bi wan bidin qebûl kirin, bê goman ev pêngav bi awakî pirogiram kirî tê bi rêve birin u kawdanên nexweşên neha Êzidî têda derbas dibin îstêxlal dikim u mifayê ji barê abûrî yê xirab yê Êzidîyan u kurdistanê dibînin u wek derfet digrin .

li Îraqê me wisa fikir kir ku Êzidî u Kiristîyan wek dû olên bin çav kirî ne u zilim u sitem li wan tê kirin , lê mixabin wisa tê dîyar kirin ku sedema hebûna abûryek u para u piştevanîyeka baş kiristîyan jî rewşa Êzidîyan first digrin u hewlên xirab dikin .

li meha derbas bûyî ez bi çend xurt u keçên Êzidîyan re rûniştim mixabin bandora li wan hatibû kirin u piştra min bihîst karên ne diberjewendîya civak u pêkhatên Kurdistanê da têne kirin , ev yek wê bi nerînî li ser pêşeroja Êzidîyan bisekine u dineqeba wan u Kirîstîyana de wê pirisgirêk derkevin holê , divê rêkxirawên Kirstîyanan kawdanên nexweşên Abûrî u sîyasî u civakî li kurdistan firset negre u wê pilanê di derheqa Êzidîyan de rêve nebe u dirba xwe li koka me nede , ji berku ya bi serê Êzidîyan hatî pire u heta sibê bê gotin dem têrê nake … 

Divê Mîrê Êzidîyan u civata Ruhanî u kesatî u saziyên Êzidîyan li kurdistanê ji birayên Kiristîyana bêjin bila derdeseriyên me bibin li hevgehiûtina me u pitir xurtkirna me u ne rewşa feqîr u jarên Êzidîyan firset bigrin .. divê hewlên wisa hebin u hiîyarî bête kirin ku keç u xortên me nehên xapandin li bin navê aştî u Êkbûn u Xwedê … 

Hejar Midîr

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi