شبكة لالش الاعلامية

Kemal Tolan: Kermkin li ser pêkvejiyana ku , di nav qewl û ilimdarên Êzdiyan de hatiye û têye naskirin bifikirin!

Kemal Tolan: Kermkin li ser pêkvejiyana ku , di nav qewl û ilimdarên Êzdiyan de hatiye û têye naskirin bifikirin!

Min ji ber tengasiya wext nikarîbû di bernama „danasîna Êzdiyatiyê „*1 de ji rêzdar Şêx Melo Şengalî daxwazbikim ku,  ew giringiya ku , qewl û ilimdarên Êzdiyan dane pêkvejiyanê bi „Qewlê ji Şamê tê Meclisê“ şîrove bike. Lewma min piştra û cardinê ji rêzdar Şêx Melo Şengalî daxwazkir*2 , ew wan çend sebqên“Qewlê ji Şamê tê Şamê“ ku, me di bernamê de zelalnekir niha dîsa bibêje. Zelal bike, ka Êzdiyan di qewl û ilimê xwe de çawa haj ji cînarê xwe hebûn û niha jî çiqasî hez ji pêkvejiyanê dikin?

Kemal Tolan- Şêx Melo Şengalî, çaxê te bixêr mamosteyê ezîz û hêja!

Tû dikarî niha bi çend sebqên“Qewlê ji Şamê tê Şamê“ ku, me di bernamê de zelalnekir bû ji me ra  zelalbikî, ka Êzdiyan di qewl û ilimê xwe de çawa haj ji cînarê xwe hebûn û niha jî çiqasî hez ji pêkvejiyanê dikin?

Şêx Melo Şengalî – Ser çavan mamoste ezîz û hêja, raste min di bernama „danasîna Êzdiyatiyê „* de jî got, “Qewlê ji Şamê tê Şamê“ ji pêkvejiyanê xeber dide û wesiyet tê de hene.

Li gorî ez ji “Qewlê ji Şamê tê Şamê“ fahmdikim, Şêx Fexrê Adiya , diha wî li Êzdiya, hazir û guhdara be, hingê xaçê wî lê bû, wakaz(gopal)ê wî di dest de bû û li dinya yê digeriya. Îmamî li ber milet dikir. Qewil û beytên Tawisî Melekê enzelî û Şîxadî yên qayîp didane milet.

Ez dikarim 3-4 sebeqên vî “Qewlê ji Şamê tê Şamê“ weha bibêjim û zelalbikim:

Di sebeqê dibêje:

 

„Seata Şêx ji Şamê bi rê bû ,

(Wextê ji Şamê bi ber rê bû û berê xwe da Lalişê) 

Çiqas ahlê Şamê hebû,

hezneke girane lê bû.

(Ahlê Şamê : Ew xelqê di Şamê de dijiyan, hemûk li ser Şêx ji nav wan derket  û çû, ew ê careke din li wan venagere ketine hezneke giran. Li virê bibêjim, delîlek di destê me de heye, Miletê Başîq û Bazan hingê ji Şamê hatine Lalişê.)

Ji Şamê heta Sergirtê

(Di wî wextî de li wê derê , di herêma Lalişê de ciyek -Tebeyek anjî gundekî Êzdiyan bi navê Sergirtê hebûye.)

Reş xetek wa li ber tê

 (Reş xet; Nîşaneke bahtinî û enzelî li wê derê dîtiye. Ew î ew nîşan naskiriye.)

Berê reş xetek

Min naskir ji wê pirê

(Ez bawerdikim li wirê pire heye . Pir, bi zimanê qewil aveke weke Feratekî ye li wirê di herike . Mahneyeke din jî, çaxê li pêşîya yekî pirek hebe, ew pira Bahtinî yê ye mezin li pêş çava be , li wê derê radweste û nikare derbasbibe.)

Ji Alquşê heta Mexîna

( Alquş : Bajarekî nehiya Mesihiya î mezine . Mexîna : Navê dêreke Mesihiya ye ji Alquşê û wir deye).

Şêx Fexir bi devê xwe gotiye: Ewa înyata her çar Dîna ( Hingê jî Bisilman, Fileh, Cihû û Êzdî li wê axa Kurdistanê de pêkhev dijiyan. Niha jî hemû Bisilman, Fileh, Cihû ,Êzdî û Kurdê Êzdî di Kurdistanê de pêkve jiyanê dikin. Ew li xêr û şerê yekin. Silava wan e li yeke, diçine şîn û sahîyên hev, kêfa wan ji hev rat ê. Her yekê bi zarê xwe , bi zimanê xwe, ola xwe dişopîne û Xwedayê xwe nasdike. Di nav pêkvejiyanê de miletekin, qewme kin,  kultur û zimanê wan yeke, dahin û standina wan yeke. Her yek şuxlê dîn weke di nava abid û abid de, di nêva Xaliq û Muxlûq da , di nêva însan û Xwdayê wî de dibîne. ) 

Bi xêr ciyên lê tên mizgîne

(Mizgîna xêrê di vêderê de kifşdibe. Rojekê wê mizgîna xêrê ji wan miletan ra , miletê wî ra wê derkeve . Ev mizgînê wê bibe mîzgîna başî, xêr û xweşî yê . Xwedê tiala mizgîna xêrê bide dosta, hazir û guhdêra )

 

Nêva Alqûş û Dêrê

(Dîsa lê vegeriya û got,..)

Ew e ciyê Keşîşa , lê dikin siba xêrê

(..Şêx Fexrê Adiya hat , sed carî bixêr bê! Silaveke germ danê , piçûk û mezin derketine pêşîyê. Li destên wî tawaf bûn. Her yekê daxwazkir ku, Şêx Fexrê Adiya dihayekê li wan, hazir û guhdaran jî bike.

 

Li gorî karta ku di naveroka vî qewilî de tê xwanêkirin, berê li wan gunda, li wî welatê Kurdistanê û ji derveyî Kurdistanê , li Şamê , dûr û nêzîk hemû , ew ax , aqar milk û welatê Êzdiya ye. Melek, çakên Xwedê,  qenc , xas û babçakên Êzdiyan-Şêxa, Pîra , sirê Bukur hwd.- hemû di wan herêman de hebûn. Heta roja îro ji bilî Lallişa Nûranî, hêjî ziyaretên Êzdiyan di wanherêman de ne .

 

Tamamiya vî  „Qewlê ji Şamê tê Meclisê“ 13 sebeqene û em dîsa jî nikarin bi tevayî şîrove bikin.

 

Em î dikêmin û Xwedê tamame ! „*2

Kemal Tolan , xemxwar û berhevkarê kevneşopên Êzdiyatiyê 04.01.23

*Çavkanî :

1              Çarpel Mediya tv. Bernama danasîna Êzdiyatiyê

 https://www.facebook.com/KemTolan/videos/484449263612699

2              Kemla Tolan û Şêx Melo Şengalî

https://www.facebook.com/KemTolan/posts/pfbid026w66Ehfn4dioXZpK1yiuot9U7PYXFCkC9A2pyEPiozuR2jP3kHEZWg2nmVBXgziHl

CH

 

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Barzanî: Îradeya Kurdan bi ser ket, dijmin ketine sergoya dîrokê

Lalish Duhok

UNICEFê kuştina zarokekî li Şingalê di êrîşa Tirkiyê ya li dijî baregeha PKKê şermezar dike

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî peyamek arasteyi êzdîyên Kurdistan û cîhanê kir

Lalish Duhok