March 28, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Hevpeyvîna bi rêzdar Pir Xelat Elias ra li ser pirsgirêka bikaranîn anjî negotin xebera xirab e beşa III

Îro roj ev dînê me û binyata Êzdiyatiyê qebulnekiriye ku peyva xirab li ser ruyê erdê peydabibe. Çunkî ev yekser li dijî milyaketan û yekaniya Xwedê ve têye gotin. Em dibêjin, serê sera her Xwedê ye. Wextê ev peyv bi wan ve bêye gotin, Xwedê, milyaket û evd jî qebul nake. Lewma di vê sebeqê de ji bo me hatiye gotin, “rojekê kesanê vê peyvê bibêje, hepsa wî ye ber û jêr e”.

Kemal Tolan -rêzdar Pir Xelat Elias, tû dixwazî ku bikarbînina vê gotina xebera xirab-neqenc(Şe………..) hêjî weke berê li cem me Êzdiyan qedexebe?

Pir Xelat Elias – Li gor edebên dînê me Êzdiyan, di qewlê Qereferqan de keremkiriye û diyarî kiriye,

Melek Fexredîn li pêş pedşê xwe vedwasta û pisyarek jê kirî,

Go: ezîzê min o, tû xaliqekê min î her û herî

Te ev bahişta xweş avakirî

Ev çî dojeye li miqambilî wê têk êwirî?

Padşa dibêje,  Faxirê min o faxir e,

Cewaba te li min lêzim û fer e.

Min doje bo wî kesî avakir e

Yê rojê sê cara bi navê nûra Xwedê bikifira.

Eva kifiriyeke mezine têye kirin .

Di baweriya me Êzdiyan de ,

em Êzdî miletê Xwedê ne.

Dûrî zilê û kifiriyê ne.

Em dûrî tiştê ne baş û nebû yî ne.

Parastina me ewe, ku me ol û erkan heye em bi cîh bînin. Wekî ku Xwedê em dayî, her wisa li ser wî sîstemê paqij îmana xwe bi cîh bînin, heta roja em çewa hatine, wisa vegerin. Êzdiyatî ye paqije û pake , pingava xirab têda nîne. Vêca wextê pêngava xirab tine be, peyva xirab jî nabe.

Heqîqet miletê biyanî vê peyva xirab bi navê nûra Xwedê dikin. Nûra Xwedê jî Tawisî Melek e. Ew jî her navê wî û ji nûra wî ye. Kesekî dinê nîne. Weke belgename û ji qewlê Elmî Nadir bo me diyar dike û dibêje,

“ Ew bihişta cewher binyat

Roj û hîv bi wê nûrê di hilat

Pê dizeyînî çiqas kinyat”

Tû binêre, roj û hîv bi wê nûrê hiltên. Wextê roj û hîv bi wê nûra Xwedê bin, mahnayê wê nûr û hîv jî her ya Xwedê tialaye.

Vêca çewa yek bê li beranberî min bisekine , peyveke neqenc û xirab bi wê nûrê bike û ez jî wê qbûlbikim. Mahna wê bext û wîjdanê min nînin. Divêt ez qebulnekim, heke ez xwedan bext û wîjdan bim. Di Êzdiyatiyê de bex û wîjdan navekî Xwedê ye , tiştekî mezina.

Lewma sebeqa di peyra keremdike û dibêje.

“Heft dergeh li wê bihiştê hene

Bi kilîl û mifte ne

Bi destê wan cindiya ve dibine

Ê ol, erkan, ferz û ebadet ,

roja axretê jê ra şahdene.

Tû berê xwe bidê, yek ji ferzê Êzdîyatiyê ew e tû li ser Xwedê bi qehirî , tû qebûl nekî kes gazinda jê bike. Çinkû rêya Xwedê rêya rastiyê ye.

Di qewlê Hesin Pîrk de dibêje,

“wextê tû hatîye di vê dinê da

Rastiyê bêje ji Xwedê ra

Taliya rastîyê her fêde”

Heqî rêya Xwedê ye,

rastî rêya Xwedê ye ,

mal malê Xwedê ye,

dayîn dayîna Xwedê ye,

serkeftin hemû bi destê Xwedê ye

geşkirin û werandin hemû bi destê Xwedê ye

Gelo gava îro yek peyvekê bi olê , erkan û nûra Xwedê bike, ez ê çawa ne qehirim?

Heta îro roj di Êzdîyatîyê de , weke bî û bawer, weke ol û erkan , rastî weke ferz ev peyv nayê bikaranîn. Lê heke dû kes bo xwe vê peyvê bikarbînin  ne di aliyê Êzdiyatiyê û li baran berê Êzdiyan de be hîç alaqeteke me jê nîne. Gunah, zanîn, fikra  û gotin wan jî ne bo me ye. Çi tahde û qusûrî ya wan ji aliyê me ve nîne.

Lê dema yek beranberî Êzdiyekî bibêje, Êzdî viya qebûlnakin. Di baweriya Êzdîtiyê de divê vê peyvê jî bikarnakin. Ne hetanî yek bê beranberî wî bibêje. Wextê yek bê biberanberî Êzdiyekî bibêje, ew hingê nebûyekê dike. Êzdî qebulnake nebûyek bive. Nebûn ne rêya Xwedê ye. Ji ber vê yek ji ferzê Êzdiyatiyê ku qebûl neke ev peyv li cem bêye gotin. Ji ber ku Xwedê yekî bi tenê ye, bê şirîk û bê heval e. Navê şirîk bo Xwedê bêne çêkirin. Rêz û silav.

Kemal Tolan- gelek spas birayê rêzdar, ji bona van bersivên watedar û tije nirxandinên rast yên Êzdîtiyê. Hêvîdarim, ev xizmeta min û te jî bive ronayiyek  têkeve dilên wanînsanên ku , bi gotina vê peyva neqenc neheqiyê li himberî me dikin û di medya û çapemeniyên xwe de bikartînin, êdî bes bi kiryarên xwe me piçûkbikin. Xwedê bike xwandevan û guhdarên me , yên ku ew pirtûka min ya berî deh salan min li ser „gengeşe û sedemên peyva ku Êzdî bilêvnakin“ nivîsandibû peyda bikin, bixwînin. Ji van pirsên min û şîrovên te zelal dane xwanêkirin, encamekê ji xwe ra jê derxînin û ew jî bes me biêşînin!

Kemal Tolan , 23.01.2022

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi