March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Kemal Tolan:Hevpeyvîn beş II

Hevpeyvîna bi kurxalê Baris Akyel ra li ser nasandina malbet û kesayetîya Xwedê jê razî Şendo yê Bahrî ye , beş I!

Kemal Tolan

Kurxalê Bariş, rahmetîyê bavê te ji te ra digot, ka ew kengî hatiye Almanîya û çewa malbata xwe gihandiye ba hevûdinê ?

  • Belê li gorî gotina diya min, bavê min Şendo hîna li eskerîyê buye û dibihîze ku, dewleta Alman û Tirk‘an bihev ra peymanek derxistine, destûr dane hemwelatiyên Tirk karibin weke karker bênê  

Bavê min Şendo Akyel, di sala 1965 / 1966’an de weke karker tê Amanya. Ew pêşîn diçe bajare Brake yê ku nêzî bajarê Oldenburg’ê ye. Dûre piştî demekê, ew ji Brake dertê û kurapê wî rahmetiyê apê min Ereb, birayê dengbejê Êzdiyan ê navdar Hesinê Çeto ji alê başûrê Almanya têne bajarê Celle. Bajarê Celle  îro bajarê duyemîne ku, herî zêde Êzdîyên ji Êlihê, Wêranşarê û ji merdinê lê dijîn.

Di vê navê ra rahmetiyê bavê min Şendo, hevjîn û zarokên xwe, Mizeya û Ferho jî ji welat tîne ba xwe bajarê Celle Almanya. Dûre  gava dibîhîzin ku dost û hevalên wan yên ji  gundê Texeriyê hatine li bajarokê Millîngen bicîhbûne, ew jî mala xwe tine vî bajarokê Millîngen . Emerrich jî weke 15 km ji Millingen dûre. Ji ber vê çûyîn û hatinê, radibin mala xwe tînine bajarê Emerich. Xwedê jêrazî bavê min Şendo ji sala 1972 vir de,  tevî hevjîn 5 kur (Ferho, Rahmetiye Yilmaz, Fadil, Rûstêm û Bariş) û 4 keçên xwe ( Mizeya, Regda, wesila û Rewşê. ) dijîn.

Kurxalê Bariş, tû dikarî hinekî jî bahsa ku rûspiyên, malbatê,  Êzdîyan û hevalbendên rahmetîyê bavê te ji te re gotine bikî?

-Belê li gorî ruspiyên Êzdiyan, kesên ku bi bavê min ra, yan jî piştî bavê min ra hatine Almaniya dêjin, “rahmetiyê Şende Êzdiyekî gelekî bi xîret û milet hiz bû. Ji ber ku ewî tinehî dîtibû mamoste, ne dixwast tu kes tinehiyê bibîne. Mala xwe xistibû cîhê mêvanî yê. Rahmetî gelek kesên Kurd û bi taybetî jî yên Êzdî, di nav mala xwe de xwedîkirine, heya ew kesên bê war, bi cîh bibin û ji xwe re malekê bibînin di nav mala rahmetî de bûn. Deriyê rahmetî hertim ji mêvanan re vekirî bû û mala wî mala kesê bêkesan bû. Bi hawara gelek kesên hewcekar, di zor û zahmetiyan debûne çûye. Rahmetî qet ne dixwast ku têkilîya wî û welat ji hev qut bive….”

Li gorî min bihîstiye, ji ber ku rahmetiyê bavê min Şendo hiskiriyê axa welatê xwe buye, ewî di sala 1974 de hevdîtineke bi taybetî, bi birayê xwe rahmetiyê Sado û her du kurapên xwe Ereb Toru û Mihemed Elkirmiş-Salih ra çêkiriye. Mijara hevdîtina wan a taybet, li ser ka çewa dikarin malbata xwe ya li Bakûrê Kurdistan’ê belav bûne, wek demên berê ku li guindê Baximzê û Êzik‘e de hebû weynine ba hevûdinê.

Weha ev her çar mirovên xîretkêş biryarê distînin ku, li Wêranşahirê gundê „Minminîk“ ji rahmetiyê Apê Evdo‘yê Axê, nebiyê Dewrêşê evdî ku hatiye mevaniya rahmetiyê Şendo, bikirin û girêdana xwe bi axa bav û kalan ve xurtir bikin.

 Di zargotina kesên ku rahmetiyê bavê min nasdikin de tê gotin, piştî sala 1974‘an gelek Kurdên navdar jî tên dibin mêvanên Xwedê jê razî Şendo. Diya min dêje, hinek kesên ku navên wan têne bîra min wahinin :

Hinek sexsiyetvanê ji mala Brahîm pasa, Eliyê Îbo, Rêzdar Elî Qazî kurê nemir Mihemed Qazî, Silêmanê Qasimê Şêx Xalit ( sêxê Sila) Apê Evdo‘yê axê û hwd.

Ez jî dizanim, gava malbata me diçe herêma Wêranşehirê, hingê  Apê Evdilê Arûs, ê ku wek Axayê Kurdên êşîra Xalta li herema Wêranşarê tê naskirin,  rahmetiyê apê min Kinhê û apê Hemê yên ji Mala Zoro Axa gelek alîkarî bi wan ra kirine.

Piştî kirîna gundê Minminîk, êdî  Malbata me cardinê wek dema Bav û Kalan li hev kom buye û ew bi hev re jiyane. Gava rahmetiyê bavê min Şendo diçe gund , ew mûxtarî û Axatiya gund dide destên kurapê xwe rahmetiyê bavê min Selim Toru û car dine vedigere tê Almanya. Rahmetiyê bavê min Şendo  gelekî kêfxweş dibe ku,  malbata wî hinek ji êşa windakirina gundê bav-kalan Baximzê xilaz dibe . Dûre malbat têkilîyên xwe yên li gundê Minminîk û êşîrên herema weranşarê re xurtirdikin!

Li gorî gotina ruspiyên malbata min dêjin, gava rahmetiyê bavê min vedigere Almaniya , dengbêjê Xaltî yê di herêma beriya Wêranşehirê de herî bi nav û deng rahmetîyê Apê Mahmudê Hesê jî dihate mêvaniya bavê min û bi heftiyan li mala me dima. Dema  Apê Mahmudê Hesê êvaran bi dengê xweyî xweş sitran digotin, şewbêrik digeriya û mal tije dibû. Tev jî dilxweş bûn ku, bikaribin bi xêra rahmetiyê bavê min, li dengê dengbêjê rahmetî Apê Mahmudê Hesê û kurapê bavê min rahmetîyê bavê min Hesinê Çeto guhdar bikin.

 Jê û pêve jî, navê rahmetiyê bavê min Şendo heta Lalişê û ba Mîrê Êzdiyan derketi bû. Mîrê Ezdiyan jî hinge kêfxweş dibin û dixwazin rahmetîyê bavê min nas bikin. Lewma jî ew bi qeflek Qewalan ve têne mêvaniya gorbihuştê bavê Şendo Akyel. Ev weha dibe despêk ku, gelek Mîr û şexsiyetên din jî wek, Mîr Tahsin beg, Mîr Miawî, Mîr Xêri beg, Mîr Kewkez , Mîr Êzîdxan, Mîr Bazîd, Mîr Farûq, Mîr Said beg û hwd. tên li mala me li rahmetîyê bavê min Şendo dibine mêvan.

Kurxalê Bariş, tû dikarî hinekî jî bahsa zarokatiya xwe û bîranînên te yên bi rahmetîyê bavê te ra derbas bûne bikî û di peyra jî gotina xwe ya herî dawîyê ji me ra bibêjî ?

 

-Belê, dema ez di sala 1987an de li Almanya yê çêbûme, hingê biçûkê malbatê ez bûme. Min jî hîna di zarokatiya xwe de, gelekî ji çîrok û meselên Kurdî, bi taybetî jî, yên me Kurdên Êzdîyên ji herema Xaltan dikir.

Baş tê bîra min , dema rahmetiyê bavê min di sala 2000 de di got, ez ê êdî bi timamî vegerime ser axa bav û kalan . Ez ê êdî jiyana xwe ye mayî li gundê xwe Minmînik de bidomînim.  Gava rahmetiyê bavê min vegeriya gundê xwe Minminîk, têkilîya me û wî bi hevre gelekî xurt derbasdibû. Ewî li gundê Minminîk dîsa dest bi jiyana xwe ye gundane kir û gelekî dilxweşbû.

Lê mixabin, Xwedê jê razi yê bavê min, di roja 24.07.2012 an de,  dema ew bi erebe xwe bi rê ve diçe, qêzayek xedar derbas dike. Pîştî berxwedana du rojan, tevlî hemû hewldanên Dixtoran, mixabin di roja 26.07.2012an de li nexweşxaneya Riha yê çavên xwe li Jiyanê digre.

Rahma Xwedê li rahmetîyê bavê min û li tevaya mirîyên me be!

Spas mamoste û nivîskar Kemal Tolan ji bo vê hevpeyvîna te bi min ra kir.

Gotina mine dawî, ez weke kurê rahmetiyê Şendo hêvî dikim ku,

em di pêşerojê de, di welatekî Azad de , tev bi hev re bijîn û tu cûdayeî di nava Êzdî, Misilman, Mesîhî, Elawî û hwd. tûne be!

Ez jî spasîya te dikim birê Bariş û siheta te gelekî xweş be. Di gotinên te de jî xwanê bû ku, tû kurê camêra yî. Te gelek agahdarî ji rahmetîyê bavê xwe girtine û rahma Xwedê li xalê min Şendo be!

 

Hêvîdarim ev xizmeta min û te, bi dilê pêşîyên me , rahmetiyê bavê te , xwandevan û guhdarên me be.

  

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi