January 29, 2023

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Kemal Tolan:Hevpeyvîn beş I

Hevpeyvîna bi kurxalê Baris Akyel ra li ser nasandina malbet û kesayetîya Xwedê jê razî Şendo yê Bahrî ye , beş I!

Kemal Tolan

Ez gelekî dilxweşim, hinek ciwan li berhemên ku min ji ber zargotin û dokumentan, li ser dîrok, serpêhatî û cihwarên pêşîyên me Kurd û Êzdîyên Xaltî berhevkirine û belakirine dişopînin.

 

Niha jî ciwanekî me, yê ku li diyasporayê hatiye dinê û dixwaze  gelek agahdariyan li ser nasandina dîroka malbet, jîyan û kesayetîya Xwedê jê razî û rahmetiyê bavê xwe Şendo yê Bahrî  bi me ra parvebike .

 

Mixabin, ji ber derfeta ez û Barişê lawê rahmetiyê xalê Şendo li gel hevûdinê rûnên çênebû, ez neçar mam vê hevpeyvînê di rêya telefonê de çêbikim.

 

Belê kurxalê Bariş, tû dikarî niha ji me ra bibêjî, ka tû kî yî, kengî û li kurê hatîyî dinya yê ?

 

  • Ez Bariş Akyel im. Ez di 21.05.1987 li diyasporayê û Almanya li bajarê Emerrich çêbûme.

Kurxalê Bariş, tû dikarî navê kal û bapîrên xwe bi rêzê ve bibêjî ?

 

-Li goriya ji min ra hatiye gotin, daramala me viya ye:

1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12  
Bariş Şendo Bahrî Hizêr Ferho Hamid Çelikê Nemirê2 Mîrza Axa Nemire 1 Sêrdîn Çelê Mala Kok axa

Kurxalê Bariş, tû dikarî hinekî bahsa serpêhatîyên ku,  te ji rahmetîyê bavê xwe Şendoyê Bahrî û dayîka xwe Gulê ya rahmetîyê Ozman bihîstiye bikî. Gelo ka pêşîyên te ji kurê, hatine herêma Xerzan û ew li Niqîba– Bişêrî yê de ji kîjan malbatê ne , ew mezinê kîjan gundê Êzdîyên Niqîba bûne, çî neheqî hatiye serê wan û ji wirê çewa koçberî herêm ne dinê bûne  ?

 

  • Belê, li gorî ku min ji rûspîyê malbatê û dayîka xwe Gulê bihîstiye, dema malbata me Berekiyan, Çelê û lawê xwe Sêrdîn tevî malbata Mîrza begê bavê Zoro Axa ji navenda Xaltanî yê, ji herêma Êzdîxana Serhedê koçberbûne hatine herêma Xerzan pê ve, ewan gundê Baximiz, Cinesker, Dûmbeşkê Êynkerm, Ezika xwar û Jor avakirine.

Wextê bapîrê me Berekiyan, Çelê û lawê xwe Sêrdînê di gundê Baximzê de bicîh bûne, hingê gelek nakokî di nava axa û desthilatdariya Osmaniyan de hebûye. Piştî şerê Dela  yê sala 1830-31 an, hikumdarên Osmaniyan Reşît Paşa û Qewaz başî di derdora 1835 de êrîşî ser gundê Baximzê kirine.

Mamoste, jixwe te jî di berhemên xwe de gelekî bahsa şerê ku Nemirê lawê Sêrdîn Axa li dijî Reşît Paşa û Qewaz başî yê dewleta Osmaniyan kiriye û tev jî weşandine.

Her wisa li gorî ku min ji pêşîyên xwe bihîstiye, dijminên Êzdiyan û bi taybetî jî gelek serokeşîrên Kurdan yên ku hevalbendê digirkeran bûn e, gelek Axayên me Kurdên Êzdî, yên mîna bapîrên min Nemirê Mîrza, Kolosê Aqo  û hwd. bi xayîntî qir kirine.

Belê kalikê me Nemirê 2an, yê lawê Mîrza jî di sala 1890 de ji alîyê serokeşîrê Kurdan ve  hatiye kuștin. Ez dizanim te serpêhatî û şerê Nemirê 2an, yê lawê Mîrza jî ji ber zargotinê û tevê kilama ku dengbêjan sitraye nivîsandin e û weşandine.

 

Vêca li gorî min bihîstiye, piştî van kuştin, zilm û zoran malbata me mecbûr bûne ji gundê Baximzê koçbikin. Jixwe rahmetiyê bavê min Şendo di sala 1934 an de li gundê Baximzê, yê di nav herêma navçeya Qubînê de ye hatiye dinê.

Malbata me Akyel piştî gundê Baximzê, li gundê Çinêriya, Gêdûkê, Hecirê û Gundê Kanîrewa jiya ne. Kalikê min Bahri‘yê Hîzêr, herî dawî xwe li Êzdiyên herema Reşkotan û Sînikiyan digre û dawî li gûndê eşîra „Sînikiyan“ de bi cîh dibe û heta dawiya emrê xwe li wirê dijî! Dema Bahri yê Hizêr jiyana xwe ji dest dide xwedê jêrazî Şendo hîn zarok e û bi emrê xwe 13 saliye. Şendo’yê 13 salî , mecbûr dibe 3 biran û 2 xwuşkan xwedîbike. Birayên wî: rahmetiyê apê min Xelef, Sado û Tewfîq. Xwuşkên wî : Metka min Hemra û Êlxan in.

Xalê rahmetî yê bavê min Şendo, Xwedê jêrazî Elî yê Macûl gûnde Texeriyê dima. Gava ew dibihîze ku, Bahri yê Hîzer emrê Xwedê kiriye, ew radibe diçe xwuşka xwe Pero û zarokên wê tîne cem xwe û li wan xwedî derdikeve. Weha malbata me Akyel li ba xalê xwe Elîyê Macûl li gûnde Texeriye bi cîh dibe û dijî. Dûre bavê min Şendo di sala 1958 de bi diya min Gulê, ya keça rahmetiyê bavê min Ozmanê Xezalê, yê ku mezin û nevdarekî gundê Texerî yê ye ra di zewice. Texerî gundê bavikê Mala Weyso yê ku mezinê Mîhemedkiya ye.

Dema bavê min Şendo li gundê Texerîyê bûye jî, têkilî wî bî merivên wî yên Berekî ra gelekî baş buye. Ewî hingê apê xwe Hesinê Mihemed, weke pêşeng û mezinê xwê didît. Hesinê Mihemed jî navdarekî Berekiyan û ji navdarên Kurdên Êzdiyan buye. Mixabin, bavê min hîna li eskeriyê ye, ew di 17.03.1956 de xebera kuştine apê xwe Hesinê Mihemed dibihîze. Tê bîra min, heya rahmetiyê bavê min Şendo emrê Xwedê kiriye jî, ewî timî bi hêstiran bahsa apê xwe Hesinê Mihemed dikir û digot, lawa heta mêrêk ji Berekiyan hebe, kes weke apê min Hesinê Mihemed ranabe.

Spas mamoste, te sitrana kuştina rahmetîyê apê bavê min Hesinê Mihemed, ya ku dengbêjan sitraye nivîsandiye û belakiriye.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi